Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cédric Wermuth: Divê em Rojava û modela wê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan û Bayindir: Em ê li dijî darbeya qeyûmê heta dawî li ber xwe bidin
Kurdistan

Bakirhan û Bayindir: Em ê li dijî darbeya qeyûmê heta dawî li ber xwe bidin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Bi destdanîna ser şeredariyên Kurdan qetilkirina rojnamegerên Kurd, girtina siyasetmedaran aştî nabe.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Em ê heta dawî li ber xwe bidin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Duh li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn û îro jî qeyûm hate tayînkirin. Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin didome. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş wek şandeyê hatin bajarê Sêrtê.

Li pêşiya avahiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Qeyum darbeya li dijî vîna gel e” dinivisî hat hilgirtin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de anî ziman ku cara sêyemîn e vîna gelê Sêrtê hatiyê desteserkirin û wiha got: “Gelê Sêrtê îradeya xwe radestî wan nake. Gelê Sêrtê li dijî yên ku wan înkar dikin û diziyê dikin bi serket. Lê dîsa jî ji têkçûyinê têr nebûn û îradeya gel desteser kirin. Vîna gelan tune hesibandin. Li tu cihekî dinyayê talaneke bi vî rengî tune ye. Gel her tim bi awayekî xurt we di sindoqan de têk dibe lê hûn dîsa şerm nakin û qeyûm tayîn dikin.” 

 

Bakirhan, bal kişand ser wêneyê qeyûm kişandî û parve kirî û wiha got: “Dizo ma tu şerm nakî. Bêyî jixwe şerm bikî, weke ku vî gelî dengê xwe dabe te tu dikenî û li ser wê kursiyê rûdinî. Vî gelî her tim desthilata zilmkar di sindoqan de têk bir. Ji bo diziya xwe vêşerin ala Tirk daliqandin. Lê hûn hemû alan bînin jî nikarin diziya xwe vêşerin. Em bang li qeyûm û yên ku ew tayîn kirine dikin ku vî gelî tu car dev jê berneda û polîtikayên we têk birin. Êdî fam bikin gelê Kurd naşikê û wê her tim xwedî li vîna xwe derbikeve.”

‘AŞTÎ WIHA PÊK NAYÊ’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi berdewamkirina van polîtîkayan û tayînkirina qeyûman aştî pêk nayê û wiha axivî: “Em dibêjin diyalog, lê ew dibêjin qeyûm. Bi vî awayî aştî nabe. Bi destdanîna ser şeredariyên Kurdan qetilkirina rojnamegerên Kurd, girtina siyasetmedaran aştî nabe. Bi tayînkirina qeyûman aştî nayê. Ez bang li Bahçelî dikim; tu bi vî awayî çawa aştî pêk bînî. Heke baweriya we bi we hebe sindoqan deynin û rêzê ji vîna gel re bigirin. 

Ez bang li welatiyên Ereb jî dikim û dipirsim yanî ji zilmekî wisa re çi dibêjin. Dest datînin ser vîna we. Divê êdî van qeyûman li vir paqij bikin û bişînin. Em her tim vê şeredariyê bi dest dixin û xizmet didin gel lê bi diziyê desteser dikin. Ew ê bidizin û şeredariyê bixin bin deynan. Ji bo wê ez bang li we dikim ku li dijî vê yekê bitêkoşin. Ew dizê qeyûm ala Tirk datîne û dixwaze talanê bike. Meriv hinek şerm dike. Gelê me divê li tu cihekî rê nede vê talanê. Heta ku pêkanîna qeyûm têk biçe, em nasekinin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Hezar sal ji derbas bibin em ê xwedî li vîna xwe derkevin û bitêkoşin. Ez bang li gelê me dikim ku bi destê van dizan negirin û xwedî li hevşeredarên xwe derbikevin.”

BAYINDIR: EM Ê HETA DAWÎ LI BER XWE BIDIN

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Sêrtê de axivî. Bayindir, bi bîr xist ku cara 3’yemîn e li Sêrtê qeyûm tê tayînkirin û got: “Ev dagirkere bû cara 3’yan îradeya gelê Kurd desteser dikin. Hûn nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin ku li vî welatî hiqûq heye. Hûn, dewletekî mêtinger in. Gelê Kurd vê qebûl nake. Em qebûl nakin. Heta ku em bijîn dê qebûl nekin.” 

Bayindir, got ku li rexekî qala aştiyê li rexa din jî qeyûm li şaredariyan tên tayînkirin û wiha pê de çû: “Ev jî durûtiya dagirkeran e, dijminatiyê ye. Lê em xwedî tecrûbe ne. Birêz Ocalan digot ‘Ev pêvajo girîng e, ji bo Tirkiyeyê firsend e.’ Lê belê ev dagirker vê firsendê tune dikin. Jixwe re biaqil bin. Em li vir hişyar dikin; ji bo berjewendiyên xwe tune nekin. Tekane derdekî we heye; xespkirina îradeya gelê Kurd. Lê gelê Kurd vê qebûl nake. Ya ku tê kirin xespkirina vîna gelê Kurd e. Navê vê li her devera cîhanê, di hiqûqê de dagirkerî ye, dagirkerî ye, dagirkerî ye.” 

Bayindir, banga “jixwe bawer bin” li gelê Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tu hêvî û rêyên wan nemane lê em xwedî hêvî û xwedî rê ne. Rêya me vekirî ye. Em doza gelê xwe dikin. Em dozdarên siyaseta demokratîk in. Berxwedana me roj bi roj mezin dibe. Ji ber ku em mafdar in. Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin. Roj ew roj e ku em bi destê hev bigirin, rêxistiniya xwe mezin bikin. Yên ku divê serê xwe li ber xwe biçemînin ne em, dagirkerin, xespkar in. Dê bi saya berxwedan û têkoşîna me biçin. Em ê heta serkeftinê têbikoşin, li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bijî azadî, bijî têkoşîn”. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Seda Selek û Serhan Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
Nûçeya Pişt re Li Amedê 2 kes hatin girtin û li Farqînê 2 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Ozel re hate taloqkirin

Hevdîtina ku dihate plankirin sibe di navbera Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê şehîdên Berxwedana Qendîlê bi bîr anî

PJAK’ê gerîlayên ku di dema Berxwedana Qendîlê de li herêma Zimzîran a Rojhilatê Kurdistanê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJIN: Hovîtî nikare şopdarên heqîqetê bitirsîne

ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got, “Kesên ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê yê nû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

FGBRS: Em evîndarê Şoreşa Rojava şehîd Ehmed bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Ji meha Çileyê ve ye 270 hezar Efxan ji Îran û Pakistanê vegeriyane

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Qamişloyê 3 şehîd spartin axê, 4 şehîd jî bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?