Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KJAR’ê cangoriyên Rojhilatê Kurdistanê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê aştiyê mezin bikin
Rojane

Bakirhan: Divê aştiyê mezin bikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî ragihand ku Rêber Apo gotiye “Kapîtalîzm hêviya me di dize” û wiha got, “Mezinkirina hêvî, çareserî û aştiyê deynê stûyê me ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Gulan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Amedê mitînga 1’ê Gulanê li Qada Stasyonê, bi pêşengtiya KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Bijîşkan û bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em ê li qada 1’ê Gulanê bin” hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitîngê de axivî. 

Tuncer Bakirhan, hemû kedkarên ji bo têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bakirhan diyar kir ku kedkar jiyaneke mirovane heq dikin û wiha got: “Kesên hildiberînin hûn in, xizmeta civakê dikin hûn in. Em jî weke DEM Partiyê ji bo mafê we têdikoşin. Daxwaza weke mirovan a kedkaran hewcedariyeke. Em bawer dikin ku em ê welatekî ku kedkar weke mirovan bijîn ava bikin. Ji bo ku çavkanî ji polîtîkayên şer re tên veqetandin, ji nan û sifreya we tê dizîn. Aştî bêyî ked û kedkaran nabe. Bila 1’ê Gulanê bibe wesîleya têkoşîneke xurt.”

 

‘RÊBER APO  GOT, KAPÎTALÎZM HÊVIYA ME DIDIZE’

Bakirhan, bal kişand ser banga Rêber Apo û wiha berdewam kir: “Banga birêz Abdullah Ocalan bangeke ku li gel aştiyê maf û hiqûqa kedkaran diparêze ye. Heke em bi kedkar, bindest, teqawîd, xebatkar, Kurd û Elewiyan re xwedî li vê bangê derkevin dê rojên xweş li benda me bin. Heke ev bang pêk were dê çavkaniyên ji şer re diçe ji karker, kedkaran re were. Ji ber vê yekê xwedî derketina li vê bangê herî zêde jî peywîra we kedkaran e.

Pergal, keda karker û kedkaran pêşkeşî sermeyadaran dike. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û xurt bibin. Em li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re çar saetan man. Herî zêde karker, kedkar, ciwan û jin hate axaftin. Birêz Ocalan ev tişt got ‘Kapîtalîzm hêviya me didize.’ Ji ber vê yeke mezinkirina hêviyê deynê stûyê me ye. Em xwedî li vê bangê derkevin, aştiya civakî pêk bînin û kolan bi kolan bikin mijara kedkaran. 

DEM Partî her tim li cem kedkaran e. Rizgariya me girêdayî hev e. Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kedê lê nebe û mafê kedkaran were dayîn wê pirsgirêka Kurd jî were çareserkirin. Ji ber vê yeke heke em ji vê pergalê aciz bin divê gelê Kurd ê bi rêxistinkirî û çîna kedkarên a rêxistinkirî bên cem hev û bi hev re têbikoşin. Ji kedkaran re sozeke me heye. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin heye. Bi baweriya ku em ê vê pêk bînin 1’ê Gulanê li we hemûyan pîroz dikim û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

 Piştî axaftinan, hunermend Helîm Omerî derket ser dikê. Mitîng, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Polîsan êrîşî girseya ku dixwest bimeşe Taksîmê kirin, zêdetirî 400 kes binçav kirin
Nûçeya Pişt re TJK-E ji bo azadiya Rêber Apo dadikeve qadan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanê Ereb: Em ê rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin

Şervanê QSD’ê Dilo Hesekê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawî li…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên girtiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin

Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Damezrînera rêxistina Dayikên Plazo De Mayo jiyana xwe ji dest da

Endama damezrandina rêxistina Dayikên Plazo De Mayo, dosta Kurdan Nora Cortînas jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatimogullari li Edeneyê bi keyayan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Yildirim ê piştî 32 salan hate berdan: Pêwîstiya Kurdan bi statuyê heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HPG: Em şehîdên Selmasê bi hurmet bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mehmet Kamaç: Ev budçeya şer e ne ya aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?