Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Encamnameya Kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê
Kurdistan

Encamnameya Kongreya 6’emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê

Lidarxistina "Kongreya Yekîtiya Êzidiyan", xurtkirina rêxistiniya leşkerî, siyasî û çandî û pêkanîna entegrasyona demokratîk jî di nav de Kongreya 6'emîn a Meclîsa Xweser a Şengalê bi wergirtina biryarên girîng bi dawî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Adar 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Encamnameya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de her wiha plansaziya 2 salan a Meclîsa Gel a Şengalê hate ragihandin.

Di destpêka encamnameyê de hate bibîrxistin ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 28’ê Adara 2026’an de, di qonaxeke dîrokî û çarenûssaz de ku Rojhilata Navîn di nava agirê şerekî giran re derbas dibe, kongreya xwe ya 6’emîn bi tevlîbûna 250 delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên olî û civakî lidar xist.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji aliyê beşdaran ve kongre, weke daxuyandina vîneke bihêz a li hemberî fermanan û îradeyeke nû ya ji bo avakirina jiyaneke azad hat pênasekirin. 

Hate ragihandin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ji salên 90’î ve bi şêwazên cuda berdewam dike ku îro ev şer di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de şênber bûye di kongreyê de bi berfirehî hate nirxandin.

Encamnameya Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vî rengî dewam kir:

“Kongreyê destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst, bi hişmendiya serweriya zilamsalarî, nijadperestî û olperestiyê civakan parçe kiriye û cîhan xistiye nava krîzeke ku nayê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîst ti carî wekî vê serdemê gel û civak neanîne hemberî hev û ev krîz tenê bi paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojiyê dikare bê derbaskirin. Li gorî nirxandinên kongreyê, “Pengava Aşitî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, ji bo civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn rêya yekane ya rizgarî û demokratîkbûnê ye.

Di warê rêxistinî de, kongreyê xebatên du salên bihurî borî bi rexne û rexnedayinên kûr nirxand. Hat ziman ku tevî hemû êrişên leşkerî, siyasî û fikrî ên derve û hundir, civaka Êzidî bi saya pergala xweparastina cewherî û vîna xwe ya rêxistinkirî karibûye hebûna xwe biparêze û planên qirkirinê pûç bike. Yek ji serketinên herî mezin a van du salan, pêşwazîkirin û bi bicihkirina malbatên Êzidî yên ku ji kampan vegeriyane ser axa xwe ya pîroz, hat dîtin. Lê belê kongreyê kêmasiyên di warê perwerde, zanakirin û rêxistinkirina gel de jî veşartî nehişt û biryar da ku ev nebesî bi rêya xurtkirina pergala komûnan bên çareserkirin. Ji bo ku rêveberiyeke hîn çalaktir û demokratîktir bê avakirin, di pergala meclîsê de guhertineke giring hat kirin. Li şûna sîstema berê ya bi qasî sed endaman, pergala meclîsa ji 51 endaman, du hevserok û du cîgirên hevserokan hat erêkirin.

Mijara jinê û ciwanan di kongreyê de wekî stûna sereke hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên civakî û tundiya li dijî jinê ku çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamsalarî digre, tenê bi xebatên birdozî û rêxistinî yên hîn xurtir dikare bê rakirin. Kongreyê biryar girt ku di înşaya civaka demokratîk de jin û ciwan bibin pêşengên sereke yên her qadê. Di heman demê de, hate detnîşankirin ku hebûn û azadiya Êzidiyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Di kongrê de hat ziman ku heta Rêber Apo bi awayeke fîzîkî azad nebe, gefa jenosîdê li ser civaka Êzidî û gelên bindest bi dawî nabe. Ji ber vê yekê, beşdarên kongreyê biryar dan ku pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Şengalê bi çalakî û rêxistinbûneke hîn bibandortir bimeşînin û vê yekê wekî mîsogeriya hebûna xwe bibînin.

ARMANCA LIDARXISTINA KONGREYA YEKÎTIYA ÊZIDIYAN

Yek ji biryarên herî stratejîk û dîrokî yên kongreyê, xebata ji bo pêkanîna “Kongreya Yekîtiya Êzidiyan” bû. Armanc ew e ku di nava du salan de hemû Êzidiyên ku ji ber zextan ji ser warên xwe  ên Şengal û derveyî Şengalê jî koçber bûne û li cîhanê belav bûne, di bin sîwaneke civakî û fikrî de bînin cem hev. Di warê dîplomasiyê de jî kongreyê rexneyên giran li Iraq û dewletên din girtin ku tevî derbasbûna 11salan hîn jî fermana li ser Êzidiyan bi temamî nas nekirine. Biryar hate girtin ku xebatên dîplomatîk bên xurtkirin da ku ne tenê ferman bê naskirin, lê belê statû û mafên rewa yên civaka Êzidî jî di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de û di qada navneteweyî de bên naskirin. 

