Encamnameya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.
Di daxuyaniyê de her wiha plansaziya 2 salan a Meclîsa Gel a Şengalê hate ragihandin.
Di destpêka encamnameyê de hate bibîrxistin ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di 28’ê Adara 2026’an de, di qonaxeke dîrokî û çarenûssaz de ku Rojhilata Navîn di nava agirê şerekî giran re derbas dibe, kongreya xwe ya 6’emîn bi tevlîbûna 250 delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, kesayetên olî û civakî lidar xist.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji aliyê beşdaran ve kongre, weke daxuyandina vîneke bihêz a li hemberî fermanan û îradeyeke nû ya ji bo avakirina jiyaneke azad hat pênasekirin.
Hate ragihandin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku ji salên 90’î ve bi şêwazên cuda berdewam dike ku îro ev şer di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de şênber bûye di kongreyê de bi berfirehî hate nirxandin.
Encamnameya Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vî rengî dewam kir:
“Kongreyê destnîşan kir ku pergala modernîteya kapîtalîst, bi hişmendiya serweriya zilamsalarî, nijadperestî û olperestiyê civakan parçe kiriye û cîhan xistiye nava krîzeke ku nayê birêvebirin. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîst ti carî wekî vê serdemê gel û civak neanîne hemberî hev û ev krîz tenê bi paradîgmaya Rêber Apo ya li ser bingeha azadiya jinê, civaka demokratîk û ekolojiyê dikare bê derbaskirin. Li gorî nirxandinên kongreyê, “Pengava Aşitî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hat destpêkirin, ji bo civaka Êzidî û hemû gelên Rojhilata Navîn rêya yekane ya rizgarî û demokratîkbûnê ye.
Di warê rêxistinî de, kongreyê xebatên du salên bihurî borî bi rexne û rexnedayinên kûr nirxand. Hat ziman ku tevî hemû êrişên leşkerî, siyasî û fikrî ên derve û hundir, civaka Êzidî bi saya pergala xweparastina cewherî û vîna xwe ya rêxistinkirî karibûye hebûna xwe biparêze û planên qirkirinê pûç bike. Yek ji serketinên herî mezin a van du salan, pêşwazîkirin û bi bicihkirina malbatên Êzidî yên ku ji kampan vegeriyane ser axa xwe ya pîroz, hat dîtin. Lê belê kongreyê kêmasiyên di warê perwerde, zanakirin û rêxistinkirina gel de jî veşartî nehişt û biryar da ku ev nebesî bi rêya xurtkirina pergala komûnan bên çareserkirin. Ji bo ku rêveberiyeke hîn çalaktir û demokratîktir bê avakirin, di pergala meclîsê de guhertineke giring hat kirin. Li şûna sîstema berê ya bi qasî sed endaman, pergala meclîsa ji 51 endaman, du hevserok û du cîgirên hevserokan hat erêkirin.
Mijara jinê û ciwanan di kongreyê de wekî stûna sereke hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên civakî û tundiya li dijî jinê ku çavkaniya xwe ji hişmendiya zilamsalarî digre, tenê bi xebatên birdozî û rêxistinî yên hîn xurtir dikare bê rakirin. Kongreyê biryar girt ku di înşaya civaka demokratîk de jin û ciwan bibin pêşengên sereke yên her qadê. Di heman demê de, hate detnîşankirin ku hebûn û azadiya Êzidiyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Di kongrê de hat ziman ku heta Rêber Apo bi awayeke fîzîkî azad nebe, gefa jenosîdê li ser civaka Êzidî û gelên bindest bi dawî nabe. Ji ber vê yekê, beşdarên kongreyê biryar dan ku pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku li seranserê cîhanê belav bûye, li Şengalê bi çalakî û rêxistinbûneke hîn bibandortir bimeşînin û vê yekê wekî mîsogeriya hebûna xwe bibînin.
ARMANCA LIDARXISTINA KONGREYA YEKÎTIYA ÊZIDIYAN
Yek ji biryarên herî stratejîk û dîrokî yên kongreyê, xebata ji bo pêkanîna “Kongreya Yekîtiya Êzidiyan” bû. Armanc ew e ku di nava du salan de hemû Êzidiyên ku ji ber zextan ji ser warên xwe ên Şengal û derveyî Şengalê jî koçber bûne û li cîhanê belav bûne, di bin sîwaneke civakî û fikrî de bînin cem hev. Di warê dîplomasiyê de jî kongreyê rexneyên giran li Iraq û dewletên din girtin ku tevî derbasbûna 11salan hîn jî fermana li ser Êzidiyan bi temamî nas nekirine. Biryar hate girtin ku xebatên dîplomatîk bên xurtkirin da ku ne tenê ferman bê naskirin, lê belê statû û mafên rewa yên civaka Êzidî jî di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de û di qada navneteweyî de bên naskirin.
