Pêncşem, 5 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mehtap Sakîncî: Kuştina jinê polîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Ti kes nikare pêşiya aştiyeke bi rûmet bigire
Rojane

Bakirhan: Ti kes nikare pêşiya aştiyeke bi rûmet bigire

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna gel a Konyayê de axivî û got, “Li aliyekî destê aştiyê û li aliyê din Nazim û Cîhan nayên qetilkirin. Ti kes nikare polîtîkayên red û înkarê yên sed sal in berdewam dike bidomîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Konyayê civîneke gel li dar xist. Tevî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, Serokêwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, rêxistinên bajar û navçeyên Konyayê beşdarî civînê bûn.

PEYAMA LEYLA GUVEN HAT XWENDIN

Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Nuûray Ozdag peyama girtiya siyasî Leyla Guven xwend; “Em ê deriyên girtîgehê û deriyên Îmraliyê bi hev re vekin. Em soza vê didin. Sozeke min a din jî ew e ku roja ku esareta min bi dawî bibe ez ê li Konyayê bi jinan re têkoşînê mezin bikim. Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”

‘KURD TÊKOŞÎNA HEQ Û HEQÎQETÊ DIMEŞÎNIN’

Piştre Bakirhan axivî û diyar kir ku Kurdan ji bo nasname, çand û têkoşîna xwe ya heqîqetê 21 caran serî hildane û got, “Lê di encama ewqas serhildan û zextan de ev welat ne pêşketiye û ne jî gihîşt cihekî. Kurdan gotin em hene. Gelê Kurd ji bo heqîqet û mafan têdikoşin. Em dixwazin li ser bingehek demokratîk bijîn.

DEV JI NIYETA XERAB A LI HEMBERÎ KURDAN BERDIN

Bakirhan anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi aştî û rêyên demokratîk bê çareserkirin. Bakirhan diyar kir ku rejîma Esad a ku Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê ji nedîtî ve hat, hilweşiyaye û got, “Em hê nizanin ka karakterê vê rejîma nû çawa ye. Heger ev rejîm nêzîkatiya rêveberiya Esad a 60 salî bidomîne wê heyfa Sûriyeyê be. Rejîma nû divê beriya her tiştî Kurd, Elewî, Xiristiyan, Êzidî û gel û baweriyên din jî di nava xwe de bihewîne. Heger rejîma nû rê û rêbazên Esed biceribîne, em ê li hember wê bisekinin. Çawa ku me li hemberî rejîma Esad têkoşiya em ê li dijî vê rejîmê jî têbikoşin. Dev ji niyetên xwe yên xerab ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava berdin. Kurd xelkê wê erdnîgariyê yê bi rûmet in.”

‘ÎMRALI AŞTIYEKE BI RÛMET DIXWAZE’

Bakirhan destnîşan kir ku bi 1’ê Cotmehê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya nîqaşê destpê kir û wiha berdewam kir: “Şandeya me li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Îmraliyê aştiyeke bi rûmet dixwaze. Îmrali dixwaze Kurdên li vî welatî, bi ziman û nasnameya xwe, bi gel û baweriyên din ên vî welatî re bi awayekî wekhev bijîn. Îmralî şer naxwaze, Îmralî pêvçûnê naxwaze. Lê Îmraliyê dixwaze polîtîkayên red û înkarê bi dawî bibe. Îmrali dibêje, di demên herî krîtîk ên dîrokê yên bi sedsalan de Tirk û Kurd bi tifaqan hatine heta roja îro. Ger em îro hemû bi hev re li vê erdnîgariyê bijîn, Kurd jî li ser vê xakê xwedî ked, tevkarî û jiyanê ne. Ji ber vê yekê divê gelên ku li van axan li gorî tifaqa dîrokî ya berê û tifaqa Kurd-Tirk pratîkekê derxin pêş. Me bi hev re peyamên Îmraliyê wergirtin.” 

BI HEZARAN LI KOLANAN LI BER XWE DIDIN

Bakirhan anî ziman ku di rojên pêş de têkoşîneke dijwar li benda wan e û wiha dewam kir: “Me bedelên giran dan, ne hewceyî ravekirinê ye. Bi hezaran xwişk û birayên me û rêhevalên me  di girtîgehan de hene, hîna jî bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin, tevî hemû zextan xwedî li nasnameya xwe derdikevin.  Niha divê pergal vê yekê pir zelal fêm bike. Ev pirsgirêk bi nepejirandina Kurdî, nepejirandina zimanê wî, nehiştina axaftinê, bi navê zimanê xwe yê nenas, bi tayînkirina qeyûmên li ser vîna wî û avêtina vîna wî nayê çareserkirin.

‘DIVÊ HER KES JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET TÊBIKOŞIN’

Binêrin, bi vê rêbazê Tirkiye di warê aborî de îflas kir. Îro kedkar nikarin debara xwe bikin. Ger budçeya ku ji şer re veqedandin, ji gel re bihata veqedandin ewas xîzanî çênedibû. Niha derfeta ku bi trîlyon dolarên ku ji bo şer û pevçûnan hatine xerckirin ji bo gel û karkerên xwe xerc bikin, derketiye holê. Ji bo ev derfet bi encam bibe divê deriyên Îmraliyê timî vekirîbin. Pêşiya fikrên birêz Ocalan ku bigihêje gelên Tirkiyeyê vekin. Niha Tirkiye aştiyeke bi rûmet heq dike. Tirkiye ji xwînê têr bûye, ji pevçûnan têr bûye, ji windakirina ciwanên xwe têr bûye. Ji ber ku zarokên karkerên Kurd û Tirk ên belengaz dikevin binerdê, Tirkiye nexweş û westiyaye. Niha divê em riya rast biceribînin. Niha ji bo aştiyeke bi rûmet divê her kes erk û berpirsyariyên xwe ji dil bi cih bîne. Divê her kes ji bo aştiyeke bi rûmet têbikoşe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KONYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hewldana desteserkirin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Nûçeya Pişt re Li Akdenîzê bi hezaran li dijî desteserkirinê meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê

Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad li ser Serokatî senaryoyek nivîsî ye. Dibêje,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dizî: 3 milyar û 345 milyon deyn

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê ragihandin ku heta niha 3 milyar û 345 milyon TL…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê berxwedan didome

Li Amedê berxwedana gelê ku bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nîlufer Koç: Divê Konseya Ewropayê mercên pêvajoya nû li ber çavan bigire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?