Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi Serokê Giştî yê DEVA Alî Babacan re civiyan û piştre civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Ewil Babacan axivî, bertek nîşanî desteserkirina îradeyê da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman li dijî rêgezên bingehîn ên demokrasiyê ye. Babacan bal kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û wiha got: “Min berê jî gotibû û niha jî dibêjim, pirsgirêkên Tirkiyeyê hene. Ger em ji sedî 5, ji sedî 10 şansê çareserkirina van pirsgirêkên qedîm bibînin jî, em ê piştgiryê bidin û li ser mijarê mijûl bibin. Em li pişt niyeta çareseriyê û hewldana çareseriyê ne. Me ev yek vekirî anîbû ziman. Me heta niha peyamên zelal ji Erdogan nebihîstiye. Di vê mijarê de hê gelek tişt hene ku bên gotin, gelek xebatên bên kirin hene. Em hêvîdar in ku ev hemû hewldan ne ji bo mayîna birêz Erdogan be. Em hêvîdar in ku ev ne lîstikên ji bo pirsgirêkên kûr ên aborî û civakî yên welatê bên veşartin bin.”
‘EM DIXWAZIN NÎQAŞ VEGUHERIN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî bertek nîşanî desteserkirina îradeyê da. Bakirhan bal kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û anî ziman ku ew dixwazin fêm bikin ka AKP li ku derê disekine. Bakirhan bi lêv kir ku nîqaş bi vî rengî derbasî pêvajoya çareseriyê nabe û got, “Em dixwazin fêm bikin ku gotinên hevkarê desthilatdariyê tê çi wateyê û li pişt wî çi hene. Tevî her tiştî nîqaşên girîng dewam dikin. Em dixwazin ev nîqaşên girîng veguherînin demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd.”
DIVÊ RÊYÊN BERÊ NEYÊN BIKARANÎN
Bakirhan wiha berdewam kir: “Di civakê de bendewariyeke wiha heye, lê divê wisa nebe; Rê û rêbazeke ku berê hat ceribandin lê encam negirt divê neyê meşandin, ev wê ji civaka Tirkiyeyê re bibe xerabiya herî mezin. Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya giran heye, di warê demokrasî û hiqûqê de jî pirsgirêkên cidî hene. Ez dibêjim divê em bi hev re firsenda ku Tirkiye li herêmê bibe modelek baş winda nekin. Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike. Heke ev pêvajo veguhere pêvajoya çareseriyê em ê li kêleka wan bin û piştgiriyê bidin pêvajoyê.”