Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokwewkîlê Meclisê Celal Adan re civiyan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku di civînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk danûstandin hatine kirin.
Di hevdîtinê de li ser merhaleya pêvajoyê ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin nirxandin hatin kirin.

