Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk (SAMER) li bajarên Kurdistanê li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk lêkolîn kir. Di lêkolînê de bendewariya gelê herêmê ji pêvajoya heyî, cihên bêbaweriyê û pêşniyarên çareseriyê hate nirxandin. Lêkolîn di navbera 16 û 19’ê Çileyê de li 16 bajaran bi 1500 kesî re hate kirin. Li gorî encamên vê anketê bêbaweriya gel a li desthilatdariyê zêde bûye, êrişên li ser Rojava bandoreke hilweşîner li ser pêvajoyê kiriye. Gel di wê baweriyê de ye ku berpirsyariya bingehîn a pêşvebirina pêvajoyê bi AKP’ê re ye û PKK’ê berpirsyariya xwe bi cih aniye.
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç mijar ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku rêjeya kesên ku baweriya xwe bi pêvajoyê re tîne nagihêje ji sedî 20’î û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên di dema êrişên li ser Rojava de ev rêje kêm bûye.
Yuksel Genç encamên anketê nirxand û destnîşan kir ku yek ji sedemên herî aktûel ê girîng ê kêmbûna baweriya bi pêvajoyê, zêdebûna reşbîniyê û zêdebûna bendewariyên şênber, polîtîkayên dewlet û desthilatdariyê yên li ser Sûriyeyê ye.
Yuksel Genç destnîşan kir ku zêdeyî ji sedî 60 ê beşdaran polîtîkaya dewlet û desthilatdairya AKP’ê ya li ser Rojava hilweşîner dibîne û got, “Ev beşa civakê ji êrişên dawî yên li ser Rojava, dewletê berpirsyar dibîne, desthiltadariyê berpirsyar dibîne.”
Koordînatora SAMER’ê got, “Lewma polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Sûriyeyê ji aliyê gel ve weke yek ji meyla herî girîng a xitimandina pêvajoyê, astengkirina serketina pêvajoyê ve tê dîtin.”
Yuksel Genç diyar kir ku ji bo pêvajo veguhere pêvajoyeke rasteqîn a aştiyê gelek gavên girîng hene ku divê bêne avêtin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Destpêkê divê dewlet, hikumet û desthilatdarî ji bo pêvajoyê veguherîne çareseriyeke aştiyane divê gava dawî biavêje. Pêvajo li şûna amûreke lawazkirina destketiyan divê bibe aktorekî esasî. Ev biryar divê bi şênberî bê dayin.
Ya duyemîn jî dewlet û desthilatdarî ku biryara meşandina pêvajoyê daye divê baweriya gel a ku şikestiye jinûve ava bike. Ji bo vê jî divê gotinên cihêkar, dijberîkirin û gefxwarinê yên li hemberî Kurdan biterikîne, pêwîste dest ji wan polîtîkayan berde ku êrişê dibe ser destketiyan. Her wiha divê polîtîkayên xwe yên herêmî û xwecihî yên têkildarî Kurdan di ber çavan re derbas bike.
Herî dawî jî divê bê dîtin ku meseleyeke mezin a Kurd a nehatiye çareserkirin ne tenê li Tirkiyeyê li herêmê û cîhanê heye. Ji bo çareseriya meseleya Kurd ji bo Kurd weke hêmaneke polîtîk û esaî derkevin ser dika dîrokê divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin. Ji bo atmosfera baweriyê bê afirandin û ev pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe divê hin gav bêne avêtin. Ev gav jî divê ji bo berdana girtiyên siyasî, naskirina mafên çandî û ziman be.
Lê gava herî girîng jî ji bo maseya çareseriyê bi rengekî rasteqîn bibe xwedî statuya ‘maseya çareseriyê’ divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan derbasî asta wekhev bê kirin. Divê Abdullah ocalan karibe tezên xwe yên li ser çareseriyê, qonaxên pêvajoyê bi civakê, siyasetê, civaka sivîl û cîhanê re karibe parve bike. Ev pêvajo ji bo wergirtina piştgiriya gel ku yek ji hevparên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê ye, pêwîstî ye. Dawiya dawî her tiştên li dora maseyê biqewime divê ji aliyê gel ve bêne erêkirin.”

