Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Em ji çareseriyê re amade ne, lê em tasfiyeyê qebûl nakin!
Kurdistan

Bakirhan: Em ji çareseriyê re amade ne, lê em tasfiyeyê qebûl nakin!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê çareser bibe. KCK’ê jî îşaret bi Birêz Ocalan kir. Em ji çareseriyê amade ne, lê em tasfiyeyê qebûl nakin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna gel li dar xist. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di civînê de axivî, îşaret kir ku pergala kapîtalîst din ava krîzeke mezin de ye. Bakirhan bal kişand ku hewl tê dayîn krîza heyî bi şer û tundiyê were derbasklirin û da zanîn ku navenda şer jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Bakirhan ê got ku “em hem ji şer û pevçûna li Rojhilata Navîn re hem jî ji desthilat û muxalefeta li Tirkiyeyê re fikriyateke weke rêya sêyemîn pêşniyar dikin” û destnîşan kir ku meseleya welat a herî mezin pirsgirêka kurd e.

Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha ji kesên welat bi rê ve dibin re dipirsin, welat weke ku hûn dibêjin bi ewle ye? Divê em rûnin û li ser vê nîqaşan bikin. Tu welatên ku pirsgirêka xwe bi xwe çareser bikin nayê lîstika hêzên hegemon ên navneteweyî. Wê pirsgirêka ewlehiyê ya welatekî ku aştiya xwe ya navxweyî û civakî pêk anîye nebe. Welatên ku pirsgirêka wan a ewlehiyê hene welatên ku di nava xwe de pirsgirêkan dijîne. Ji ber wê yekê li pêşiya Tirkiyeyê firsendên dîrokî hene. Divê têkiliyên kurdan û tirkan ji roja ku tirk ketine Anatoliyayê heta niha bên lêkolînkirin. Têkiliyên ku tirkan bi kurdan re li ser hîmê bingehîn ê rast ava kirine, di dîrokê de her tim rê li ber serketinên nû û destpêka pêvajoyên nû vekirine. Heke em ji Milazgirê heta şere Serxwebûnê li dîrokê binêrin, têkiliyên bi kurdan re ku li ser bingeheke rast ava bûne her tim bi başiya gel û baweriyan encam bûne. Lê hinekan ev ne dîtine naxwazin bibînin. Têkiliyên dîrokî yên kurdan û tirkan kirine amûrên desthilata xwe. Lê ji niha û şunde an dê di rojên pêşiya me de van têkiliyan qebûl nekin an jî dê di bingeheke demokratîk de têkiliyên kurdan û tirkan bikin wesîleya bingeheke jinûve.

Em li ku ne? Em li vir in, di vê mijarê de tu caran fikrên me nehatin guherîn. Em têkiliyên kurdan û tirkan ên li ser bingeheke demokratîk diparêzin û piştevaniya wê dikin. Di demekî nêz de ji bo vê yekê firsendên dîrokî derketin holê. Piştî ku wekîlê me Omer Ocalan bi birêz Ocalan ê 44 meh bûn hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re dihate astengkirin hevdîtin kir, di gelek beşên civakê de hêviyek ava bû. Mirovên bi awayekî neyînî li kurdan dinêrîn piştî hevdîtinê gotin bila ev mesele bi awayekî were çareserkirin, bingeheke wê ya girîng heye. Belê birêz Ocalan gotineke gelek zelal got. Got ku ‘Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzim bingeha hiqûqî û siyasî. Ez amade me ku tevkariyê bikim û ji xwe bawer im’. Em jî dibêjin ku şansekî zêde derket holê. Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin. Partiya ku wî avakiriye KCK’ê jî daxuyanî dan û îşaret bi birêz Ocalan kirin.

