Atakan şêweyê vegotina nasnameya berxwedanê bû ku cewher, gotin û çalakî di heman demê de bi cih kiribû; êşa demên bihurî û bêçaretiya her serdemê bi serbilindî bi bîr dianî. Warê yekane yê Atakan ziman û dilê wî bû. Gotin nebûya çalakî jî nedibû; gotin û çalakî nebûya azadî bêxwedî dima.
“Hevalno em welatparêz in; divê ev yek bi şênberî bê destnîşankirin. Pênasekirina tenê bi şervaniyê vê nasnameyê bi tenê dihêle. Divê em destnedana nasnameya jorîn an jî bindestiya nasnameya jêrîn bidin aliyekî.
Dema ku em li van çiyayan dimeşin, van taybetmendiyan hemûyan weke pêwîstiyên xwe yên rojane yên di çenteyê xwe de, yan jî weke çeka li milê xwe em hildigirin. Ji bo xwedîderketina li nasnemeya xwe ya neteweyî em ewqasî bar hildigirin. Wê demê divê haya me ji vî barê me hebe. Divê mirov bi çavkaniya vê hişmendiyê dakevin. Divê mirov şer têbigihêjin.
Rast e, me ji tecrûbeyên şer ên şoreşgerî sûd wergirtine. Hevalê Hayrî li zindana Amedê ji ber xwe ve negot ‘Kurdistan vediguhere Vîetnamê’. Tecrûbeya ku PKK’ê di nava dîrokên şoreşê de herî zêde nêzî xwe dît, şoreşa Vîetnamê ye.
Ho Chi Minh di Enternasyonal a 3’yemîn de şaşitiyên reel sosyalîzmê dîtibû û îdeaya Marksîst-Lenînîst li gorî şert û mercên Vîetnameyê bi cih kiribû. Sosyolojiya Vîetnamê rast fêhm kiribû û şerê gel ê şoreşgerî li gorî van pîvanan bi ser xistibû. Îdeolojiya şoreşê li gorî welêt analîz kiribû û çarenûsa xwe hem li hemberî Japonan, hem li hemberî Fransiyan hem jî li hemberî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi şerê gel diyar kiribû. Lewma bi statuya Marksîst a klasîk azad bû.
Biryara ‘Sefera Kurdistanê’ ya Rêber Apo ku sala 1976’an piştî civîna li taxa Dîkîmevî ya Enqereyê wergirt, analîz û tevgera destpêkê ya welatparêzî û partîbûnê bû.
– Ronî: Hevalê Fûat ji bo vê seferê digot ‘Fetha îdeolojîk a Kurdistanê’.
– Rast e. Di heman demê de dihate gotin, eşqa jiyana azad li dil û mejiyên fetihkirî hate bicihkirin. Em ji vir dewam bikin.
Em bala xwe bidin ser; rawestgeha destpêkê ya sefera Kurdistanê bajarên Serhedê bûn. Civînên destpêkê li Qers û Agiriyê hatin kirin. Piştre li Çewlîg, Dep, Dersim, Xarpêt, Amed, Riha û herî dawî li Dîlokê civîn hatin lidarxistin. Sefer gihîştibû armanca xwe.
Ev yek, gotin di cih de be çalakiya fetihkirina îdeolojîk bû. Ji xwe gava destpêkê bû ku welatparêzî ji nava pirtûkên dîrokê bê derxistin û li hişê mirovan bê bicihkirin, destpêka têkoşîna hebûnê ya di çarçoveya Marksîst-Lenînîst de bû.
Di nava şoreşên din de bicihkirina îdeolojiyê piştî pêvajoyên cidî pêk hatiye. Firsed nebûye, yan jî komên şoreşgerî, rêberan nekarîn xwe bigihîne wan şert û mercan ku vê gavê biavêjin. Di pêvajoyên bi krîz de pêngavên şoreşgerî hatine kirin.
Lewma Şoreşa Sowyetê ya Yekemîn a 1905’an ji ber ku welê bû nekarî encamê bi dest bixe. Şoreşa Cotmehê jî li ser vê yekê ava bû.
Nuqteyeke din jî tecrûbeya şer e. Tunel e. Hevalan tunelên li Vîetnamê bihîstine.
Rêbertî got, ‘Bajarên ji tunelan ava bikin’. Li Zapê hîmên wê hate danîn, lê belê ji ber şert û mercên şer ên heyî pêşketinek nîne. Bawerim em ê di dema pêş de bêhtir fêhm bikin ku ev yek çiqasî pêwîst e. Şerê gel divê bişibe Vîetnamê.
