Li Kuridstanê ku li gel polîtîkayên şerê taybet bûyerên kuştina jinan gelekî zêde bûye, kiryar bê guhertin jî rêbaz û parastina li pişt kuştinê naguhere. Kiryar kêmkirina ceza ya bi ‘rewşa baş’ û ‘tehrîka neheq’ a dadgeriyê ji xwe re mînak dibînin û parêznameyên di dozên berê de hatine bikaranîn lêkolîn dikin û li dadgehê heman gotinan bi kar tînin.
Di kuştina jinan a dema dawî de ya li Amedê, di parêznameyên kiryaran de ev rewş careke din derkete holê. Arselan Akdemîr ê ku Sûltan Kara kuşt xwe li parastina “Ez dîn im, rapora min heye” girt. Cemal Alparaslan ê ku Îlayda Alkaş kuşt di rûniştina destpêkê de gravat xist stuyê xwe.
Endama Rêveberiya Baroya Amedê Derya Yildirim bal kişand ser bandora parastina kiryaran a di dozên kuştina jinan de ya li ser pêvajoya darizandinê û got, kêmkirina ceza ya bi hincetên tehrîka neheq, rewşa baş û xerabiya derûniyê piştperdeya kuştina jinan dinixumîne.
Derya Yildirim ragihand ku kiryar parêznameyên xwe yên di pêvajoya darizandinê de veguherandine rêbazekê û got, “Em ji medya dîjîtal û çapemeniyê dişopînin bê di kîjan dosyayên kuştina jinan de kîjan parêzname dibe sedema daxistina ceza, dewlet û meqamên dadgeriyê bi kîjan hincetan ceza kêm dike. Kêmirina ceza ya bi hinceta tehrîka neheq, parêznameyên li ser esasê xerabiya derûniyê yan jî sedemên bêcezakirinê bêyî ku lêkolîneke berfireh li ser bê kirin tê dayin. Ev jî ji bo sûcdaran veguheriye mekanîzmayeke cidî ya parastinê.”
Derya Yildirim axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku mirov bal axwe didin ser temamiya dosyayan, dibînin ku kiryar tenê têklidarî kêliya kuştinê tê darizandin, dadgerî pêvajoya beriya kuştinê ji nedîtî ve tê. Em dibînin ku beriya kuştinê gelek tundî li jinê tê kirin, li gel ku alîkarî ji gelek saziyan hatiye xwestin jî tedbîr nehatiye girtin an jî biryarên dûrxistinê yên necidî hatiye dayin. Mixabin di dema darizandinê de ev yek nayê dîtin; tenê darizandin li ser kêliya kuştinê tê kirin.”
Derya Yildirim ragihand ku ji bo pêşî li kuştina jinan bê girtin divê pratîka dadgeriyê bê guhertin, tundiya li jinê tê kirin li ber çavan bê girtin û got, “Bi taybetî di kuştina jinan de divê ti hincet ji bo kuştinê nebe sedema daxistina ceza ya ji ber tehrîka neheq. Baş tê zanîn ku ew pêvajo ji nişka ve rû nedaye. Rabirdûyeke xwe heye: Tundiya li jinê, biçûkxistina daîmî, xwestina alîkariyê û hiştina bê çareserî. Di jiyuana jinê de, ji aliyê dadgeriyê ve eşkere ye ku xeteriya jiyanî li ser heye. Beriya her tiştî ji bo parastina jinê divê mekanîzmayeke cidî ıya kontrolê bê pêkanîn.”

