Li herêma Bestayê ku li hemberî talankirina xwezayê ya li Şirnexê nobed hate girtin, bi sedan kes beşdar bûn. Gigrseya gel bang kirin ku pêvajoya aştiyê divê di heman demê de ji bo daran jî be. Beşdarên çalakiyê ji ANF’ê re axivîn û gotin, “Bila destpêkê bi darên Kurdan re li hev bikin.”
‘DAREK NEHIŞTIN KU EM XWE BIKEVIN BINÊ SIYA WÊ’
Asya Tay a ji Silopiyayê tevlî çalakiyê bû got, “Divê gel li vir bicive û birîna daran rawstîne. Her kes li dijî vê talanê ye, lê dengê xwe dernaxîne. Dar li vî bajarî nehiştin, bi dînamîtan her der teqandin, ava paqij nehiştin. Gundî ji ber bermahiyên petrolê bûne hesreta ava paqij. Germahiya hewayê zêde bûye, nexweşî jî zêde bûne. Li bexçeyên me fêkî nema. Weke dayikekê em vê talanê qebûl nakin. Eger pêwîst bike em ê li Bestayê rûnên, lê belê divê em hîn bêhtir bêdeng nemînin. Ew dar darên me hemûyan e, hemû jiyan e. Divê em xwedî li wê jiyanê derkevin. Îro qala aştiyê dikin lê belê daran dibirin. Beriya ku bi me re li hev bikin divê bi darên me re li hev bikin. Bila destê xwe ji cografya Botanê vekişînin. Dixwazin xwezayê talan bikin û li vir daran nehêlin.”
‘BÊYÎ KU BI DARAN RE LI HEV BIKIN WÊ ÇAWA KARIBIN BI MIROVAN RE LI HEV BIKIN?’
Emîne Alkiş jî diyar kir ku wê xaka xwe bêxwedî nehêlin û got, “Dixwazin vê derê bê av û bê mirov bihêlin. Li vê derê ne fêkî ne jî dar ji mirovan re hiştin. Her dareke me ji bo me weke zarokekî me ye, em malbatên wan e, divê wan biparêzin. Heta ku bi zimanê me, xaka me û darên me re li hev nekin, wê çawa bi durustî bi me re li hev bikin. Heta ku vê nekin di aştiyê de wê ti carî ne samîmî bin. Em ê dest ji xaka xwe bernedin. Mirovek bi tenê jî wê birîna darekê qebûl neke. Bila gelê Kurd bibe yek û xaka xwe biparêze. Berê mirov dikuştin, niha jî çav berdane dar û çeman. Divê dijminatiya li van çiyayan, li van daran biqede. Em dibêjin, ‘Êdî bes e’. Ji bo ev talan biqede çi ji destê me bê em ê bikin. Çi dibe bila bibe divê em li şûna xwe rûnenên, tiştekî ku em winda bikin nemaye.”
‘DIJMINATIYÊ LI XWEZAYÊ DIKIN’
Nebîha Akay bang li her kesî kir ku ji 7 heta 70 salî xwedî li çiya û ava xwe derkeve û anî ziman ku aştî jî bi lihevkirina bi ax û avê dibe. Nebîha Akay got, “Ji bo jiyan dewam bike divê em têbikoşin. Eger em îro berê xwe nedin çiyayên xwe, sibe wê xakek nemîne ku em li ser bijîn. Yên ku îro qala aştiyê dikin daran dibirin, zarokên me digirin. Ava me diçikînin. Xaka me, xwezaya me ji bo me her tişt e. Divê em dest bidin hev û xwedî li Gabar, Besta û Cûdî derkevin. Bila destê xwe ji ser xwezaya me, zarokên me vekişînin. Hem dijminatiyê li mirovan hem jî li daran dikin. Yên ku vê dikin jî cerdevan û dewlet e. Dewlet dibêje aştî lê belê belê aştî bi xwînê, bi talanê ava nabe. Divê em dengê xwe bilind bikin û vê talanê rawestînin. Di şexsê her darê de dixwazin me tine bikin û bikujin. Divê mirov vê rastiyê bibînin û gavê biavêjin.”
‘AŞTÎ BI AV Û AXÊ DIBE’
Aktîvîstê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Cemre Nayir jî anî ziman ku ew ji bo piştevaniyê hat Bestayê û got, “Ez ji Stenbolê hatim vê derê. Li Cûdî, Gabar û Bestayê bi salan e qirkirineke ekolojîk heye. Weke kolektîf em zanin ku ev qirkirina ekolojîk ji ber şer û sermayeyê ye. Em li dijî her cûre qirkirinê ne. Lewma em hatin piştgiriyê bidin gel û bi hev re têbikoşin. Nêteke me jî ew e ku tevgerên ekolojîk ên li Rojava û tevgerên ekolojîk ên li Mezopotamyayê bibin yek. Em baş zanin ku çikandina ava li Gabarê tê wateya çikandina ava li Akbelenê. Em li her qadê vê yekê dibînin û em ê têkoşîna hevpar dewam bikin. Dewlet heta ku bi xwezayê re li hev neke, nikare bi mirovan re li hev bike. Ji bo aştiyek pêk were divê civakî be. Aştiya civakî jî bi ax û avê dibe. Divê em bi hev re tevkariyê li vê aştiyê bikin.”
‘JEHRÊ DIXIN NAVA HEWA Û AVA ME’
Herî dawî Aydin Denîz banga mezinkirina têkoşînê kir û got, “Bi salan e Kurdistan bi taybetî jî cografya Botanê ji aliyê dagirkeran ve tê talankirin. Maden tê derxistin, li petrolê digerin, dar têne birîn. Bi santralên termîk re jehrê li nava bajarên me belav dikin. Ji ber vê yekê her kesên ku ji xwezayê hez dikin û dixwazin daran biparêzin divê tevlî vê têkoşînê bibin. Ne ji bo partî yan jî îdeolojiyekê, divê em bi hev re ji bo xwezayê têbikoşin. Bila birîna daran raweste, ji ber vê birînê havîn gelekî germ bû. Sedema vê germahiyê jî ew e ku li çiyayên Kurdistanê dar nehiştin. Heta ku em bêdeng bin wê birîna daran û talankirin jî dewam bike. Lewma divê em xwe bêdeng nekin û têbikoşin.”