Rêxistinên ku nûnertiyê ji Asûrî-Suryaniyan re dikin li navenda bajarê Qamişloyê çalakiyek lidar xistin.
Partiya Yekîtiya Suryaniyî bi diruşmeya “Bicîanîna mafên xwe yên netewî û olî li Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî garantiya berdewamiya hebûna me ye” li bajarê Qamişlo çalakiyeke girseyî li dar xist.
Bi dehan endamên civaka Suryan-Asûrî, tevî pêkhateyên siyasî û rewşenbîrî yên bajêr, beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakvanan al û sembolên Suryanî, ala serxwebûna Sûriyeyê û pankartên bi nivîsên “Hemû pêkhateyên Sûriyê birayên hev in û em rê nadin parçebûnê”, “Mafên me yên netewî û olî di Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî de, garantiya berdewamiya hebûna me ye”, “Sûriye welatê hemûyan e” û “modela rêveberiya xweser ji bo Sûriyeyê ya herî baş e.` hildan.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê desteya rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Efram Îshaq got ku “Pêkhateya Suryan îro li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê ji Dêrikê heta Quneytrayê heye û hewl dide ku bi pêkhateyên din re bibe hevparê rêvebirina wî welatî û di destûrê de were naskirin, zimanê wê bi fermî were naskirin, ji ber ku ev tişt tenê garantiya rawestandina cudahiya neyênî ye li dijî xiristiyanan e. “
Îshaq banga pêkanîna sîstema nenavendî kir, ji ber ku sîstema herî baş e ji bo birêvebirina welat û parastina pirrengiyên neteweyî û çandî. Di heman demê got ku ew piştgiriya modela Rêveberiya Xweser ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ku li ser bingeha pirrengî û beşdarbûna her kesî di rêvebirinê de, hatiye avakirin.
Îshaq tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûneratiya hemû pêkhateyan dike û modela herî baş e ji bo parastinê û pêkanîna armancan.
Îshaq ji rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam xwest ku di zûtirîn dem de kongreyeke niştimanî ya Sûriyeyê lidar bixe, tê de nûnerên hêzên siyasî û sivîl, eşîr û nûnerên herêman beşdar bibin û nûneratiya hemû pêkhateyan li ber çavan bigire, da ku ji kongreyê rêveberiyeke demkî derkeve holê ku welat bi rê ve bibe heta ku hilbijartinan li gorî destûreke nû pêk bîne.