Sêşem, 17 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serêkaniyê piştî 10 salan agirê Newrozê hat dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn, ciwanan mohra xwe lê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan li herêma erdhejê nerazîbûn nîşanî desthilatdarî û muxalefetê da
Rojane

Bakirhan li herêma erdhejê nerazîbûn nîşanî desthilatdarî û muxalefetê da

Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Meletiyê beşdarî çalakiya bîranînê ya erdhejê bû û got, "Desthilatdarî jî, muxalefet jî di binê vî enqazî de man. Rexnedayina xwe nedan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek, Parlamenterê Stenbolê Celal Firat û Hevserokê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete tev li merasîmên bîranînê yên li Meletiyê bûn. Şande ji ewil çû serdana mexdûrên erdhejê yên li bajarê konteyniran ê li taxa Çavuşoglûyê û piştre jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya Bajar bûn. Şande, ji hêla endam û rêveberên partiyê û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vir ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê loqme hate parvekirin û çerax hate vêxistin. Hevserokê DAD’ê Kete kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku wê wan ji bîr nekin. Kete, got ku bi erdhejê re polîtîkayên valakirina herêmê ji elewî-kurdan zêdetir bûn û wiha domand: “Di rewşên herî aloz de jî divê em xwe bêhêvî nekin, bi destê hev bigirin û van rojên zehmet derbas bikin.”

Piştre jî Bakirhan axivî û ev tişt anî ziman: “Çawa ku dewlet berê di bin kavilan de mabû, niha jî di bin kavilan de ye.” Bi domdarî Bakirhan çavdêriyên xwe vegot. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xelkê me di bin kon û konteyniran de tî û birçî ye. Derfetan nabînin ku zarokên xwe bidin xwendin û xizaniyeke mezin dijîn.”

Bi domdarî Bakirhan, anî ziman ku ne tenê desthilatdar di heman demê de muxalefet jî di bin kavilan de ma ye û wiha pê de çû: “Desthilatdar li şûna ku hesabê bide, hesabê dipirse. Gel sûcdar dike, kesên rexneyan dikin didarizîne û diavêje girtîgehan. Gotinên serokkomar ên têkildarî Hatayê bi rastî jî bi qasî karesatê êşbar bûn û dilê mirov diêşînin. Erê baş e Hatayê deng neda tê lê Semsûr, Meletî û Mereşê deng da te. Rewşa van bajaran jî mîna ya Hatayê ye. Em li Semsûrê bûn, xelk kar peyda nake û bi rastî jî me bajarekî wêrane dît. Divê berpirsyarên vê karesatê îstîfa bikin lê hikûmet weke ku tu berpirsyartiya wan nebe tevdigere. Em vê yekê şermezar dikin. Weke DEM Partiyê em ê li dijî vê bêberpirsyartiya desthilatdariyê li gel gelê xwe cih bigirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan got ku li kîjan devera cîhanê karesateke wiha bihata jiyîn dê hikûmetê îstîfa bikira û axaftina xwe wiha qedand: “Lê dev ji hilweşîna hikûmetê berdin, Serokê Heyva Sor jî îstîfa nekir. Ev îktîdareke wisa ye ku berpirsyartiyê li xwe nagire. Heta ku ev pirsgirêk tên çareserkirin jî em ê gotina xwe bikin. Kesê  ku di hilweşîna Hatayê de xwedî para herî mezin dîsa weke namzet hate nîşandan. Ne tenê hikûmet, di heman demê de partiya muxalefetê jî henekên xwe bi me dike. Yên ku divê weke berpirsyar bên dîtin tên xelatkirin. Piştre jî dibêjin ‘DEM Partî çima namzetên xwe derdixîne?’ Heke hûn bi kesên faşîst, kujer û bi kesên ku îmzeya wan di bin mirina bi dehhezaran welatiyên me de heye derkevin pêşberî me, bêguman em jî dê mîna mexdûrên erdhejê we şermezar bikin û bibêjin ji we re rê tune ye. Hem îktîdar hem jî muxalefet di bin van kavilan de ma. Rexnedayîna xwe nedan. Dîsa heman kes weke namzet nîşan da. Em bi tu awayî mîna van nafikirîn. Em li cem van kesan nînin.”

Piştî axaftinan jî gulbang hate xwendin û loqme hatin parvekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MELETÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li herêma erdhejê pirsgirêkên tenduristiyê û binpêkirinên mafan didomin’
Nûçeya Pişt re Çalakiyên Nobeta Edaletê li gelek bajaran du meh li pey xwe hişt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşa Amarayê: Mûstafa Dag li ser gora xwe hate bîranîn

Di roja sêyemîn a meşa Amarayê de ku Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê 1'ê Nîsanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên li ser Kurdî li Wanê hatin protestokirin

KURDÎGEH’ê li dijî cara sêyemîn guhertina tabelaya kreşa bi navê “Perperok Mala Zarokan” ya ji…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?