Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Koç lêpirsîn hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qadirkerem êrîşa çekdarî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bûcayê û 41 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    24’emîn Desteya Giştî ya KNK’ê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê fikrên Abdullah Ocalan bigihijin gelan
Rojane

Bakirhan: Divê fikrên Abdullah Ocalan bigihijin gelan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê fikrên Birêz Ocalan bigihijin gelên Tirkiye, kedkar, heval û hevrêyan. Ji bo ji aliyê gelan ve encameke erênî bê wergirtin, zemîn û derfetek heye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

13’emîn Civata Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam e. Hevserokê Giştî yê Partya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civatê de axivî. Bakirhan, ji ewil têkoşîn û potansiyela rêxistinbûnê ya HDK’ê vegot. Bakirhan, wiha got: “Nizanim ka li cîhanê avadaniyeke din a mîna HDK’ê heye yan na lê pir girîng dibînim. Yên îro herî zêde li ber xwe didin, ew kes in ên ji ava HDK’ê vexwarin.”

Bakirhan, da zanîn ku HDK derdorên cuda yên civakê ku tune tên hesibandin birêxistin dike lewma girîng e û wiha pê de çû: “Di wê baweriyê de me ku heke HDK xwe baş birêxistin bike, dê ji bo welatekî demokratîk û têkoşîna neteweyî gelek sûdewer be. Heke HDK xwe baş birêxistin bike dikare rê li ber talana ekolojîk, krîza aborî û komkujiyên jinan bigire. Lewma divê em bêhtir xwe birêxistin bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn krîzeke emperyalîst heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergal, ji bo xwe li ser piyan bigire, şeran derdixîne. Em dikarin nîqaş bikin bê ka ev dê çiqas bandorê li Tirkiyeyê bike. Rewşa heyî biqasî firsendan dibe ku bi xwe re krîzan jî bîne. Ji bo em nekevin nava rageşiya li Rojhilata Navîn, divê pirsgirêka kurd were çareserkirin, tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re hevdîtinê bike. Xuyaye ku serdest jî vê li gorî xwe dinirxînin. Em ê bibînin bê ka nîqaşên demên dawî dê sûdewer bin an dê bi xwe re pêvajoya tesfiyeyê bînin. Weke ku pêvajoyeke nû dest pê kiribe nîşan didin lê pêvajo di navbera aliyan de çêdibe. Divê haya gelan jê hebe bê ka aliyê din ê pêvajoyê çi difikire. Lê ji ber ku her tişt rêbaza tirkan e, ev jî wisa ye. Li gorî xwe hinek tiştan dibêjin. Lewma ev nîqaş ne pêvajoyeke lê em dixwazin veguherin pêvajoyê. Em dixwazin meseleya herî girîng, meseleya kurd çareser bibe. Em û HDK ji bo vê hene. Nizanim dê veguhere pêvajoyeke wisa yan na lê îktîdar tu caran bi aliyên ji bo vê xweha xwe dirijînin re nakevin nava nîqaşê. Ez careke din dibêjim, divê fikrên birêz Ocalan bigihijin gel. Em dibêjin hewceye vî zimanê heyî biterikînin.”

Bakirhan, bal kişand ser nîqaşên di çarçoveya pirsgirêka kurd de tên kirin û zextên heyî. Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Hûn qala pêvajoyekê dikin lê li milê din zextê li aliyê din dikin. Bi tayînkirina qeyûm a li Esenyurtê re me ev yek dît. Heke nîqaş bi vî awayî bên kirin, dê encamek jê çênebe. Ez bang li îktîdara ku van nîqaşan dimeşîne dikim; hûn nikarin bi tayînkirina qeyûm a li îradeya gel re van nîqaşan veguherînin tiştekî. Em ne ew kesin ku ji van polîtîkayên xapînok bawer bikin. Ji ber vê jî dixwazim îktîdar hişyar bikim. We ev nîqaş çima dan destpêkirin, hûn çima van polîtîkayên zilmê dimeşînin?”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civata Giştî ya HDK’ê: Bi têkoşîna gelan wê Abdullah Ocalan azad bibe
Nûçeya Pişt re Bayindir: Krîz bi fikrên Abdullah Ocalan çareser dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirker bombebarana li Başûrê Kurdistanê didomînin

Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Şemiyê gundên Endzê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Balafireke ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayê hildigirt, hate xistin

Televîzyona dewletê ya Sûdanê, ragihand ku Hêza Hewayî ya Sûdanê li balafirgeha Nyala ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Halîse Aksoy piştî salekê hate berdan

Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wî Agît Îpek di nava qutiyekê de bi kargoyê jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê Koç lêpirsîn hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?