Parastina herî xurt a welatparêziyê bi gelbûyîna şoreşê dibe. Jê wêdetir, her kêliya ku gel ji şoreşê dûr be em winda dikin. Dejenerebûna civakî li her devera ku desthilatdarî destê xwe dirêjî wê derê dike heye.
Bala xwe bidinê; berjêr dakevin, dakevin navenda Dersimê, li ber jidestdana cewhera xwe ye. Di dîtinê de dilsoziya bi 38’an heye, lê belê ciwan ji heqîqeta civakî, ji cewhera hişê civakî dûr dikevin. Pirsgirêkên civakî ji xwe re nakin dert.
Lewma têkiliyên bi komên şoreşgerî re lawaz dibin. Divê jinûve bibin xwedî têgihiştinê. Ev yek jî dubare nake; şoreşê taloq dike. Ev rewş ji bo tevahiya Kurdistanê derbas dibe.
Di bingeha azadiyê de welatparêzî heye. Ji bo jinûve avakirina welatparêziyê ev girîng e. Berxwedan jî li ser vê çandê dikare bê rûniştandin û veguhere avakirina sîstema xwe. Lewma yek ji nasnameyên herî bingehîn û xurt welatparêzî ye. Hişmendiya neteweyî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe li dora vê nasnameyê dikare ava bibe.”
MÎNA DENGÊ ÇIYÊ Û AXÊ BÛ
Di vir de navber da axaftina xwe. Her gotineke xwe li mejiyê me dinaqişand.
Dibe ku zarokên herî bedew ên gelê ku wî qalê dikir li kêleka hev rûniştibûn û li Atakan guhdarî dikirin. Atakan jî dilê me germ dikir, hişê me taze dikir.
Têkiliya hişmendiya me weke tava ku li rûyê çiyê dixist ronî dikir, geş dibû. Dengê Atakan ku bi çiyê û ba re di nava ahengiyê de bû, mîna dengê çiyê û axê bû.
Her kêliya xwe gotinek bû, çalakiyek bû.
MAFÊ ME NÎNE KU EM JI HAL BIKEVIN
Gotinên ji bo çalakiyê jî hîn nehatibûn gotin. Atakan seyîdek bû, derwêşek bû, şervanek bû ku dabû ser şopa 1938’an. Di nava hevalên di bin fermandariya wî de bûn ev taybetmendî hebû. Li gel wî weke ku mafê ti ji me tine bû ku em lawaz bin û ji hal bikevin. Acizî weke sûc dihate dîtin. Bê moralî weke heqaretek ji bo çiyê, kevir û Atakan bû.
Zanebûna xwe dişibiya meşekê. Me bi sînorê xwe zanîbû û bi vî rengî em dimeşiyan, ber bi armanca xwe ve diçûn. Gotina xwe neqediya bû, lê belê dema çalakiyê bû. Gotina wî weke ruhê çalakiyê bû. Nebêjin Atakan tenê gotin digot; bi ruhê çalakiyê bû, bi jiyanê têr û tijî bû. Têkiliya gotinê bi jiyanê re datanî.
Gavek, hezar wate…
EM JI ATAKAN HÎNÎ HEZKIRINA WELÊT BÛN
Gotina wî dem bû. Atakan dem bû, dem jî azadî bû…
Hîndekar û xwendekarê Akademiya Çiyê bû. Têkiliya wî ya bi çiyê re hîndekar bû. Ji çiyê hîn dibû, hînî mirovên çiyayî dikir. Em ji Atakan hînî hezkirina welêt bûn. Em bi Atakan re meşiyan, li warê seyîdan me find vêxistin û li mifteya çiyê geriyan.
Her kes kêliyê dijî, lê belê kêm mirov demê bi yekpare fêhm dikin û dijîn. Gelek kêm mirov hene ku zimanê demê zanin û dilê xwe her tim weke çem diherike.
Atakan şêweyê vegotina nasnameya berxwedanê bû ku cewher, gotin û çalakî di heman demê de bi cih kiribû; êşa demên bihurî û bêçaretiya her serdemê bi serbilindî bi bîr dianî. Warê yekane yê Atakan ziman û dilê wî bû. Gotin nebûya çalakî jî nedibû; gotin û çalakî nebûya azadî bêxwedî dima.
Atakan çû, gotin qediya, bû dem, Dersim bê xwedî ma. Dersim bê Atakan ma…
* Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) 11’ê Tebaxa 2018’an li Dersimê şehîd bû.