XURTKIRINA HÊZA LEŞKERÎ, ÇANDÎ Û SIYASÎ
Têkildarî parastina cewherî, kongreyê bi mînaka ku “gul bi sitriyan xwe diparêze” destnîşan kir ku ti zindî bê xweparastin nabe û civaka Êzidî ya ku bi dehan ferman dîtine, wê di milê leşkerî, çandî û siyasî de xwe hîn zêdetir bihêz bike.
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK A BI IRAQÊ RE
Di dawiyê de, kongreyê li ser projeya çareseriya siyasî û “Entegrasyona Demokratîk” ya bi Iraqê re rawestiya. Hat diyarkirin ku siyaseta tesfiyekirinê ya ku Iraqê di bin zextên derve de dimeşand, hem bi Iraqê û hem jî bi gelên wê daye wendakirin. Meclîsa Xweser a Şengalê destnîşan kir ku li Iraqê ol û netewên cuda dijîn; ji ber vê yekê, naskirina mafên Êzidiyan di çarçoveya “Neteweya Demokratîk” de wê bibe mifteya demokratîkbûn û aramiya tevahiya Iraqê. Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû û bi biryardariya avakirina jiyaneke azad li ser axa pîroz a Şengalê, bi serkeftî bi dawî bû.”
PLANSAZIYA 2 SALAN A MECLÎSA GEL A ŞENGALÊ
Di kongreyê de her wiha ji bo 2 salan plansaziya kar a Meclîsa gel a Şengalê hate destnîşankirin.
Li gorî vê yekê, armanc û karên di nava du salan de bêne kirin bi vî rengî ne:
“-Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn û civaka Êzîdi ye. Li ser vî esasî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe navenda hemû xebatan.
-Bi helwest û zanebûna riya xwe gihandina civaka demokratîk ji komînan derbas dibe, di hemû gundan de komîn werin avakirin.
-Destpêkê dewleta Iraqê û dewletên ku jenosîda Êzîdiyan nasnekirine, ji bo jenosîd bê naskirin xebat bê meşandin. Konferanseke li ser jenosîda 3.8.2014’an were lidarxistin.
-Ji bo yekîtiya Êzîdiyan destpêkê li Şengalê û li her cihê ku Êzidî lê dijîn xebat werin meşandin û di encama vê xebatê de Kongreya Yekîtiya Êzîdiyan were lidarxistin.
-Ji bo çareseriya demokratîk a Şengalê destpêkê bi hikumeta Iraqê re, bi hemû aliyên siyasî yên Iraq û cîhanî re têkilî bên danîn.
-Ji bo îndîmaca (entegrasyona) demokratîk, bi dewleta Iraqê re were kirin, li ser hîmê civaka demokratîk û yasayên Iraqê projeya çareseriya Şengalê were amadekirin.
-Ji bo yekîtiya Şengalê bi hemû gel, bawerî, çand û zimanan ve xebatên hevpar bên meşandin.
-Ji bo yekîtiya siyasî ya Şengale, Heya Tensîqî ya heyî were xurtkirin û piştgirî lê were zêdekirin.
-Ji bo tifaqa siyasî ya Êzîdiyan, Meclîsa Gel di nav tevgerê de be û çi dikeve ser milê wê pêk bîne.
-Ji bo parastina civakê li ser esasê xweparastinê, li hemû gundan xebat bên meşandin.
-Ji bo dengê Şengalê û civaka Êzîdî bigihîje her derî dîplomasiyeke xurt were meşandin. Bi vê ve girêdayî bi gel û bawerîyan re û beşên civakê yên bindest re têkiliyên stratejîk werin danîn. Bi aliyên dewlet, desthilatdarî û hwd. re li gor mesleheta gelê Şengalê têkilî bê danîn.
-Pêşengtî ji bo xebatên yekîtiya hêzên parastinê yên civaka Êzidî û gelê Şengalê were kirin.
-Li hemberî rizîna ku di nav civakê de weke seretanek belav dibe û di encam de heta xwekuştinan diçe, bi fikir û ramanên azadiya jinê û civaka demokratîk tekoşîn were meşandin.
-Li dijî her cûre tundî û zîhniyeta mêrê serdest li ser fikra azadiya jinê di nav hemû pêkhateyên meclîs û civakê de xebatên perwerde û rêxistinkirinê bê kirin.
-Ji bo xwezaya Şengalê ku hatiye texrîbkirin, xebatên parastin û geşkirina xwezaya Şengalê were destpêkirin, xebatên ku hişmendiya ekolojik pêş bixe werin meşandin.”