Hevalên hêja niha hêj tu pêvajo nînin. Dema em hin qenalan vedikin maşalah her tiştî diaxivin, li cihên ku em lê nînin çareser dikin. Li Tirkiyeyê kevneşopiyeke wiha heye. Bi nîqaşên ku muxatabên wan nînin pirsgirêk tên nîqaşkirin. Muxatab bi xwe nîne, gotina wî nîne lê hinek gelek caran li ser şiroveyan dikin. Hêj di asta nîqaşê de ye. Dê veguhere pêvajoyekê em ji vê zêde ne piştrast in. Li hemberî me desthilatek û hevkarên wê hene. Bawer bikin em jî nizanin çiqas ji dil in û dê vê meseleyê bi diyalogê çareser bikin an na.”

Berovajî çapemeniyê dîplomasiyeke veşartî tune ye, hevdîtinek tune ye. Em hewl didin girêdayî çapemeniyê û gotinên akrorên deshilatdariyê û yên girêdayî wê nirxandinekê bikin. Em niha li ku ne? Em bi dil û can dixwazin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê. Em ji bo mizakereyê hene, DEM Partî ji bo dîyalogan amade ye û ji bo pêşxistina bingeha mizakereyê heye. DEM Partî bi hemû hilbijêr û rêxistina xwe tiştên hêvîdêr yên herî biçûk jî dinirxîne. Ji ber vê yekê divê em van nîqaşan ji nêz ve bişopînin. Tiştên ku em îro li vir bi we re parve dikin, divê hûn jî bi gelê me û gelên din re parve bikin. Divê welatî şaş neyên agahdarkirin. Divê welatî hem ji çapemeniya desthilatdariyê û hem jî ji nîqaşên neteweperst û nijadperest bi bandor nebin. Em ê herin û bi gelan û kedkaran re hevdîtinan pêk bînin. Em ê bi her kesî re hevdîtinan pêk bînin û sekna partiya xwe ya têkildarî vê mijarê nîşan bidin.

Potansiyeleke me ya mezin heye û ger em vê potansiyela xwe bi awayekî rast birêxistin bikin û bixin meriyetê wê demê tu wateya kesên ku van nîqaşan bi rê ve dibin û awayê nîrîna wan a ji mijara berbehs re namîne. Bi rastî jî ger em kesên dildarên çareserkirina vê mijarê baş birêxistin bikin, tu pergal nikare li pêşiya vê daxwazê bibe asteng. Divê em vê aştiyê di nava civakê de belav bikin. Yên aşitiyê pêk bînin gelên Tirkiyeyê, kesên li vê salonê ne û kesên li vê salonê yên ku wê xwe bigihînin milyonan in. Ji ber vê yekê hewce ye mijara berbehs veguhere pêvajoyekê lê belê li holê pêvajoyek tune ye. Tişta ku vê pêvajoyê biafirîne hêza me bi xwe û birêxistinbûna me ye. Hêza we bi qasî gotin û rêxistina we ye. Ger rêxistina we bi hêz nebe, tu qîmeta gotina we jî nabe. Her çend gotina we rast jî e tu qîmeta wê nabe. Mixabin ku di roja me ya îroyîn de û li seranserê cîhanê siyaset bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê em ê birêxistinbûna xwe mezintir û bihêztir bikin. Em ê tifaqên xwe pêş bixin û bi her kesên aligirên aştiyê re hevdîtinan pêk bînin.

Aştî tişteke wisa ye ku her kesî eleqedar dike. Hemû gelên ki Tirkiyeyê eleqedar dike. Herî zêde jî jin û ciwanan eleqedar dike. Madem aşitî her kesî eleqedar dike, wê demê divê birêxistinbûna me li seranserê Tirkiyeyê be. Piraniya kedkaran xizan in, hatine cihêkirin, keda wan tê îstîsmarkirin û nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Memleket ne demokratîk e û azadî tên binpêkirin. Ji ber vê yekê beşeke mezin heye ku em têkildarî vê meseleyê bi wan rehevdîtinan pêk bînin. Ji ber wê yekê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên we. Divê em meseleya ku aşitî ji bo her kesî baş e ragihînin li her derê û bikin daxwaza her kesî ya hevpar. Ev yek mijara me ya sereke ye. Yek ji sedema girîng ya kombûna me ya îro ev e. Hûn daxilî vê yekê bibin, hûnê ragihînin û hûn ê birêxistin bikin. Bi vî awayî em dikarin van nîqaşan veguherînin pêvajoyekê. Berovajî vê yekê ger em bibêjin ku pêvajoyeke xemsar heye û bi veşartî tê meşandin, em ê bi rewşa pêvajoya çareseriyê re ya di salên 2013-15’an de rû bi rû bîmînin. Em ê bi darê dewletê û dadgehan re rû bi rû bimînin. Pergalan tu caran ji bo ku wan bi xwe xwestiye, serî li çareseriyê nedane. Hemû caran di çarçoveya daxwazên sazî, civak û gelan de pêk hatiye.

