În, 3 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîgen Yuksekdag tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Îstîxbarata Baasê li Hewlêrê mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo serketina pêvajoyê qanûnên pêwîst diyar in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika girtiyekî: Em dixwazin zarokên me derkevin derve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê pêşbirka werzîşê hat lidar xistin û li Qendîlê 77 şitilên daran hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Adil Osman: Bandora fikrî ya Rêber Apo zanebûna neteweyî bi pêş xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Festîvala Rojên Amara bi hezaran kes ber bi Xelfetî bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya têkildarî salvegerê: Em bi gaveke din nêzî azadiyê bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin
Jin

Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan, ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe divê em xwedî li hev derkevin û hev xurt bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Îsal, jin wê careke din 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, derkevin kolanan. Çalakiyên curbicur bi pêşengiya TJK-E’yê di 13’yê Mijdarê de dest pê kirin û li 9 welatên Ewropayê berdewam dike. Çalakî dê heta 29’ê Mijdarê bidome. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) îsal bi rêxistineke xurt çalakiyan lidar dixe. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan li ser çalakiyên ku dê bên lidar xistin ji ajansa me re axivî.

Ayten Kaplan diyar kir ku tevî avahiya demokratîk a Ewropayê û parastinên qanûnî yên heyî jî, tundûtûjiya li dijî jinan û kuştina jinan hîn jî zêdeye û got, “Li Elmanya, kuştina 254 jinan berî dawiya salê mînakek berbiçav a vê yekê ye. Kuştina Dîlan K. li Ludwigshafenê, li ber çavên zarokên wê careke din kêmasiya qanûnê di parastina jinan de nîşan da.

Em bi taybetî dibînin ku hejmara kuştinên jinan her sal ber bi asteke cuda ve diguhere. Ji ber ku têgihiştina civakê nikare hişmendiya mêr a ku Rêbertî wekî ‘kujerê kastîk’ pênase dike, bişkîne û ev yek hêdî hêdî kûr dibe. Qanûnên ku ji bo parastina jinan hatine çêkirin nayên bicîhanîn û mekanîzmayên wekî stargeh, saziyên parastina zarokan, dadgehên malbatê û polîs bi bandor kar nakin.”

Ayten Kaplan, anî ziman ku çareserî ew e ku îradeya jinan were xurtkirin, xweparastin bê pêş xistin û mekanîzmayên ku kombûna jinan bikaribin bi hev re bertek nîşan bidin werin afirandin. Ayten Kaplan wiha domand, “Divê ev pêvajo bi awayekî giştî were çareserkirin, ji takekesî dest pê bike û bigihîje civakê. Girîng e ku yekîneyên jinan ên di rêveberiyên herêmî de roleke çalaktir bilîzin û bi rêxistinên jinan re têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Têkoşîna li dijî kuştina jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, di heman demê de ya tevahiya civakê ye. Divê civak bersiveke xurt li hember tundûtûjiyê pêş bixe û rê li ber normalîzebûna wê bigire. Divê tevgerên jinan avaniya parçebûyî derbas bikin û çalakî û kampanyayên hevpar bi hev re pêş bixin. Ev yek hewcedariyeke bingehîn e.”

Ayten Kaplan, da zanîn ku di 25’ê Mijdarê de jin îsal jî derdikevin kolanan û got, “Dirûşmeya wan a îsal “Jin li dijî şerê we dimeşin û têkoşîna xwe xurtir dikin.” Ev dirûşme armanc dike ku encamên wêranker ên şerên li çaraliyê cîhanê – li Ukrayna, Rojhilata Navîn, Efrîka û Efganîstanê – li ser jinan nîşan bide. Ji ber ku di her şerî de, jin û zarok herî zêde dibin qurbanî; polîtîkayên kuştina jinan, destdirêjî û koletiyê zêde dibin. Hemû êrîşên li ser jinan wekî beşek ji şerê taybet ê ku li dijî îradeya jinan a ku mafên xwe dixwazin û beşdarî jiyana civakî dibin tê meşandin.

Ji ber vê yekê, 25’ê Mijdarê wekî rojek berxwedana rêxistinkirî li dijî tacîz, destdirêjî, koletiyê û hemû cureyên tundûtûjiyê girîngiyê digire. Jin dê hêz, têkoşîn, hevgirtin û rêxistina xwe li kolanan nîşan bidin.”

Ayten Kaplan, ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê jî ev tişt anîn ziman, “Îsal, li gelek welatan bernameyek berfireh ji bo 25’ê Mijdarê tê plankirin. Perwerde, panel, semîner û komxebat dê werin lidarxistin da ku jin pêvajoyên ku têne jiyîn, polîtîkayên tundûtûjiyê û hewcedariya rêxistinbûnê çêtir fêm bikin.

Di 25’ê Mijdarê de, gelek protesto û xwepêşandanên girseyî dê werin lidarxistin, bi taybetî li kolanan. Heta niha, bi qasî 50-60 çalakî hatine plankirin. Armanca van çalakiyan ew e ku îradeya jinan nîşan bidin, hişmendî were bilindkirin û têkoşîn were berfirehkirin. Hem lêkolînên teorîk û hem jî yên pratîkî dê li gelek deverên Ewropayê werin kirin.”

Ayten Kaplan, di dawiyê de wiha bang li jinan kir, “Divê tu jin bê rêxistin nemîne; ji ber ku tenê bi rêxistinbûnê em dikarin hem li dijî zordariya pergalê û hem jî li dijî rolên ku ji hêla hişmendiya serdest a mêr ve têne ferzkirin, xurttir bibin. Niha dem dema ku em mîrata berxwedana jinan, ji xwişkên Mîrabel heta Rosa û Sakîne, berfireh bikin û ber bi siberojê ve bibin. Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe, divê em xwedî li hev derkevin, hêz bidin hev û hev biparêzin. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû jinan dikim ku di 25’ê Mijdarê de dengê xwe li kolanan bilind bikin, îradeya xwe biparêzin û pêşengiya têkoşîna azadiyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê
Nûçeya Pişt re Li Siwêdayê şer qewimî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

Berpirsyarê Tîma kolandina Gorên Komî ya Şengalê ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûmeta li Şikefta Caseneyê

Dem wê kêliyê cemidî. Besê Hozat û şervanên jin ên ku mîrateya berxwedanê ya Gulnaz…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hindistanê ji ber vedana birûskê herî kêm 63 kes mirin

Li eyaleta Uttar Pradeş a li bakurê Hindistanê û li eyaleta Biharê ya li rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mihrîcana Rojên Amarayê li Xelfetiyê bi coş dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD: Di protestoyên Rojava de herî kêm 930 kes hatin binçavkirin, 123 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê pêşbirka werzîşê hat lidar xistin û li Qendîlê 77 şitilên daran hatin çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?