Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Macron nerazîbûn nîşanî Trump û Netanyahu da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’
Rojane

‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, pêvajo naber tenê bi bêçekbûnê bê pênasekirin û destnîşan kir ku li qadên mafên bingehîn, azadî, welatîbûna wekhev a Kurdan, rûbirûbûna bi rabirdûyê û demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin qonaxa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û kêmasiyên ji aliyê guhertinên qanûnî ve nirxand û destnîşan kir ku ji bo avakirina aştiya mayinde divê dewlet di mijara demokratîkbûnê de bi berpirsyariyê rabe.

Aydin diyar kir ku gavên ji aliyê bêçekbûnê ve hatine avêtin, eger bi sererastkirinên li qadên azadî û mafên bingehîn neyên temamkirin wê pêvajo gelekî hesas bibe ku karibe bişikê. Aydin ragihand ku gavên ji destpêka pêvajoyê û vir ve hatine avêtin girîng e, lê belê çarçoveya qanûnî kêm e.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê anî ziman ku qanûna hatiye derxistin girîng e, lê belê xwedî kêmasiyan e û got, qanûn beriya her tiştî giraniyê dide ser bêçekbûnê, di mijara azadî û mafên bingehîn ên Kurdan de garantiyekê yan jî sozekê nade. Aydin bi bîr xist ku rexneyên têkildarî van kêmasiyên qanûnê beriya niha jî anîbûn ziman, lê belê li gel hemû îtirazan jî bi rewşa heyî hate qebûlkirin.

Her wiha anî ziman ku di qonaxa ji niha û pê ve ya pêvajoyê de biryara tespît û piştrastkirinê ya Desteya Ewlekariay Mîllî tê hêvîkirin û weşandina biryarê li Rojnameya Fermî di rojevê de ye. Aydin bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Rêveberiya Tevgerê û bi bîr xist ku hin hêzên çekdar ên li Tirkiyeyê hatine vekişandin, kampên nêzî sînorê Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Aydin diyar kir ku di daxuyaniyên navborî de sozên hatine dayin bi cih hatine anîn, lê belê aliyê hikumetê têkildarî van gavan hîn daxuyaniyeke berfireh nedaye. Aydin ragihand ku daxuyaniyên ji aliyê hikumetê ve tên bi giranî li ser şopandin û çavdêrîkirinê ne, lê belê li gel vê jî qonaxa heyî girîng e.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê anî ziman ku di pêvajoyên çareseriya şer de girîng e mijarên; pîvanên mafên mirovan, rûbirûbûna bi rabirdûyê û têkoşîna li dijî bêcezahiştinê bê nirxandin û got, tecrûbeyên li qada navneteweyî nîşan didin ku pêvajoyên çareseriya şer divê bi rengekî yekpare bêne nirxandin, weke paketeke berfireh bê dîtin û têrê nake ku ev pêvajo tenê li ser bêçekbûnê be.

Aydin diyar kir ku xurtirina azadî û mafên bingehîn, pêkanîna reformên demokratîk, sererastkirina qanûnî û destûra bingehîn û avakirina mekanîzmayên rûbirûbûna bi rabirdûyê re girîng e bibin parçeyên pêvajoya çareseriyê.

Cîhan Aydin destnîşan kir ku gavên bêçekbûn û demokratîkbûnê ne mecbûr e ku li benda hev bisekinin û got, astengî nîne ku li van qadan gavên hevdemî bêne avêtin.

Aydin bal kişand ser gavên ku divê li qada demokratîkbûnê werin avêtin û bi bîr xist ku hîn jî kiryarên qeyûm dewam dikin, kesên ku weke qeyûm li şaredariyan hatine bicihkirin hîn jî li ser kar in. Her wiha anî ziman ku divê rewşa girtiyên nexweş bi rengekî lezgîn were nirxandin û got, bi rêya komîsyona girtîgehan a ÎHD’ê ew vê mijarê bi rêk û pêk dişopînin û gelek serlêdan li komeleyê hatin kirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê rexne kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi cih nayên anîn û anî ziman ku ev pirsgirêk hebû divê li gel kêmasiyên li qada demokratîkbûnê werin nirxandin.

Cîhan Aydin têkildarî paşeroja pêvajoyê destnîşan kir ku garantîkirina karên siyasî û tevlîbûna hemû beşên civakê weke welatiyên wekhev li pêvajoyê wê ji bo aştiya mayinde diyarker be. Aydin anî ziman ku heta ev yek neyê kirin zehmet e aştiyeke mayinde bê pêkanîn û diyar kir ku divê hikumet polîtîkayên xwe yên zextê bidin aliyekî û di mijara demokratîkbûnê de bi lez polîtîkayê biguherîne. Aydin bal kişand ser girîngiya bicihanîna reformên qanûnî û tedbîrên ku di çarçoveya gavên demokratîkbûnê de di xala heftemîn a rapora meclîsê de hate destnîşankirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin anî ziman ku aştiya mayinde nabe ku tenê bi bêçekbûnê bê pênasekirin û destnîşak kir ku di mijarên mafên bingehîn û azadiyê, welatîbûna wekhev, dewleta hiqûqê, siyaseta demokratîk û tevlîbûna civakî de garantiyên şênber bêne afirandin. Aydin diyar kir ku dema ev gav hatin avêtin wê hesta qebûlkirinê ya civakê ya ji bo pêvajoya aştiyê xurt bibe û pêvajo hîn bi lez, erênî û bi berxwedêrî bi pêş ve biçe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrişa li ser DEM Partiyê hate şermezarkirin

Şêniyên Bêrecûkê û endamên DEM Partiyê êrişa çekdarî ya li ser avahiya DEM Partiyê şermezarkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin

Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Hunermend Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê

Lîstikvanê navdar Kadîr Înanir li mala xwe ya li Beykozê nexweş ket û ew rakirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?