Yekşem, 28 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê aştî, wekhevî û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê 4 karkerên jin di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga ji bo 4’ê Çileyê: Divê ‘Mafê Hêviyê’ bê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên girtiyan daxwaza berdana Erturk û Kavak kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qendîlê demsala zivistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê mirî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Gelhat Cûdî hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê 50 dikanên koçberên Şengalî şewitîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD’ê ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ya 4’ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025’an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye
Rojane

Bayramoglu: Mifteya çareseriyê mutabaqata siyasî ye

Rojnamevan Ali Bayramoglu ku raporên partiyan ên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û geşedanên bi navendî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, got, “Mijara sereke yö çareseriyê mutabaqata siyasî ye ku dê bi Abdullah Ocalan re bê avakirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Rojnamevan-Nivîskar Ali Bayramoglu, pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aşitiyê”, raporên ku komîsyona Meclisê û partiyan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêşî Meclisê kirine û nîqaşên li ser Rojava, ji ANF’ê re nirxand.

‘AKP JI PÊVAJOYÊ RE WEKÎ “PIRSGIRÊKA RÊVEBERIYÊ” NÊZÎK DIBE’

Bayramoglu ku li ser qonaxa xebatên komîsyona Meclisê û naveroka raporên partiyan nirxandin kir ü got: “Rapora AK Partiyê ji ber ku partiya desthilatdar e, girîng e. Jixwe di komîsyonê de partiya piraniyê ye. Ji ber wê raporên wan bi serê xwe watedar in. Lê bi rastî ez şaşnabim. Naverokek heye, lê bi giranî wekî ‘pirsgirêka rêveberiyê’ nêzî meseleyê dibin. Mijara demokratîkbûnê nedilxwazî digirin dest.

Di raporê de mesele ne wekî pirsgirêkekî siyasî ya ku bê çareserkirin, bêtir di vê qonaxê de di eksena ‘çekberdanê’ de tê nirxandin. Lê em bi raporekî re rûbirû ne ku bi taybetî ji bersivdana pirsan direve û xwe sînordar kiriye. Li hemberî vê, cihekî ku bi nêzîkatiya Tifaqa Cumhur re li hev nekeve nîn e. Jixwe em dizanin ku desthilata siyasî di çareseriya vê pirsgirêkê de dê di gava yekem de çekberdanê bixe navendê. Ji vê aliyê ve di raporê de surprîz û qutbûnek nîn e.”

Bayramoglu rapora CHP’ê ya ku pêşkêşî meclisê kiriye jî nirxand û wiha got: “Navkirina CHP’ê ya meseleyê wekî pirsgirêka Kurd û neqşkirina vê di raporê de, her çend li ser kaxezê be jî wekî gavên pozîtîf xuya dikin. Gavekî din bi pêş de diçin û di çarçoveya mafên demokratîk de behsa çareseriyê dikin. Lê em pratîka CHP’ê ya di vê mijarê de jî dizanin. Yanî heta îro di van sernavan de gavên pir bi biryar û wêrek neavêtine. Pirs ev e; ev rapor ji bo vê yekê çi îfade dike? Yanî raporên partiyên siyasî bi serê xwe bes in? Na. Lingekî demokratîk û lingekî daxwaza civakî ya vê karî heye. Bêyî van raporên ku tên nivîsandin kêm dimînin. Nexwe tiştê tê kirin hinekî dibe ‘maskekirin’. Dibe taloqkirina pirsgirêkê û di bin sernavên cuda de veşartina wê. Hêviya min li cihekî pêşdetir e.

Başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan, nîqaşkirina mafê hêviyê û ya herî girîng jî pêşxistina şert û mercên demokratîk di zûtirîn demê de. Ez li bendê me ku ev pêvajo bi gihandina siyasetê ya zemînek nû û bi rastî demokratîk pêş ve biçe.”

PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ YÊN PARTIYÊN SIYASÎ JI PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ DÛR IN

Bayramoglu destnîşan kir ku perspektîfên çareseriyê yên ku ji aliyê partiyên siyasî ve hatine amadekirin ji çareserkirina pirsgirêkê dûr in û wiha axivî: “Ya girîng qonaxa piştî vê ye. Partî dê bi koordînasyona Serokê Meclisê werin cem hev û ji bo avakirina metnek hevpar û nêzîkatiyek hevpar gavan biavêjin. Ya diyarker dê ev be. Li vir em dîsa vedigerin heman xalê. Yanî piştî çekberdanê pêvajo dê çawa bê rêvebirin, veger dê çawa bin, rewşa hiqûqî ya milîtanên PKK’ê dê çawa bê sererastkirin… Ev sernav hemû dê qada nîqaşê ya rastî ya dema pêş ava bikin. Raporên ku em niha li ser diaxivin, bi giranî ji bo vê qonaxê amadekarî ne.”

Bayramoglu bal kişand ser wê yekê ku hewl tê dayîn pênaseyek mûnferît ji bo PKK’ê bê kirin, yanî di ser pênaseya “rêxistina çek berdayî” re çarçoveyek bê avakirin û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê kêmasiyek teknîkî nîn e, lê ji bo kesên ku li benda gavên berbiçav in, tabloyeke pir şaşe nîn e. Ez dîsa jî pozîtîf im, wekî her dem. Ya girîng domandina pêvajoyê ye. Ev jixwe tiştên ku em li benda wan bûn; ev qonax jî qonaxek li bendê bû.

Min berê jî bal kişandibû ser sê meseleyên bingehîn. Ya yekem, meseleya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bû; mijara muhatabgirtina wî hinekî hate pêkanîn. Piştî vê yekê îxtîmala ku ev gav pêşdetir bê birin, bi taybetî dema li rewşa Rojava tê nêrîn, bilind xuya dike. Meseleya bingehîn a duyem Rojava bixwe ye. Li wir pirsgirêk berdewam dikin û em dibînin ku dewleta Tirk bi du zimanan diaxive. Gelo ev dikarin bi temamî ji hev bên veqetandin? Hinekî belê. Yanî amadekariyên raporan ên li hundirê Tirkiyeyê di mecra xwe de dimeşin. Lê li vê xalê guman nîn e ku rê digihêjin hev. Ji ber ku dema pêvajoya raporê berdewam dike, li Rojava li hemberî dewletê aktorekî din heye. Ev aktor nûnertiya Kurdan dike û di mijara avêtina gavên di îstîkameta ku Tirkiye pêşniyar dike an jî li bendê ye de pir daxwazker xuya nake. Berovajî vê, di qada Sûriyeyê de hewl dide bibe hêzeke resen a bi serê xwe.

Şerê dawî yê li Helebê û agirbesta ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzên fermî yên Sûriyeyê de hate pêkanîn jî vê nîşan dide. Lê li vir dîsa du ziman, du dengên dewleta Tirk hene. Yekem zimanê tundiyê ye; vê bi giranî Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan temsîl dike. Li gel vê navên ku nermtir û pozîtîf dinêrin jî hene. Tê dîtin ku hem di nav AK Partiyê de û hem jî MHP’ê hîn rolek vekirî di pêvajoyê de dilîzin.”

‘JI BO ROJAVA DIVÊ DEWLET BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’

