Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bezwan: Divê Kurd momentên jeopolîtîk rast binirxînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari li nexweşxaneyê serdana Çîçek Otlû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeya Nîksar a Tokatê bi pileya 5.5 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şal weke ‘sûc’ hate nîşandan!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gundên Kurd-Elewî yên Gimgimê di xeteriyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Salih Muslim li Kerkukê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşa li ser baregeha pêşmergeyan: 2 peşmerge jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim li Mexmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser kampa PDK-Î ya li Soran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Salih Muslim êdî nemir e, hêzeke rasteqîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aynûr Paşa: Tecrîda ku 26 sal in dewam dike, binpêkirina mafên bingehîn e
Rojava

Aynûr Paşa: Tecrîda ku 26 sal in dewam dike, binpêkirina mafên bingehîn e

Parêzer Aynûr Paşa anî ziman ku tecrîda giran a 26 salan a li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e û destnîşan kir ku ev kiryarên li dijî pîvanên hiqûqa navneteweyî li pêşiya mafên bingehîn asteng e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Parêzer Aynûr Paşa têkildarî tecrîda giran a li Îmraliyê ya li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî. Aynûr Paşa anî ziman ku Rêber Apo gelên dilxwazê azadî û demokrasiyê temsîl dike û got, “Lewma tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîdek li dijî gelan e.”

Aynûr Paşa destnîşan kir ku li gorî qanûnên dewletan ên têne guhertin, mafê girtiyekî cezayê muebbetê lê hatiye birîn heye ku careke din bê darizandin, sûdê ji mafê hêviyê werbigire û ragihand ku şert û mercên giran ên tecrîdê bi ti awayî hukmê xwe yê hiqûqî nîne.

Bi dewamî Aynûr Paşa got, “Şert û mercên giran ên tecrîdê ku 26 sal in dewam dike, radixe pêş çavan bê mafên Birêz Ocalan çawa têne binpêkirin. Di nava sîstema hiqûqê ya Tiriyeyê de mafê girtiyekî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn heye ku piştî demekê ji nû ve bê darizandin. Ev rewş ji aliyê pîvanên hiqûqî yên navneteweyî û belgeyên mafên mirovan ve tê naskirin. Rewşa Birêz Ocalan dibe sedem ku bê pirsîn, bê ev pîvan di kîjan astê de tê bicihanîn. Nûbûna înfaza ceza pêvajoyeke dînamîk e ku veguherîna hiqûqî xurt dike. Yanî kesên ku ceza li wan hatiye birîn dikarin bixwazin ku di çarçoveya pîvanên hiqûqî yên hatine guhertin de ji nû ve bê darizandin û mafê hêviyê bi kar bîne.

Şert û mercên tecrîda giran ku 26 sal in dewam dike, divê weke nîşaneya şênber a wê yekê bê nirxandin bê mafên mirovî yên bingehîn ên Birêz Ocalan û berjewendiyên hiqûqî çawa têne binpêkirin. Ev pêvajo li pîvanên bingehîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan nayê. Di nava vê de mafê yekparebûna fîzîkî, derfetên xizmeta tenduristiyê û sûdwergirtina ji xizmetên parêzeriyê hene.”

Di dewama axaftina xwe de Aynûr Paşa işaret bi hevdîtinên dawî yên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê nirxand û got, “Krîzên li Rojhilata Navîn û nexşerêya Rojhilata Navîn a ku hewl tê dayin ji nû ve bê êzkirin, rewşa Tirkiyeyê krîtîk dike. Mirov dikare axaftina Devlet Bahçelî jî weke sedema ji vê rewşê re nîşan bidin. Lê belê yên ku vê daxwazê dikin divê baş zanibin ku danîna şert, bazarî li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku li gorî hiqûqê dem hatiye ku Birêz Ocalan sûdê ji mafê hêviyê werbigire. Yê ku mafê hêviyê taloq dike û hewl dide ji rojevê derxîne Tirkiye bi xwe ye. Lewma danîna şert û bazarî ji xwe tê wateya dijberiya li hiqûqê. Sedema herî girîng a rûdana rewşa heyî têkoşîna hevpar a ‘Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ye’ ku li cîhanê deng veda. Gelê Kurd û dostên wan bi têkoşîna xwe ev asta heyî afirandin. Eger mirov bînin bîra xwe ku tecrîd hîn nehatiye rakirin, hingî hevdîtinên ku hatine kirin nîşan didin ku Tirkiye di bin zextê de ye.

Divê ev yek jî neyê jibîrkirin; Tirkiye ku ketiye nava tengaviyeke siyasî, civakî û aborî, ji her alî ve neçar ma ku berê xwe bide gelê Kurd. Eger mirov bala xwe bidin ser dîroka Tirkiyeyê wê bê dîtin ku dema bi gelê Kurd re tifaq kir timî bi ser ket. Xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk wê Tirkiyeyê ji tengaviyê rizgar bike. Lê belê Tirkiye ne bi rengekî stratejîk, lê bi taktîkî nêzî vê yekê dibe. Ji ber vê jî polîtîkayeke ku bi hestên gelê Kurd dilîze dimeşîne. Bi gotinên ‘Em bi gelê Kurd re ne’ hewl dide ji krîza heyî rizgar bibe. Divê hay ji van polîtîkayan hebe.

Pêvajo bi înîsiyatîfa Birêz Ocalan dimeşe û weke ku di 7 xalên hatin pêşkêşkirin de hate dîtin, Birêz Ocalan ji çareseriyê re amade ye. Li Tirkiyeyê demokratîkbûn, afirandina jiyaneke wekhev bi paradîgmaya Birêz Ocalan dibe. Li gorî gotinan, di 15’ê Sibatê de wê Birêz Ocalan daxuyaniyekê bide. Her kes li benda vê daxuyaniyê ye. Tirkiye heta niha di asta ku tê hêvîkirin nêzîkatî li rewşê nîşan neda û helwesteke şênber nîşan neda ku dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike yan na. Piştî vê daxuyaniyê wê nêta wan diyar bibe. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke ji dil heye. Birêz Ocalan bi hemû hêza xwe alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê ye, hêza xwe bi temamî seferber kiriye. Hêviya me ew e ku Birêz Ocalan ji Îmraliyê derkeve û ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokê Giştî yê CHP’ê serdana Ahmet Turk kir
Nûçeya Pişt re ‘Em ê heya dawî girêdayî Rêberê xwe bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bexdayê dest li sîstema kota û hilbijartinê ya Hewlêrê werda

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku hejmara kursiyên kota yên li Parlamenta Herêma Kurdistanê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Paşînyan ji bo endamtiya YE’yê banga şêwira neteweyî kir

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan bang li hemwelatiyan kir ku li ser îhtîmala bûyîna endamtiya Yekîtiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êrîvanê jinan komkujiya Şengalê şermezar kirin

Saziya Yekîtiya Jinên Azad a Ermenîstanê, bi wesîleya salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê daxuyaniyek dan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê Salih Muslim li gundê Şêranê hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Salih Muslim gihîşt gundewarê Kobanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê sersaxiya ji bo Salih Muslim dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?