Yekşem, 29 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Divê derfetên têkiliya yekser a bi Abdullah Ocalan re bêne afirandin
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê derfetên têkiliya yekser a bi Abdullah Ocalan re bêne afirandin

Berdevka DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî êrişên 'zanebûn' ên li hemberî Rêber Apo da û got, "Eger der heqê Ocalan de tiştekî tê meraqkirin hebe, hingî tenê tiştek heye ku divê bê kirin; bila derfetên têkiliya yekser a bi Ocalan re bêne afirandin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan tekildarî bûyerên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku ew piştî civîna MYKê daxuyaniyê didin û li ser biryarên hatinê girtin, nirxandinên hatine kirin dê agahdariyekê bikin. Ayşegul Dogan bertek nîşanî operasyona girtina li dijî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) da û got ku ew operasyon, êrişên ji bo çewisandina muxalefete û tasfiyeyê ne. Ayşegul Dogan diyar kir ji aliyekî ve hewldanên demokratîkbûyinê ji aliyê din vê jî girtina siyasetmedar û rojnamegeran fikaran çêdike û got ku divê desthilat dev jî van sepanan berde.

Di dewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser bûyerên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ji salvegera banga 27ê Sibatê re rojên kêm mane. Birêz Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga dîrokî kir û tevgera wî jî li gorî vê yekê gav avêt. Di nava salekê de gelek bûyer qewimîn. Lê hê jî ji aliyê hiqûqî vê gavên şenber nehatinê avetin. Em li bendê ne ku rapora hevpar amade bibe. Metneke pêşnûme derket. Êdî komîsyon hatiyê asta amadekirina rapora hevpar. Nûman Kûrtûlmuş got divê rûmeta gelê Kurd û Tirk bê parastin. Em jî dibêjin divê rapora hevpar li gor vê yekê be. Bendewariya gel jî ev ê ku hiqûq û edalet pêk were.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew di salvegera komploya navneteweyî de ne ku li hemberî Rêber Apo hate kirin û got, “Eger em vê komployê baş nenirxînin em ê nikaribin pêşerojê baş binirxînin. Li ser birêz Ocalan êrişên medyayê hene. Lê paradîgmaya jiyana bi hev re ya birêz Ocalan piştî van êrişan careke din bi awayekî şênber eşkere bû. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo êşên derbasbûyî careke din rû nedin bi kedeke mezin tê domandin. Em di salvegera 27’emîn a komployê de bang dikin hurmet ji têkoşîna aştî û demokrasiyê re bê nîşandan. Eger têkildarî Ocalan tiştek tê meraqkirin, hingî tenê tiştek heye ku bê kirin; ew jî afirandina derfetên têkiliya yekser a bi Ocalan re ye. Em ji xwe vê dibêjin.”

Di berfirehiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan bi lêv kir ku şandeya Îmraliyê ya partiya wan bi Serokkomar re hevdîtin pêk aniyê û wiha têkildarî mijarê wiha got: “Di vê hevdîtinê de li ser rapora hevpar a komîsyonê meclisê jî gotobêj hat kirin û hat gotin ku divê rapora hevpar, mafê hemû kesan bihewîne. Her wiha bûyerên li Rojhilata Navîn jî hatin rojevê. 25 TIR ên alîkariyê gihiştin Kobanê. Divê li gor pêvajoyê deriyên sînor vebin û sînorên di heşmendiyê de jî hilweşin.”

Ayşegul Dogan derbarê guherîna wezaretên dad û navxweyî de jî ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê daraz tu car xweser nebû. Niha jî wisa ye. Di rewşeke wisa de Serdozgere ku navê wî pir tê nîqaşkirin bû wezîrê dadê. Em jî bang li wî dikin ku li gor mekazagonê tevbigere. Biryarên AHÎMê pêk bîne. Civak jî meraq dike û dişopînê bê ka dê wezîrê dadê li gor hiqûqê tevbigere an na. Ji bo wê jî em dibêjin divê girtiyên siyasî yên bi awayekî li dijî hiqûqî hatinê girtin, girtiyên doza Kobanê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, girtiyên Geziyê li gor biryarên AHÎMê bên berdan.”

Ayşegul Dogan anîz ziman plansaziyên wan ên derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û 21’ê Adarê Pîrozbahiya Newrozê de xebatên wan didomin. Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan li ser pirsa Mafê Heviyê ya hatiye kirin de bersiv da û diyar kir ku mafê hêviyê yê Rêber Apo wê di rapora hevpar de cih bigire.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Çemê Nîlê yê li Sûdanê keştî noqî binê avê bû: Herî kêm 21 kes mirin
Nûçeya Pişt re DEM Partî û partiyên sosyalîst ji bo piştevaniyê serdana ESP’ê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan

Li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê…

Ji aliyê Stêrk TV

Iraqê bi şîrketa enerjiyê BP’yê ya Îngilîz re peymanên nû îmze kirin

Hikûmeta Iraqê li Kerkûkê ji bo bikaranîna 4 qadên petrol û xazê bi şîrketa enerjiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşînek civakî bê kirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di gotûbêja pirtûka “Komxebeta Di Girtîgehê De Jinbûn”…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?