Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye
Rojane

Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû anî ziman ku rûbirûbûneke rasteqîn bi Pogroma 6-7'ê Îlonê re çênebûye û bêcezahiştin jî êrişên bi heman rengî xwedî dike. Korûcû got, aştî daxwaza Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryanan e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Îlon 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di 6’ê Îlona 1955’an, saet di 13:00 de ji radyoya dewletê hate îdîakirin ku mala li Selanîk a Yewnanistanê ya ku Mûstafa Kemal Ataturk lê ji dayik bû hatiye bombekirin. Ev nûçe di rojnameya Îstanbûl Ekspres de ku nêzî Partiya Demokrat bû bi manşeta “Mala Ataturk hate bombekirin” hate weşandin û bû çirûska destpêkê ya êrişên organîzeyî. Li hemberî welatiyên Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryaniyan du rojan êriş hatin kirin û bi giranî êriş li ser cihên olî bûn. Di nava çend saetan de dêr wêran bûn, bi dînamîtan hatin teqandin, alavên pîroz hatin xerakirin, gor hatin vekirin. Li gorî daneyên fermî xisar li 4 hezar û 214 malan, hezar û 4 kargehan, 73 dêran, sînagogekê, 3 keşîşxaneyê û 26 dibistanan bû.

Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû li pogroma 6-7’ê Îlona 1955’an ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku niha jî heman hestên şovenîst û neteweperest dikare bi hêsanî li nava civakê bê geşkirin û sedema bingehîn a vê yekê jî polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Korûcû got, “Eger em bûyerên di 6-7’ê Îlonê de tenê weke bûyereke tundiyê ya sala 1955’an rû da û bi dawî bû binirxînin, hingî em ê nikarin vê demê fêhm bikin. Ji ber ku 6-7’ê Îlonê ne destpêk bû ne jî dawî bû. Piştî wê pogromê rûbirûbûneke rasteqîn çênebû. Bi rengekî rast hesabpirsîn ji êrişkarên di nava organîzasyona dewletê de nehate pirsîn.”

Ji bo rûbirûbûnê Korûcû destnîşan kir ku lêborîna fermî ya dewletê dikare bibe gava destpêkê ya şênber. Korûcû bal kişand ser karên divê bêne kirin ku careke din bûyerên weke 6-7’ê Îlonê rû nede û ev gotinên Patrîk Batholomeos bi bîr xist ku di çalakiya danasîna pirtûkekê de beriya 10 salan gotibû:

“Lê belê ji aliyekî din ve ji bo careke din bûyerên 6-7’ê Îlonê neqewimin kar hene ku divê bêne kirin. Patrîk Barrtholomeos ev yek beriya 10 salan di çalakiya danasîna pirtûkekê de bi vî rengî anîbû ziman: ‘Çawa çêdibe ku beşeke civakê bikeve rewşeke welê ku beşeke din a civakê ewqasî weke dijmin bibîne û ji xwe re maf bibîne ku her cûre zilmê lê bike. Eger em karibin vê fêhm bikin, karibin doh rast binirxînin, hingî em ê karibin nehêlin heman bûyer dubare bibe.”

‘DAXWAZA HER KESÎ EW E KU DI NAVA CIVAKEKE DEMOKRATÎK DE AŞTÎ PÊK WERE’

Korûcû anî ziman ku çareseriya aştiyane û adil a prisgirêka Kurd ji bo temamiya civakê hêja ye û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev nirxandin kir: “Em zanin ku armanc ji vê aştiyê civaka demokratîk e. Herî kêm di daxuyaniyan de ev tê gotin. Ev yek ji bo her kesî, ji bo temamiya civakê gelekî hêja ye. Li aliyê din em rexneyên têkildarî pêvajoyê dibihîzin û ev gelekî normal, xwezayî û hêja ne. Lê belê ez tercîh dikim ku guh bidim mirovên ku êş kişandine. Yên ku barê herî giran ên vê tundiyê hilgirtine… Yên ku xizmên xwe winda kirine… Piraniya wan piştgiriyê didin vê pêvajoyê.”

Korûcû destnîşan kir ku di encama hevdîtinên xwe de ew gihîştiye wê encamê ku pêkhatina aştiyê ya li nava civakeke demokratîk daxwaza Rûm, Ermen, Yahûdî û Suryaniyan e û got, “Li Tirkiyeyê Xiristiyan û Yahûdî  hene ku di dema şer de ji nedîtî ve hatin. Halbûkî van civakan ji salên 1980’î û vir ve êşên giran kişandin. Bi taybetî civaka Suryanî. Ji ber ku li cografya lê dimînin tundî bi rengê herî giran dîtin. Em zanin ku Xiristiyanî, nasnameya Ermenî yan jî Yahûdîtî dem bi dem di nava tundiyê de hedef têne nîşandan. Tê bîra me ku beriya 11 salan li ser dîwarên li Geverê gotina ‘Kurd Tirk bira ne, lê hûn Ermen in’ hate nivîsandin, an jî li Cizîrê di anonsên polîsan de hate gotin, ‘Ermen bi we serbilind e. Hûn hemû Ermen in, Ermen in’. Ji ber vê yekê di hevdîtinên min de encama ku min wergirtî ew e ku pêkhatina aştiyê li nava civakeke demokratîk daxwaza van derdorên civakê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YRD: Çapemeniya Azad wê bibe hêza pêşeng a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Nûçeya Pişt re Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KNK: Tundî ne çareserî ye, pirsgirêk divê bi diyalogê werin çareserkirin

KNK’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî bûyera li Silêmaniyeyê de got, “Tundî ne çareserî ye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Giştî yê berê yê HADEP’ê Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bîranîn

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di bîranînê de axivî û got, "Em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 27’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?