Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşan ya Silêmanî, Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê, Dr. Mihemed Hesen, pêşwazî kir.
Li gorî medya YNK’ê di civînê de behsa rewşa ewlekarî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha geşedanên dawî yên li herêmê hatiye kirin.
Serokê YNK’ê derbarê şer û aloziya li herêmê de got; “Em li dijî şer û wêrankariyê ne, em piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan ya bi rêya danûstandinan.”
Di civînê de hate xwestin ku hewldanên ji bo dûrxistina bandora şer a li ser Herêma Kurdistan û Iraqê zêdetir bibin.