Endama Fermandariya YPJ’ê ya bajarê Kobanê Barîn Kobanê têkildarî damezrandina YPJ’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku êdî ew ber bi serketinê ve diçin.
Barîn di destpêkê de damezrandina YPJ’ê li tevahî jinan pîroz kir û got: “YPJ 13 sal li pey xwe hişt, jinan jî ji bo vê dozê bedelên gelekî giran dan, em li wan pîroz dikin. YPJ di pêvajoyeke wiha de hat avakirin ku jinê êdî dixwest parastina xwe bike. Parastina ax û rûmeta xwe jî bike, ji ber ku her jin dihat armancgirtin. Bi taybet jî ji aliyê mejî de xwestin dîsa êrîşî jin bikin, lê jin di nava vê pêvajoyê de bi rihê jina azad tevgeriya. Ji bo wê jî pêwîstî bi artêşa jinê hat dîtin. Di dîrokê de gelek jinên serhildêr hene. Li hemberî faşîstan, li hemberî zilmê ji bo parastina xwe ya rewa jinê serî hildaye.
Ji sîstema baviksalarî heta navdewletiyê jin nedihatin pejirandin û her dihatin perçiqandin. Ji bo wê jî jina heyî di bin navê edetan de, fikra jin û mejiyê jin dihatin perçiqandin. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, ji bo mafê jinan bê parastin li hemberî ev zilma li ser vî gelî ji bo tekoşînê ewil pêwîstî bi çek hate dîtin. Jinan parastina maf û gelê xwe kir û heta niha jî di nava sîstema dewletbûnê de nayê qebûlkirin, ew nayê wê wateya ku em dev ji hereketa xwe berdin. Niha jineke bê rêxistin nikare serî hilde, nikare tiştekî bike. Ji lewra jî em ê hîn bêhtir têkoşîna xwe xurt bikin.”
Barîn diyar kir ku êdî ew nêzî kêliyên azadiyê ne û got: “Êdî jin niha nêzî kêliyên azadiyê ne. Jinê di şerê Kobanê de berxwedanî kir û bû pêşeng, jinê jî bi heqê xwe û bi kêliyên azadiyê ji bo ku jiyan bike, her tişt kir û bû pêşeng jî. Ji bo wê jî li kur dibe bila bibe, hemû destkeftiyên me yên heyî jî em ê biparêzin. Heta kêliyên ku hevalên me şehîd dibin jî barê me giran dibe, lê em jî hêviyên xwe mezintir dikin. Ji bo wê jî em ê heta dawiyê xwedî li wê mîraseya jinê derbikevin û em ê heta dawiyê bi ser bikevin.”