XURTKIRINA HÊZA LEŞKERÎ, ÇANDÎ Û SIYASÎ

Têkildarî parastina cewherî, kongreyê bi mînaka ku “gul bi sitriyan xwe diparêze” destnîşan kir ku ti zindî bê xweparastin nabe û civaka Êzidî ya ku bi dehan ferman dîtine, wê di milê leşkerî, çandî û siyasî de xwe hîn zêdetir bihêz bike.

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK A BI IRAQÊ RE

Di dawiyê de, kongreyê li ser projeya çareseriya siyasî û “Entegrasyona Demokratîk” ya bi Iraqê re rawestiya. Hat diyarkirin ku siyaseta tesfiyekirinê ya ku Iraqê di bin zextên derve de dimeşand, hem bi Iraqê û hem jî bi gelên wê daye wendakirin. Meclîsa Xweser a Şengalê destnîşan kir ku li Iraqê ol û netewên cuda dijîn; ji ber vê yekê, naskirina mafên Êzidiyan di çarçoveya “Neteweya Demokratîk” de wê bibe mifteya demokratîkbûn û aramiya tevahiya Iraqê. Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû û bi biryardariya avakirina jiyaneke azad li ser axa pîroz a Şengalê, bi serkeftî bi dawî bû.”

PLANSAZIYA 2 SALAN A MECLÎSA GEL A ŞENGALÊ

Di kongreyê de her wiha ji bo 2 salan plansaziya kar a Meclîsa gel a Şengalê hate destnîşankirin.

Li gorî vê yekê, armanc û karên di nava du salan de bêne kirin bi vî rengî ne:

“-Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn û civaka Êzîdi ye. Li ser vî esasî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe navenda hemû xebatan. 

-Bi helwest û zanebûna riya xwe gihandina civaka demokratîk ji komînan derbas dibe, di hemû gundan de komîn werin avakirin.

-Destpêkê dewleta Iraqê û dewletên ku jenosîda Êzîdiyan nasnekirine, ji bo jenosîd bê naskirin xebat bê meşandin. Konferanseke li ser jenosîda 3.8.2014’an were lidarxistin. 

-Ji bo yekîtiya Êzîdiyan destpêkê li Şengalê û li her cihê ku Êzidî lê dijîn xebat werin meşandin û di encama vê xebatê de Kongreya Yekîtiya Êzîdiyan were lidarxistin.

-Ji bo çareseriya demokratîk a Şengalê destpêkê bi hikumeta Iraqê re, bi hemû aliyên siyasî yên Iraq û cîhanî re têkilî bên danîn.

-Ji bo îndîmaca (entegrasyona) demokratîk, bi dewleta Iraqê re were kirin, li ser hîmê civaka demokratîk û yasayên Iraqê projeya çareseriya Şengalê were amadekirin.

-Ji bo yekîtiya Şengalê bi hemû gel, bawerî, çand û zimanan ve xebatên hevpar bên meşandin.

-Ji bo yekîtiya siyasî ya Şengale, Heya Tensîqî ya heyî were xurtkirin û piştgirî lê were zêdekirin.

-Ji bo tifaqa siyasî ya Êzîdiyan, Meclîsa Gel di nav tevgerê de be û çi dikeve ser milê wê pêk bîne.

-Ji bo parastina civakê li ser esasê xweparastinê, li hemû gundan xebat bên meşandin.

-Ji bo dengê Şengalê û civaka Êzîdî bigihîje her derî dîplomasiyeke xurt were meşandin. Bi vê ve girêdayî bi gel û bawerîyan re û beşên civakê yên bindest re têkiliyên stratejîk werin danîn. Bi aliyên dewlet, desthilatdarî û hwd. re li gor mesleheta gelê Şengalê têkilî bê danîn.

-Pêşengtî ji bo xebatên yekîtiya hêzên parastinê yên civaka Êzidî û gelê Şengalê were kirin.

-Li hemberî rizîna ku di nav civakê de weke seretanek belav dibe û di encam de heta xwekuştinan diçe, bi fikir û ramanên azadiya jinê û civaka demokratîk tekoşîn were meşandin.

-Li dijî her cûre tundî û zîhniyeta mêrê serdest li ser fikra azadiya jinê di nav hemû pêkhateyên meclîs û civakê de xebatên perwerde û rêxistinkirinê bê kirin.

-Ji bo xwezaya Şengalê ku hatiye texrîbkirin, xebatên parastin û geşkirina xwezaya Şengalê were destpêkirin, xebatên ku hişmendiya ekolojik pêş bixe werin meşandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Biryara NY’ê ya têkildarî bazirganiya koleyan: Sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê
Nûçeya Pişt re Li Başûrê Kurdistanê gelek êriş
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokkomarê Madagaskarê ji welêt reviya û artêş reveberiyê jê dewr digire

Serokkomarê Madagaskarê yê xistî Andry Rajoelina da zanîn ku wî ji ber ‘’gefên kuştinê’’ ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Careke din xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Aykol

Cara sêyemîn xwîn çû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol.

Ji aliyê Stêrk TV

Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

Ji mîtînga 'Bi Rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk ve' ku wê 28'ê Hezîranê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şervanê HRE’yê Şervan Heleb hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?