Aktîvîst Bahir Mahmud ku ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ye, di hevpeyvîneke taybet de ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 4’ê Nîsanê wekî “werçerxeke dîrokî” bi nav kir. Wî destnîşan kir ku ev roj ne tenê bi jidayikbûna kesekî ve girêdayî ye, lê belê ji bo gelê Kurd destpêka qonaxeke nû ya siyasî û fikrî ye ku felsefeya hebûnê di cewhera xwe de hildigire.
Mahmud di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 4’ê Nîsanê û rojbûna Rêber Apo û got: “4’ê Nîsanê ne tenê pîrozkirina rojbûna mirovekî ye; pîrozkirina rojbûna rêbertiyekê ye ku di serdemeke hesas de ji bo rizgariya Kurdan hatiye dinê.
RAMAN Û FELSEFEYA RÊBER APO HÊZA TÊKOŞÎNA KURD PÊK TÎNE
Mahmud diyar kir ku tevî dîlgirtina demdirêj a Rêber Apo jî, ramanên wî paş de neçûne, berovajî vê yekê li qadeke berfireh belav bûne û wisa dewam kir: Rêber Apo tevî ku bi salan e di zindanê de ye, raman û felsefeya wî di nav gel de zindî ye û rêberiyê ji civaka Kurd re dike.
NÎŞANEYA BERXWEDAN Û FEDAKARİYÊ YE
Mahmud ramanên Rêber Apo wekî bingeha hebûna Kurd pênase kir û bal kişand ser rola wî ya di afirandina hêviya neteweyî de: Abdullah Ocalan felsefeya hebûna Kurd e; sembola berxwedan û fedakariyê ye, rizgarîkerê gelê Kurd e. Ew; li qada azad, di têkoşîna leşkerî de û heta di zindanê de jî bûye mînaka zanyariyê û sembola berxwedanê.
DI ZINDANÊ DE JÎ DÎROKÊ DINIVÎSÎNE Û BÛYERAN BIRÊVEDIBE
Mahmud destnîşan kir ku zindan ji aliyê Rêber Apo ve çawa hatiye veguherandin bo navendeke perwerde û hilberîna rewşenbîrî: Wan wisa dihesiband ku dê zindanê bikin cihê tunekirina ramanên Rêberê Kurd. Lê belê Rêber Apo karî zindanê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê veguherîne dibistana rizgariya welat û hêlina perwerdeyê. Ev têkoşîna li zindanê, mînaka herî mezin a dehayê rêbertiyê ye û peyamên wî îro jî digihêjin gel û ronahiyê didin têkoşînê.
Bahir Mahmud di berdewamiya axaftina xwe de berawirdiyeke dîrokî kir û got: Mîna Mandela, divê em bibêjin ku di nav rêberên mezin ên ku di zindanê de jî dîrokê dinivîsînin û bandorê li ser bûyeran dikin, cihê Abdullah Ocalan taybet e.
BI SAYA RAMANÊN RÊBER APO KURD NÊZÎ ARMANCÊN XWE BÛNE
Mahmud li ser têkiliya rewşa cîhanê ya niha, pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ramanên Rêber Apo re axivî û guncavbûna vê îdeolojiyê ji bo serdemê wiha anî ziman: “Ramanên Abdullah Ocalan li gorî serdemê ne. Ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk, xaleke wisa ye ku dijmin nikare red bike. Ev felsefe xwe dispêre demokrasiyê, aştiyê û piştgiriya gelan; dikare Kurdan bigihîne mafên wan. Kurd, bi taybetî bi saya vê fikrê ji her demê bêtir nêzî armancên xwe ne.”
FELSEFEYA RÊBER APO BIKIN BINGEHA TÊKOŞÎNA NETEWEYÎ
Aktîvîstê Bahir Mahmud axaftina xwe bi banga yekîtiya Kurd û xwedîderketina li vê felsefeyê bi dawî kir: Abdullah Ocalan hebûneke neteweyî û milî ye; îdeolojiya wî nîşaneya serkeftina Kurdan û têkçûna dijmin e. Heke Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê xwe bispêrin ramanên Abdullah Ocalan, dikarin bigihêjin qonaxa dawî ya rizgariyê û bidestxistina mafên neteweyî. Ji ber vê yekê, ji bo avakirina eniyeke yekgirtî û bihêz, divê hemû parçeyên Kurdistanê vê felsefeyê bikin bingeha têkoşîna neteweyî.

