În, 12 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hikûmeta Bulgaristanê ket: Gelo yekem serketina nifşê Z’yê ya li Ewropayê ye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Alî Babacan re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berhem Salih bû serokê nû yê UNCHR’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Li Tirkiyeyê krîza mafên mirovan kûr dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamûs: Li Sûriyeyê li ser destketiyên demokratîk ên Kurdan êriş heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya 3’yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiya Mahabad: Hevala Feraşîn lêgerînera azadiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Berlînê jin di panela li dijî şer û tundiyê de hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 3’emin a Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Eger Tirkiye dixwaze ji vê bahozê rizgar bibe, rê û rêbaz eşkere ye
Rojane

Bakirhan: Eger Tirkiye dixwaze ji vê bahozê rizgar bibe, rê û rêbaz eşkere ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hişyarî da ku eger şerê Îran-Îsraîlê mezin bibe wê bibe sedema şikestinên jeopolîtîk ên mezin û got, "Rê û rêbaz eşkere ye; bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Tirkiye dikare ji vê bahozê rizgar bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Denîz Poyraz bi bîr anî ku 17’ê Hezîrana 2021’ê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê hate qetilkirin.

ŞER MEZIN BIBE WÊ ŞIKESTINÊN MEZIN ÊN JEOPOLÎTÎK RÛ BIDIN

Bakirhan piştre li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê axivî û got, “Di demekê de ku li Sûriyeyê hîn aramî bi cih nehatibû, me dît bê li Xezeyê çi bû. Dilê me hîn li Xezeyê lê dida, li Rojhilata Navîn di 13’ê Hezîranê de şikestineke mezin pêk hat. Bi şerê Îsraîl-Îranê re asteke welê destpê kir ku çarenûsa herêmê hema bibêje bi temamî biguhere. Ev şer ne şerekî welê ye ku bi rê û rêbazên têne zanîn dimeşe. Em şerekî welê dibînin ku ji dûr ve û bi hişê çêkirî tê meşandin. Eger ev şer mezin bibe dibe ku li herêmê şikestinên jeopolîtîk ên mezin rû bidin. Dibe ku ji Sûriyeyê bêhtir koçberî û mirina mirovan rû bide. Dibe ku herêm bikeve nava pêvajoyeke şer û krîzê ya demdirêj.”

ROJHILATA NAVÎN DIGUHERE, LI RÊYEKÊ DIGERE

Bakirhan anî ziman ku dîroka Rojhilata Navîn bi ‘rîska erdheja herî mezin a siyasî û civakî re’ rû bi rû ye û got, “Ev şer divê tavilê bi dawî bibe ku bi kêrî Fars, Ereb, Tirk, Kurd û Yahûdiyan nayê. Em weke DEM Partî zanin ku ev şer wê pirsgirêkan hîn giran bike. Bi vê wesîleyê em bang li her kesî dikin ku diyalogê bidin, li dora maseya danûstandinê rûnên. Hem Îran hem jî Îsraîl divê vî şerî weke testeke rewabûna xwe ya îdeolojîk û mîsyona dîrokî nebînin. Rojhilata Navîn êdî ne ya beriya sed salî ne jî ya beriya çend salan e. Rojhilata Navîn diguhere, ji xwe re li rêyekê digere. Lewma divê ev rê baş bê fêhmkirin, rê û rêbazên li gorî vê rêyê bêna afirandin. Ev yek ji bo welatên li Rojhilata Navîn yekane alternatîf e.”

TIRKIYE ÇAWA DIKARE JI VÊ BAHOZÊ RIZGAR BIBE?

Bakirhan diyar kir ku di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer û kaos heye, li Tirkiyeyê divê ew pêla aştî û çareseriyê bi hev re bilind bikin û got, “Bi wergirtina dersan ji vî şerê navbera Îran û Îsraîlê, divê îradeya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyeyê bi bêdengî tê meşandin bi xurtî dewam bike.”

Tûncer Bakirhan pirsa ‘Tirkiye çawa dikare xwe ji vê bahozê rizgar bike?’ pirsî û got, “Rê û rêbaz eşkere ye; Tirkiye bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare ji vê bahozê rizgar bibe. Tirkiye bi avakirina komareke demokratîk dikare ji vê bahozê rizgar bibe. Perspektîfa ku Birêz Ocalan pêşkêşî kongreya PKK’ê kir, ew perspektîf e ku dikare ewlehiya her gelên li vê cografyayê pêk bîne. Birêz Ocalan ji bo şerê Îsraîl-Fîlîstînê, şerê mezhebî û şerê netewe dewletan gotibû, jehrkuja wê konfederalîzma demokratîk e. Ev model dikare ji pirsgirêkên piralî yên Rojhilata Navîn re bibe çareseriyeke demokratîk û aştiyane. Bi vî rengî dikare pêşî li êşê, hilweşîn û koçberiyê bê girtin.”

NE REJÎMA ÎRANÊ YA ZORDAR, NE JÎ ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ

Bakirhan destnîşan kir ku çareserî di şer û înkarkirina rastiyê de nîne û got, “Çareserî bi rejîmeke demokratîk dibe ku gelan hemûyan wekhev dibîne, nasnameya ol û baweriyan nas dike. Divê ev yek êdî bê fêhmkirin. Rêya sêyemîn a Îranê ev e. Ne rejîmeke zordar ne jî êrîşên Îsraîlê. Îsraîl jî divê pozîsyona bêaramîkirina Rojhilata Navîn dûr bikeve. Ewlekariya Îsraîlê bi êrîşa li ser welatên cuda nabe. Ewlehî ne bi Quba Hesin ne jî bi fuzeyên sîber sonîk dibe. Ewlekarî bi aştî, aramî û demokrasiyê dibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran Denîz Poyraz hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeya endama TEV-DEM’ê Êva Elî bi merasîmekê hat veşartin

Endama TEV-DEM’ê Êva Elî ku di 30’ê Adarê de li Qamişloyê di encama qezayekê de…

Ji aliyê Stêrk TV

7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol û Bavê Teyar tê lidarxistin

7. Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bi dirûşma 'Welatparêzê rasteqîn hurmendekî wêrek e' tê lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê komployê pûç bike

KCK'ê bi wesîleya komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, serketina "Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hikûmeta Bulgaristanê ket: Gelo yekem serketina nifşê Z’yê ya li Ewropayê ye?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Alî Babacan re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berhem Salih bû serokê nû yê UNCHR’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Li Tirkiyeyê krîza mafên mirovan kûr dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?