Wezîra Karên Derve ya Awustralyayê Penny Wong di derbarê xistina nava lîsta terorê ya Supayê Pasdaran a Îranê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Îran ji her du êrişên di 26’ê Cotmeha par yên li bajarên Sydney û Melbourne yên li dijî Cihuyan hatine kirin berpirse.
Hatiye gotin ku piştî nirxandinên îstixbarata Awustralyayê ya li ser van êrişan, biryar hatiye dayîn ku Supayê Pasdarên Îranê bixin nava lîsta terorê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji roja Sêşemê ve heft roj dem ji balyozê Îranê yê li Awûstralyayê re hatiye dayîn ku ji Awustralyayê derkeve.
Hêjayî gotinê ye Supayê Pasdarên Îranê ji aliyê beşek ji welatên Ewropa û Amerîkayê ve hatiye xistina lîsta terorê. Wek sedem jî piştgiriya Supayê Pasdaran a ji bo êrişên çekdarî û aloziyên ku li wan welatan derdikevin, nîşan didin.

