Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Li ber çavên dewleta Tirk Kurdistan yek parçe ye’
Rojava

‘Li ber çavên dewleta Tirk Kurdistan yek parçe ye’

Ji Rêveberiya Xweser Gulistan Elî anî ziman ku Kurdistan li ber çavê dewleta Tirk yek parçe ye, dixwaze Kurdan bi temamî tasfiye bike û got, PDK bi vî rengî nabîne û hevkariyê pê re dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Alîkara Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî got, li dijî êrîş û lîstikên qirêj ên dewleta Tirk pêwîstî bi têkoşîneke ji hêza cewherî heye.

Gulistan Elî têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku hikumeta AKP-MHP’ê ji hilbijartinê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe. Gulistan Elî got, “Erdogan bi afirandina dijminekî her tim hewl da ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Îro jî heman siyasetê dike. Bi planên êrîşê yên nû yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide xwe ji vê krîzê rizgar bike. Yekane çareya ku ji AKP’ê r maye ew e ku siyaseta xwe derbasî derve bike û bi siyaseta şer careke din li rêyeke rizgarbûnê digere. Ji xwe bi êrîşan ev plana xwe jinûve xistiye meriyetê. Her wiha bi hin hewldanên dîplomatîk hewl dide şirîkan ji xwe re peyda bike. Bi gelek dewletan re hevdîtin kir, hevdîtinên li Iraq û Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de ne. Armanca esasî ya dewleta Tirk a ji van hevdîtinan dagirkirina hin herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo vê jî gelekî hewl da, êrîş jî qet nesekinîn. Li başûr heta niha êrîş birin ser gelek deveran. Dixwaze hikumeta Iraqê tevlî van planên dagirkeriyê bike. PDK heta niha piştgirî dida wan, lê belê vê carê dixwaze bi rengekî çalak tevlî bibe. Bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe.”

Gulistan Elî diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve siyaseta ku PDK dimeşîne zerarên cidî da herêmê û wiha dewam kir, “Bi heman rengî zerareke mezin da Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk ti carî Kurdistan weke çar parçe nedît. Ji ber vê jî her parçeyek li hemberî xwe weke gefeke mezin dît. Polîtîkaya xwe ya der barê Kurdan jî timî bi heman rengî bû. Ti carî weke Rojava, Bakur an jî Başûr lê nenihêrî. Ji bo wan tasfiyekirina Kurdan girîng bû. Mixabin PDK ev yek ti carî bi vî rengî nedît.

Li ti parçeyekî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd, têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe nehate qebûlkirin. Mixabin di her pêvajoyeke hesas de PDK bi aliyê şerê li dijî Kurdan tevgeriya. Yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şoreşê şer dikin, piştgiriya herî mezin ji PDK’ê dîtin. PDK hîn jî di lîstikên mezin ên dijmin de bi roleke girîng radibe. Yê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike, ji bo xêra dewleta Tirk daxuyaniyan dide PDK bi xwe ye. Ev êrîşên li ser Rojava û Başûr wê ne ji bo berjewendiya PDK’ê bin.

Tasfiyekirina Şoreşa Rojava yan jî dagirkirina hin herêmên li Rojava di heman demê de wê bibe dawiya PDK’ê. Divê ev eyk baş bê zanîn, siyaseta li ser çar parçeyên Kurdistanê heman siyaset e. PDK çiqasî bi rengekî parçekirî bibîne û li gorî wê siaysetê bike jî di polîtîkaya îmhayê ya dijmin de Kurdistan ti carî weke parçeyekê ji hev cuda nehate nirxandin. Îro gefeke mezin li ser Başûr heye. Amadekariyên dewleta Tirk û derbasbûna nava Başûr bi destûra PDK’ê dibe. Di asta heyî de êdî dewleta Tirk ne tenê piştgiriyê, her wiha tevlîbûna çalak a leşkerî jî ji wan dixwaze.”

Gulistan Elî têkildarî helwesta gelan a li hemberî van metirsiyan jî got, “Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê em careke din bi hêz û berxwedana xwe, xwe nîşan bidin. Çawa ku di pêvajoyên destpêkê yên şoreşê de me bi hêz û berxwedana xwe pêşî li wan girt, îro jî divê em heman rêxistinî, berxwedan û biryardariya xwe nîşan bidin. Yanî careke din di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, çawa ku bi hêz û têkoşîna gelan û Rêveberiya Xweser di şerê Kobanê de li pêşberî berxwedana mezin a gel ew nikarîbûn bêhelwest bimînin, îro jî bi heman berxwedan, hêza me û rêxistiniya me em dikarin vê pêvajoyê bi xurtî pêşwazî bikin. Naxwe şaş e ku ji hêz û dewletên cuda hêvî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MOP’ê têkildarî salvegera Seyfo daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî xwe ji mîtînga mezin a 25’ê Sibatê re amade dike

DEM Partî 25'ê Sibatê wê 'Mîtînga Demokrasî û Azadiyê' lidar bixe. DEM Partiyê banga tevlîbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî li Mêrdînê wê Ahmed Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin

DEM Partiyê ragihand ku ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê Ahmet Turk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bazarcixê erd hejiya

Li navçeya Bazarcix a Mereşê di mezinahiya 5.0 pileyê erd hejiya.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gaziyan şehîd Zîlan bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Eşkere bû ku pêwendiya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê yekser bi qetilkirina Elewiyan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?