Dayikên Şemiyê û Komîsyona Dijî Windakirinên di Bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bertek nîşanî wê yekê dan ku daxwazên wan ên di Komîsyona Meclîsê ya derbarê meseleya Kurd de hatibûn anîn ziman, di rapora dawî de cih negirtine.
Di daxuyaniya nivîskî de hat bîrxistin ku nav û çîrokên windayan di komîsyonê de hatine ragihandin. Hat destnîşankirin ku di raporeke bi îdiaya demokratîkbûn û aştiya civakî hatî amadekirin de cihnedana binpêkirinên giran ên mafên mirovan, nakokiyeke mezin e. Hat diyarkirin ku cihnegirtina daxuyaniyên xizmên windayan di tomarên fermî de, polîtîkaya înkar û bêcezahiştinê berdewam dike.
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku aştiya civakî ne bi înkarê, lê bi qebûlkirina heqîqetê pêkan e. Her wiha destnîşan kirin ku têkoşîna wan ne girêdayî tekstên fermî ye û ew ê li pey dadweriyê bin.
Di daxûyaniyê da ev daxwaz hatin rêzkirin:
- Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) bêkêmasî werin pêkanîn.
- Qedexeyên kêfî yên li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibin.
- Di bin banê TBMM’ê de, ji bo lêkolînkirina windakirina di bin çavan de, Komîsyoneke Heqîqetê ya serbixwe û bi bandor bê avakirin.
- Dewlet, berpirsiyariya xwe ya di sûcê windakirina di bin çaviyan de qebûl bike.
- Aqûbeta windayan bê eşkerekirin; hestiyên wan radestî malbatên wan bê kirin.
- Dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn; lêpirsînên bi bandor û bêalî werin meşandin û dadwerî pêk bê.
- Kiryara windakirina di bin çavan de wekî “sûcê li dijî mirovahiyê” bê pênasekirin; bila demborî nebe amûra bêcezahiştinê.
- Tirkiye, “Peymana Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina bi Darê Zorê” û “Statuya Romayê” ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî îmze bike û bi cih bîne.

