Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Şervaneke YPJ’ê şehîd bû
Jin

Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

Fermandariya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Dilvîn Hiso 19’ê Çileyê li Dêrazorê şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervana xwe Dilvîn Hiso ku li Dêrazorê şehîd bûye, aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevala me Dilvîn Hiso ku bi navê Nûdem Ararat di nava refên têkoşînê de dihate naskirin, li bajarê berxwedanê Kobanê di nava malbeteke welatparêz de hate dinê. Bi rihê berxwedana 19’ê Tîrmehê û serkeftina Kobanê mezin bû. Ew hîn di zarokatiya xwe de wateya rûmetê û parastina axê fêr bû.

Rêwîtiya ji Kobanê heta Dêrezorê, Nûdemê bi vîn û daxwazeke mezin berê xwe da eniyên herî dijwar. Wê dizanibû ku azadiya Kobanê bi azadiya Dêrezorê û tevahiya herêmê ve girêdayî ye. Ew ne tenê şervanek bû; ew nûnera xeta jina azad, mîlîtaneke doza mirovahiyê û mîmara jiyana nû bû. Bi rûyê xwe yê biken û bi baweriya xwe ya xurt, di dilê hemû hevalên xwe de cih girt.

Şehîd Nûdem her tim bi rûkenî û bi enerjiyeke mezin ber bi serkeftinê ve dimeşiya. Wê felsefeya jiyana azad di kesayetiya xwe de dabû rûniştandin. Ked û têkoşîna wê dê her tim di dîroka me de bibe mîrateyeke nemir. Hevrêya me Nûdem bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên mirovahiyê û azadiya Kurdistanê dihat naskirin. Di her kêliya jiyana xwe de li dijî her cure tarîtiyê bû mertal û bi wêrekiyeke mezin ber bi mirinê ve meşiya da ku jiyaneke nû ava bike. Di nava jiyana şoreşê de bi kedkarî, fidakariya û dilnizmî di dilê hemû hevalên xwe de cihê xwe heta dawiyê girt.

Dema ku tarîtiya paşverû û dagirkeriyê dixwest careke din axa me bixe bin destê xwe, Nûdem Ararat li Dêrezorê li dijî hemû êrîşan bû mertal. Wê bi fidakariyeke bêhempa, heta nefesa xwe ya dawî parastina nirxên mirovahiyê kir û di encama berxwedaniyeke mezin de gihîşt asta şehadetê.

Soza me ew e ku em xewn û xeyalên wê pêk bînin. Şehadeta heval Nûdem ji bo me hem fermanek, hem jî hinceta mezinirina têkoşînê ye. Ew keça Kobanê ya çavvekirî, îro li her bihosta axa Dêrezorê di nava gulan de şîn dibe. Wê mîrateyek li pey xwe hişt ku tu carî nayê ji bîr kirin û nayê windakirin. Em di serî de sersaxiyê ji malbata wê ya hêja re, ji gelê me yê Kobanê û ji hemû gelê me yê azadîxwaz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala ku hevrêya me Nûdem li Dêrezorê bilind kiriye, li seranserê welat bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Nasnameya şehîd bi vî rengî ye:

Nav û paşnav: Dilvîn Hiso

Nasnav: Nûdem Ararat

Navê dayikê: Lemya

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 19.01.2026

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Heleb û Efrînê meha Adarê 13 kes hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MAK’ê bang kir ku di 1’ê Gulanê de têkoşîn bê mezinkirin

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek da û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stockholmê panela 25’ê Mijdarê: Hîn zêdetir têkoşîn û xweparastin!

Li paytexta Swêd Stockholmê panela ‘25’ê Mijdarê’ hate lidarxistin, îşaret bi girîngiya rêxistinbûn û xweparastinê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em hene û em ê her hebin’

Dayika du şehîdan Hacer ku li eniya herî pêş a berxwedana li Bendava Tişrînê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Hesen Ehmed hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?