Bayramoglu anî ziman ku rewşa Rojava ji bo pêvajoyê sernava herî girîng e û dê nîqaşa li ser modela Kurdan a li Sûriyeyê diyarker be: “Em dizanin Hakan Fidan çi dibêje: ‘Wekî rêxistin û wekî pêkhate bi tevahî winda bibin; wekî ferd tevli pergalê bibin.’ Kurd jî di hewildana parastina qadên xwe û hebûna xwe ya polîtîk de ne. Ji ber vê yekê pêşniyara artêşa yekbûyî kirin. Lê ev pêşniyar ji aliyê Sûriyeyê ve hate redkirin û xuya nake ku bi hêsanî bê qebûlkirin.
Di encamê de aliyê Kurd, li Rojava çareseriyek ku kesayetiya wan a hiqûqî û hebûna wan a polîtîk diparêze dixwaze. Ji ber vê yekê xitimandin li vir berdewam dike û xuya ye ku derbasbûna vê xitimandinê dê dem hilde. Daxuyaniyên tund ên Hakan Fidan, zêdekirina liv û tevgera leşkerî ya Serokê Erkanê Giştî li ser sînorê Sûriyeyê, divê wekî nîşaneyên sembolîk ên polîtîkaya klasîk a dewletê bên xwendin. Di mijara Rojava de em hîn di wê qonaxê de ne û derfetên çareseriyê jî ji ber van astengiyan sînordar in.

Nexwe li vir hêmana herî çareserker çi ye? Bi dîtina min Ocalan e. Divê pêvajoyek bê meşandin ku dê Ocalan nûnerên Kurd ên li Rojava heta çi radeyê qanî bike. Dewlet jî ji bo vê yekê, çi bi rêya partiyên siyasî be çi jî di ser saziyan re be, divê ji nû ve têkiliyek muhatabtiyê bi Ocalan re ava bike. Bi dîtina min asta ku niha pêvajo lê ye tam ev e.”

‘EZ DIFIKIRIM KU KOMÎSYON WÊ FONKSIYONA XWE TEMAM BIKE’

Bayramoglu li ser xebat û pêşeroja komîsyona Meclîsê ya ku li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd hatibû avakirin jî wisa got: “Ji bo piştî vê qala qonaxa duyem tê kirin. Niha hevdîtinên şandeya Îmraliyê bi taybetî bi Serokê Parlamenê, CHP û partiyên din re berdewam dikin. Ez bi rastî difikirim ku komîsyon dê fonksiyona xwe temam bike. Heke ev komîsyon biryarek pir cuda nede, heke geşedanek ku min şaş bike çênebe, dê hebûna xwe biqedîne. Ji ber ku wekî ku ez dibînim vîna desthilata siyasî di vî alî de ye. Serokê Meclîsê jî parçeyek ji vê vînê ye û di encamê de serokkomar çi bibêje, bi wê armancê tevdigere.”

HEWLDANÊN ASTENGKIRINA PÊVAJOYÊ

Bayramoglu bal kişand ser provokasyonên pêkan û êrîşên nijadperest ên alîgirên Bursasporê yên li hemberî Leyla Zana bi bîr xist û ev hişyarî kirin: “Berê jî geşedanên bi vî rengî çêbûn. Hewldanên cuda yên hêzên ku dixwazin pêvajoyên çareseriyê asteng bikin hene. Ev dikarin ji komployên mezin heta seferberkirina civakê biçin. Ez hîn jî bawer nakim ku di nav hêzên çekdar de, wekî mînak, ji vê pêvajoya çareseriyê pir kêfxweş bin. Dibe ku di asta Serokatiya Erkanê Giştî de wekî polîtîkaya dewletê ne wisa be, lê ez difikirim ku di asta kadroyan de nerazîbûnek cidî heye.

Her çend ez nefikirim ku tiştekî taybet tê avakirin jî, ez difikirim ku reaksiyonek heye û ev bi hin bûyeran derdikeve pêşberî me. Ez di wê baweriyê de me ku ev ne tesaduf in. Bikaranîna stadyuman, maçên futbolê, Leyla Zana û sembolên mîna wê wekî hincet ji aliyê navendên li dijî hev ve, yek ji rêbazên naskirî yên provokasyonê ye. Lê di vê qonaxê de ez bawer nakim ku ev ê pir bi kêr werin.”

