Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan
Jin

Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan

Li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di nava salekê de bi sedan sûcên ji kuştin, destdirêjî, êşkence û revandina jinan qewimîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinan, tundiya li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê ya li hemberî jinan careke din kete rojevê.

Ji ber li herêmên dagirkirî derfeta lêkolîneke bi tenduristî tune ye, hejmarên rast jî tam nayên zanîn. Lewma em tenê agahiyên ku gihîştine ber destê saziyên têkoşîna li dijî tundiyê parve dikin.

Li gorî daneyên ku Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin belge kirine, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara 2025’an li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 25 jin hatine qetilkirin, 37 jin hatine birîndarkirin û 23 jin jî hatine revandin.

Rêvebera Cîbicîkar a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin Şêrîn Çolî çavdêriyên saziyê yên li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ANHA’yê re nirxand û got, “Li van herêman jin rastî her cûr tundiyê tên. Taybet li Efrînê hêjmara jinên ku tên revandin her ku diçe zêde dibe. Jinên tên girtin û di girtîgehan de rastî êşkenceyên herî tund tên. Her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî jin tên revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.”

Şêrîn Çolî bal kişand ser rewşa jinên Êzidî yên li Efrînê û diyar kir ku çekdarên li wê deverê jinan bi darê zorê baweriyên wan didin guhertin, hîcabê li wan dikin û zorê lê dikin ku navên xwe biguherin û çekdarên wan bi zorê bi xwe re dizewicînin.

Şêrîn Çolî destnîşan kir ku li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber binpêkirinên ku li dijî jinan tê kirin, bi gelek jinan re nexweşiya derûnî çêbûne û ji ber wê jî xwekuştin zêde dibin.

Şêrîn Çolî da zanîn ku ew weke navend van binpêkirinan belge dikin û ji gelek aliyên peywendîdar ên girêdayî hiqûqê û mafê jinan re dişînin û got: “Carnan bersiva me tê dayîn, lê piştî demeke dirêj nû bersiv tê.”

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ji Mijdara 2024`an heta 1`ê Mijdara (2025) belge kirine, li Efrînê 14 jin hatine qetilkirin, 22 birîndar bûne (ji ber tundiyê) û 30 jî hatine revandin (hin ji wan eqûbeta wan ne diyar e).

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji Çileya 2025`an heta Îlona 2025`an li Cizîrê bi êrişên balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin, li kantona Firatê bi balafira bê mirov 2 jin û bi topbaranê jinek hatine qetilkirin. Minbicê bi balafira bê mirov, êrişeke çekdarî û teqînan 19 jin hatine kuştin. Li Efrînê bi êrişên çekdarî, xwekuştin 7 jin hatine qetilkirin. Her wiha li Cizîrê 4 jin bi topbaranê, li Firatê 3 jin bi bombebarana balafira bê mirov û topbaranê, li Minbicê 36 jin bi rêya balafira bê mirov û teqînan, li Efrînê 3 jin bi êrişên çekdarî birîndar bûne. Êriş, topbaran û bombebarana bi balafiran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ne.

Ji Mijdar-Kanûna 2024`an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, li Efrînê 2 jin bi êrişeke çekdarî birîndar bûne, li Minbicê bi topbaranê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jî birîndar bûne, bi êrişeke çekdarî 2 jin hatine kuştin, bi bombebarana balafira bê mirov jinek hatiye qetilkirin û jinek hatiye revandin. Li Kobanê 2 jin bi topbaranê û 2 jinên din bi balafira bê mirov hatine qetilkirin. Li Eyn Îsayê bi bombebarana balafira bê mirov 2 jin hatine qetilkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di sala 2024’an de li herêmên şer nêzîkî 12 hezar zarok hatin kuştin an birîndarkirin
Nûçeya Pişt re Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî!

Klîmayan vemirînin û vegerin serdema jîngeha siruştî. Ev jîngeha çêkirî jîngeheke sexte ye û bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

Endama Akademiya Jineolojiyê Fîgen Aras di atolyeya jinê de axivî û got, “Em azad nebin…

Ji aliyê Stêrk TV

YRK’ê nasnameya 3 şehîdên HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê nasnameya 3 gerîlayên HPJ’ê eşkere kir û got, “Bûn nimûneya sekna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR’ê xwest ciwanên 8 sal in ji Efrînê bi kêfî revandine Tirkiyeyê bêne berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?