Ev materyala binirx a ku ji 300 milyon kîlometre dûrî dinyayê anîne, di sala 2023’an de bi kapsulekê ji bo lêkolînê gihandin dinyayê.
Li gor analîzên yekemîn, di nimûneyên Bennuyê de krîstalên av û karbonê hatin tespîtkirin. Rêveberê NATO’yê Bill Nelson ev dane wek “bingehên jiyanê” nirxandin. Hat diyarkirin ku Bennu gelek amîno asît û pêkhateyên azotê yên ku li cîhanê bi kêmanî tên peydakirin an jî nayên peydakirin di xwe de dihewîne.
TÊKARIYA HEYÎNÊN DERVEYÎ DINYAYÊ
Li gor xebateke ku di Nature Astronomyê de hatiye weşandin, di nimûneyan de ji 20 amîno asîdan 14 heb ku bingeha proteînan û hin bazên DNA û RNY’ê yên ku organîzmayên zindî çêdikin hatine peydakirin. Ev rewş teza ku dibêje dibe ku kartêkirina heyînên derveyî dinyayê hebe, xurt dike û di heman demê de îhtîmala peydabûna jiyanê di okyanûsên dinyayê de jî dihewîne.
AVA ŞOR Û ÎHTÎMALA JIYANÊ
Hat ragihandin ku di xebatê de xwêya mîneralan a ku ji bo jiyanê pêwist e jî hatiye kifşkirin. Wisa tê texmînkirin ku ev avên bixwê yên ku di encama buhara qadên avê yên asteroida navendî ya Bennuyê de çêbûne, dişibin avaniyên mîneralan yên ku di golên zihabûyî yên dinyayê de hatine peydakirin. Ji Enstîtuya Zanînê ya Tokyoyê Profesor Yasuhîto Sekine ev kifş “ji bo derdorên ku molekulên biyolojîk dikarin lê peyda bibin wekî serbend” nirxand. Hat destnîşankirin ku keşfa li Bennuyê, ji bo lêgerîna jiyanê ya di Mars, Enceladus û Ceresê de gaveke giring e.
Ji Muzeya Dîroka Xwezayê ya Londrwyê Profesor Sara Russell jî van daneyan “di mijara fêmkirina kartêkirina asteroidên wekî Bennuyê ya di peydabûna jiyanê ya li dinyayê de wekî pêşketinekê” nirxandin.