Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hakki Ozdal: Elîtên desthilatdar li welêt dizî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Bulut a ji DEM Partiyê: Her ku pêvajo dirêj bike fikar zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Malbatên şehîdan bingeha vê têkoşînê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Paksoy piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata ku piştî hevgirtina DNA’yê 8 sal şûnde çû goristanê, rastî 3 cenazeyan hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê kuştina rojnamevanan bi rengekî serbixwe nayê lêpirsîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şînoyê 3 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê gorek hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan bi dawî bû: ‘Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e, li gorî bangê ye
Kurdistan

Bakirhan: Peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e, li gorî bangê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku peymana li Sûriyeyê gelekî girîng e û li gorî banga Rêber Apo ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî eşkerekirina deklarasyona Newrozê ya li Deriyê Mêrdînê yê li navçeya Sûr a Amedê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Bakirhan, ji bo pirsa “Gelo wê siyasetmedarên derveyî welat vegerin an na?” wiha bersiv da: “Em dixwazin pêvajo bi ser bikeve û hevalên me yên li Ewropayê dîsa vegerin. Pêvajo hêj nû ye û wê giran bimeşe. Em qala meseleyeke 200 salan dikin. Heke ev meseleye çareser bibe dê pirsgirêkên we pirsî jî çareser bibin.”

Têkildarî pirsa der heqê mutebeqeta di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera de jî Bakirhan ev tişt anî ziman: “Ev mutebeqeta li Sûriyeyê girîng e. Beriya her tiştekî nîşaneya wê ye ku dê rejîmeke yekperest tune be. Di wê mutebeqetê de avakirina Sûriyeyeke demokratîk tê vegotin. Em vê mutebeqetê erênî dibînin.”

Têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Birêz Ocalan peyama xwe ragihand. Peyam pir zelal e. Got; ‘Bila têkoşîneke xurtir, dînamîktir were dayin lê bila têkoşîn li ser zemîneke demokratîk were dayin û şer û çek tune bin.’ Ev gelek girîng û biqîmet bû. 50 sal in di rojeva Tirkiyeyê de pevçûn û tundî heye û guherîna vê rojevê bi tena serê xwe ji bo 85 milyon hemwelatiyan pir biqîmet e. Hêvîdarim ji bo vê bangê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne. Weke siyaseta demokratîk em hewl didin berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Em hewl didin aştiyê civakî bikin. Di vê çarçoveyê diçin serdana hemû dînamîkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê û qîmeta wê vedibêjin.”

Ji bo pirsa “Hûn ê biçin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan na” jî Bakirhan ev bersiv da: “Bawer bikin avakirina Sûriyeyeke demokratîk dê herî zêde bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Dê bi gelên li wir û herêmê bide qezenckirin. Ev mutebeqet di heman demê de li gorî banga birêz Ocalan e. Hêvîdarim mîna li vir li wir jî bi ser keve. Di serî de Tirkiye û Sûriye, bila ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe modela zemîneke demokratîk. Şandeya me difkirî ku biçe serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî van daxuyaniyan ev yek hêsantir bû, baştir bû. Girîng e ku em nêrînên aliyên ew mutebeqet îmze kirin guhdar bikin. Geşedanên gelek girîng dibin.”

Bakirhan, got ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê û dîasporayê gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar û kesên naskirî vexwendine Newrozê.

Herî dawî jî Bakirhan got ku aştî ji bo xêra hemû welatiyan e û ew ê ji Behra Reş heta Trakyayê û tevahiya Tirkiyeyê hewl bidin peyamên aştiyê bigihînin gel.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Em di Newrozê de bi xurtî xwedî li banga dîrokî derkevin
Nûçeya Pişt re Ji bo gerîlaya YJA Starê Pelda Dogrî merasîma sersaxiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîlîsên HBDH’ê li Stenbolê depoyek dan ber agir

Mîlîsên Fîkrî Baygeldî yên HBDH’ê ragihand ku wan di çarçoveya têkoşîna li dijî komploya navneteweyî…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

Koordînasyona KJK'ê got, "Li dijî êrişên mêr ê serwer, desthilatdarî û dewletê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Me li navendên ewlekarî û polîsan ên Îsraîlê xist

Artêşa Îranê ragihand ku bi droneyan li navenda ragihandina peykê û navendeke polîsan a li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Gabarê êrişa li ser şehîdgehê: Kêl hatin şikandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şirnexê nerazîbûna li dijî budçeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muratakan: Gel ji ber gavên nayên avêtin, ji pêvajoyê bê bawer in

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?