Duşem, 14 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJK-E ji bo azadiya Rêber Apo dadikeve qadan
Jin

TJK-E ji bo azadiya Rêber Apo dadikeve qadan

TJK-E di 3'ê Gulanê de dest bi kampanya 'Diyalogên bi jiyana azad re' dike. Berdevka TJK-E'yê Ayten Kaplan anî ziman ku wan plansaziya herêman kirine û wê di 3'ê Gulanê de bimeşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan anî ziman ku bi kampanya ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ ji bo afirandina civaka demokratîk a li dora banga Rêber Apo wê nêrîna jinan werbigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.

Bi pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çaerserî ji pirsgirêka Kurd re’ ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de dabûn destpêkirin, di asta navneteweyî de çalakiyên mezin têne lidarxistin. Beşeke mezin a van çalakiyan bi pêşengiyan jinan pêk tên. Jin xwedî li paradîgmaya azadiya jinê ya Rêber Apo derdikevin û bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Bi nîqaşên li ser çareseriyê re ku li Tirkiyeyê ji meha Cotmehê ve dewam dikin, di hevdîtinên bi Rêber Apo re têkoşîna jinê derkete pêş. Rêber Apo peyameke taybet ji jinan re şand û girîngiya berxwedan û azadiya jinê careke din destnîşan kir. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser bingeha daxwaza azadiya Rêber Apo wan di nava pêngava navneteweyî de dest bi kampanyayeke nû kirine. Li gorî daxuyaniya TJK-E’yê, kampanya ku wê 3’ê Gulanê destpê bike, wê bi navê ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ bê meşandin.

BI AZADIYA JINÊ RE CIVAK DIKARE DEMOKRATÎK BIBE

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan li ser kampanyayê bersiv da pirsên ANF’ê û anî ziman ku Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê re înîsiyatîfeke girîng hildaye ser milê xwe, vê pêvajoyê dimeşîne, lê belê ji bo demokratîkbûna civakê mîsyoneke girîng dikeve ser milê jinan. Ayten Kaplan destnîşan kir ku ew dixwazin paradîgmaya Rêber Apo belav bikin, nêrîn û pêşniyara derdorên cuda werbigirin û got, “Em ê di mijara jinê de platforman ava bikin, cihê jinan ê di nava civakê de nîqaş bikin, qebûlkirina nasname, îradeya jinê ya li nava civakî binirxînin. Civaka demokratîk tenê bi azadiya jinê û hebûna wê ya li nava civakê dikare pêk were.”

HER HERÊM WÊ LI GORÎ REWŞA XWE YA XWESER ÇALAKIYAN LIDAR BIXE

Ayten Kaplan anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de beriya destpêkirina çalakiyan wê rê û rêbazên wan nîqaş bikin, li gorî nexşerêyeke diyarkirî bi çalakiyên çandî û hunerî re wê nîqaş, atolye, çalakiyên li derve, meş û daxuyaniyên çapemeniyê jî di nav de plansaziyeke berfireh biafirînin.

Ayten Kaplan diyar kir ku her herêm wê li gorî rewşa xwe ya xweser çalakiyan bike, bûyerên rojane nîqaş bike û encamên gengaz ên rol û azadiya Rêber Apo ya di vê pêvajoyê de binirxînin.

Berdevka TJK-E’yê got, herêm wê dest bi amadekirina plansaziya xwe bikin û di 3’ê Gulanê de li gelek navendan wê meş bêne lidarxistin.

EM DIXWAZIN DERDORÊN CUDA TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIKIN

Ayten Kaplan ragihand ku çalakî wê bi demê re berfireh bibin, dixwazin derdorên cuda jî tevlî vê kampanyayê bikin û diyar kir ku wê bi jinên Îranî, Asûrî-Suryanî, Ermenî re tevbigerin û got, “Wê li qadên xwecihî hevdîtin bêne kirin û îradeya jinê bigihîne hev. Ji bo afirandina civaka demokratîk a li dora banga Rêber Apo em ê nêrîna jinan werbigirin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

Ayten Kaplan bi bîr xist ku li gel banga Rêber Apo dewletê hîn gaveke şênber neavêtiye û ji bo afirandina civaka demokratîk a rêxistinbûyî mîsyona girîng a Tevgera Azadiyê ya Jinê destnîşan kir. Ayten Kaplan got, “Eger em dixwazin guherîn û veguherînê pêk bîni, divê em bi rêxistinên cuda yên jinan re hevkariyê bikin.”

DIVÊ HER KES TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE

Ayten Kaplan anî ziman ku her kes dikare tevkariyê li vê pêvajoyê bike û got, “Em bang li jinan û civaka xwe dikin ku tevlî van nîqaşan bibin. Her kes ji bo rêveçûna rast a vê pêvajoyê û birêxistinkirina civakeke demokratîk divê tevkariyê bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Divê aştiyê mezin bikin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 2’Ê GULANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan bêhiqûqiya li dijî girtiyan şermezar kirin

Jinên li Îzmîrê daxuyandin ku qedexeya li ser govend û muzîka Kurdî li girtîgehan jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tayvanê bagera Kong-rey: Kesek mir û 73 jî birîndar bûn

Li gorî agahiyên ewil di encama bagera Kong-rey a ku li Tayvanê xistiye, kesek mir…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê bombe li derdora qesra serokatiyê ya li Şamê barand

Îsraîlê bi bombedkirina derdora qesra serokatiyê ya li Şamê gefa xwe ya li ser Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?