Hemû avaniya me ya rêxistinî li vê salonê ye, em ê gelekî hewl bidin. Niyeta dewletê baş jî be, xirab jî be em ê ji bo pêkanîna aştiyê hewl bidin. Birêz Ocalan ev yek bi awayekî zelal anî ziman ku tiştekî ji vê qîmettir jî tune ye. Birêz Ocalan got ku kerem bikin, bingeha hiqûqî û siyasî pêk bînin, ez amade me. Wê demê em dibêjin jî dibêjin ku Birêz Ocalan dibêje ku ger bingeh were avakirin; ‘Ez amade me’ wê demê kerem bikin wê bingehê ava bikin, werin em ava bikin. Bawer bikin ku em nizanin bê ka aqilê dewletê û desthilatdarî têkildarî vê yekê li ku disekine, lê belê em ê bersiva vê yekê di rojên pêş de hîn bibin.

Li aliyekî ev nîqaş hene û li aliyekî jî zilm, krîza aborî, qirkirina jin û xwezayê û pirsgirêkên ciwanan berdewam dikin. Her roj ciwan bi talûkeya tiryakê re rû bi rû ne û roj nîne ku jin nayên qetilkirin. Roj nîne ku xweza neyê talankirin. Em ê li aliyekî hewl bidin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê û li aliyekî jî têkoşîn û berxwedana xwe ya heya niha bidomînin. Li ku grevek û neheqiyek hebe em ê li wir bin û polîtîkayên desthilatdariyê rexne bikin. Em ê li rex kesên tên qetilkirin bin. Em ê li hemberî van bêhiqûqî û neheqiyan ji hemû gavan bêtir li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku bêyî xemsarî, ji bo ku ev nîqaş veguhere pêvajo û aştiyeke civakî em bizanibin ku aktorên sereke gel bi xwe ne.

Ev pêvajo, pêvajoyeke gelekî girîng e. Di vê pêvajoyê de zêdetir daxuyaniyên saziyên me yên rayedar gelekî girîng in. Divê ev pêvajo ji nêz ve were şopandin. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku em ji bo çareseriyê amade ne. Lê belê bila tu kes vê pêvajoyê di çarçoveya bidestxistina meqam û desthilatdariyê de pênase neke. Ji pêvajoyê re erê lê belê ji tasfiyeyê re na. Ger bi rastî jî jiyaneke birûmet pêk were, Tirkiye demokratîk bibe em ji bo çareseriyê amade ne. Bila tu kes hêviyên xwe ji dest nede, em bi hêz in û me serî netewandiye. Me têkoşîna xwe heya îro aniye. Di van pevçûnên 40 salî de her kesî bedêl daye. Yên ku wê encamekê bi dest bixin, ew kes in ku bedêl û ked dane.’’

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên windayan ji bo Bayram, Temel û Gumuş hatin ba hev
Nûçeya Pişt re Şêniyên Amûdê: Bila rêxistinên mafên mirovan dengê xwe bilind bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Navê Tahir Elçî li kolana lê hatî qetilkirin, hate kirin

Şaredariya Sûr a DEM Partiyê, navê kolana ku Mînareya Çarling lê ye, weke “Kolana Tahir…

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî-Hêza Veguherînê ya Giravê (1)

Avakirin û teyisandina nirxên xwe û jiyîna jiyaneke li gorî van nirxan, bi taybetî di…

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?