Bahoza Melissa, ku li Karayîban xist, bû yek ji bahozên tropîkal ên herî bihêz ên salên dawî.
Li Haîtîyê herî kêm 20 kes ku piraniya wan zarok in mirin û 10 kes winda ne. Li Jamaîka û Kubayê wêraniyek mezin pêk hatin. Li Panama 3, li Jamaîka 3 û li Komara Domînîkî jî kesek mirin. DYE’yê û û Keyaniya Yekbûyî komên alîkariya lezgîn û desteka aborî şandin.
Li gorî pisporan, germbûna rûberiyên okyanûsan dijwarbûna bahozan û mîqdarên baranê zêdetir dike.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		