‘QIRPANDINA OCALAN A LI SER MUTABAQATA SIYASÎ GIRÎNG E’

Ali Bayramoglu diyar kir ku dê bi taybetî hevsengiyên herêmî û navneteweyî di pêvajoyê de diyarker bin û got ku qirpandina Rêber Apo a li ser ‘mutabaqata siyasî’ nîşaneyên girîng di derbarê karakterê pêvajoyê de dihewîne. Bayramoglu nirxandinên xwe wisa bi dawî kir: “Wekî ku min got, komîsyon di erka xwe de berdewam dike û ev pir girîng e. Encama wê çi dibe bila bibe, biryara ku dê bide çi bibe bila bibe, helbet em ê wan nîqaş bikin; ew mijarek e din e. Lê gihîştina komîsyonê ya asta biryarê bi serê xwe pir bi qîmet e.

Li gel vê, divê hemû çav li ser têkiliyên DYA, Îngland, Tirkiye, Sûriye û QSD’ê bin. Girêk tam li wir e. Heke astengiyek çêbibe, dê li wir çêbibe. Û heke krîzek pêk were, ev krîz ne bi gavên ku hin hêzên di nav pergalê de bi dizî dibin sedem, dê bi destê dewletan bixwe derkeve. Ez bi rastî bawer nakim ku bi hêsanî bigihîje wê xalê. Şêmûkên pir mezin hatin derbaskirin û hatin xalek e pir girîng.

Tişta ku hikûmet tê de asê maye ev e: Hem hûn ê nebêjin ‘pirsgirêka Kurd’, hem hûn ê nebêjin demokrasî, hem hûn ê behsa peymanek nû ya civakî nekin; lê di heman demê de hûn ê bêjin ‘ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim’ û hûn ê vê jî bi berdewamî di ser konsepta terorê re bikin. Derketina hikûmetê ji vê qada teng, bi taybetî ber bi hilbijartinan ve qet ne hêsan e. Lê dev jê berdana vê mekanîzmaya ku heta îro ava kiriye jî pir zor e. Yanî gotina ‘nebû’ ne hêsan e.
Tenê îstîsnayek heye: Heke di qada QSD û Sûriyeyê de pirsgirêkek cidî derkeve; Tirkiye bi erêkirina DYA an jî hêzek e din, hincetek nîşan bide û bixwaze destwerdana QSD’ê bike, wê demê ev pêvajo dikare bi serê xwe bi dawî bibe.

Peyamek Abdullah Ocalan hebû ku di seredana berê de ji şandeyê re şandibû: ‘Em bi dewletê re li hev hatin, niha em li mutabaqata siyasî digerin.’ Ev îfade zimanekî siyasî ye ku Ocalan bi taybetî hilbijartiye. Tê famkirin ku bi dewletê re di rêyeke diyar de pêvajo hatiye astekî, lê divê ev di warê siyasî de bikeve meriyetê û bi siyasî bê piştgirîkirin. Muhatabê vê lêgerînê ne tenê partiyên muxalefetê ne; bixwe AK Partî û qada siyasî ya dewletê jî muhatabê vê karî ne.

Ocalan li vir bi berdewamî balê dikişîne li ser berfirehkirina qada nîqaşa siyasî. Yanê dibêje ku ev kar bê hiqûq, bê demokrasî û bê model nabe. Her çend ev dereng bikevin jî, dibêje ku proseya çekberdanê dê neyê rawestan , dê berdewam bike; lê çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd bi giranî li aliyê din e, yanê di polîtîqayê de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Qendîlê demsala zivistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îranê hejmara kesên ku diçin mizgeftan kêm bûye

Li gorî rapora kanala nûçeyan a Iran Internationalê ku ji sala 2017’an ve li Londonê…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Kieser: Sepanên Peymana Lozanê PKK’ê derxist holê 

Prof. Hans-Lukas Kieser diyar kir ku nîqaşkirina Lozanê wê dewletê hilneweşîne, berovajî vê wê demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

MSF: Li Xezeyê deverên belavkirina alîkariyan weke cihên cînayetê ne

Bijîşkên Sînornenas (MSF), deverên belavkirina alîkariyan ên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezeyê (GFH)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qendîlê demsala zivistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê KANÛNA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê 2 xwendekarên zanîngehê hatin revandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?