Nivîskar rojnamevan Alî Bayramoglû sala yekemîn a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, daxuyaniyên Rêber Apo yên têkildarî salvegera yekemîn a pêvajoyê, hevsengiyên siyasî yên navxweyî yên nû ku bi pêvajoyê re ava bûn û gavên hiqûqî yên ku divê dewlet biavêjin ji ANF’ê re nirxand.
‘RAPORA MECLÎSÊ DI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE XALEKE NAVBERÊ YE’
Alî Bayramoglû rapora li ser çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê hate amadekirin nirxand û anî ziman ku ji xwe ew ne li bendê bûn ku komîsyon li ser daxwazên esasî yên pirsgirêka Kurd gavekê biavêje. Alî Bayramoglû got, “Wezîfeya komîsyonê ev nîne. Divê mirov hinekî li çarçoveyê binihêrin. Wezîfeya vê komîsyonê bi esasî ew e ku piştî çekdanînê wê maf û hiqûqa yên çek danîne çi be, entegrasyon wê çawa be; diyarkirina rêgezên vê yekê ye. Di çarçoveya pîvan û rêgezên ku vê komîsyonê destnîşan kiriye wê meclîs qanûnan amade bike.
Lewma gava mirov rewşa heta niha binirxînin, belê gelek rexne hene. Di rapora meclîsê de ji bo carekê jî gotina ‘pirsgirêka Kurd’ derbas nabe. Belê, işaretê bi çareseriyeke ji bo daxwazên Kurdan nake, rast e. Lê belê dema mirov ji aliyê pêvajoyê ve lê dinihêrin, qonaxa destpêkê ya pêvajoyê hem bilêvkirina îradeyê hem jî destnîşankirina çareseriyê bi îradeya dewletê û îradeya Ocalan bû.
Qonaxa duyemîn jî ew e ku maf û hiqûqa yên çek danîne wê çi be; yanî endameke/î PKK’ê wê di nava kîjan mercî de bê pênasekirin û çawa li sîstemê bê entegrekirin.
Ji ber vê haya me hemûyan jê heye; bi taybetî ya Kurdan. Eger vê raporê hewl bida pirsgirêka Kurd çareser bikira wê gelekî hêja bûya. Ev yek karekî navberê yê pêvajoya çareseriyê ye.”
‘NE BI HÊVÎ DIBIM NE JÎ BÊ HÊVÎ DIBIM’
Bayramoglû pirsgirêka Kurd bi sê qonaxan nirxand û got, “Mirov dikare bi gelek awayî pirsgirêka Kurd pênase bikin. Em bi du qonaxan an jî sê qonaxan binirxînin. Ya yekemîn rêxistina çekdarî; yanî rêxistina çekdarî ya ku tevgera Kurd temsîl dike. Çareserî wê bibe dewama çareseriya şer. Rapora komîsyonê balê dikişîne ser vê yekê.
Qonaxa duyemîn, hin daxwazên Kurdan. Daxwaz hene ku pirsgirêka Kurd bi xwe re anî. Ev jî daxwaza li ser welatîbûna destûra bingehîn, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, daxwaza demokrasiya xwecihî. Wê çawa bersiv ji van daxwazan re bê dayin? Di vê pêvajoya çareseriyê de sererastkirinek têkildarî van nîne; tenê hêvî û îhtimal hene. Tê gotin, wê çek bê danîn, pêşî li siyasetê bê vekirin û li dora siyaseta demokratîk ev pirsgirêk bê nirxandin.
Di dema nirxandina van pirsgirêkan de wê partiyên heyî yên li meclîsê jî kar bikin. Di raporê de qala demokrasî û entegrasyonekê tê kirin. Lê belê DEM Partî ya jî nûnerê Kurdan her kî be… Yanî peymaneke nû ya civakî; pênaseya welatîbûna wekhev a bi Tirkan re, perwerdeya bi zimanê dayikê ya Kurdan û di nava mantiqê dewleta unîter de pêşkêşkirina derfetên xwerêvebirinê, yanî reforma rêveberiyên xwecihî ya xurt dixwest. Armanca pêvajoya çareseriyê ev bû.
Weke min got, rewşeke welê heye ku dibêje em derî li siyasetê vedikin, bi rêya siyasetê ev ê bê kirin. Bi vî rengî dinirxînim. Ji ber vê jî ne bi hêvî dibim ne jî bê hêvî.”
Bayramoglû ragihand ku pirsgirêka qonaxa sêyemîn ev e: Kurdên li herêmê bi taybetî jî Kurdên li Sûriyeyê wê xwedî qadek eçawa ya jiyanê be? Bayramoglû got, “Tirkiye xwedî avaniyeke cuda ye, Iraq cuda ye, Sûriye cuda ye. Li Iraqê xweseriyek hate dayin. Li Tirkiyeyê jî ji xweseriyê wêdetir reformeke bi rêya rêveberiyên xwecihî tê dîtin. Baş e wê li Sûriyeyê çi bibe? Eger ji bo Kurdên li Sûriyeyê bê gotin, ‘Bibin welatiyên Sûriyeyê, bi rengekî şexsî entegreyî sîsstemê bibin’ ev ê pirsgirêkê bi xwe re bîne.
Lewma divê ji bo Kurdên li Sûriyeyê qadeke jiyanê bê avakirin; yanî li herêma Rojava. Ev hîn zelal nebûye, lê belê ber bi rêyeke erênî ve diçe.”
‘ABDULLAH OCALAN DI MIJARA PÊVAJOYÊ DE ERÊNÎ YE’
Bayramoglû daxuyaniya Rêber Apo ya di salvegera yekemîn a “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de nirxand û got, “Ocalan bi rengekî gelekî pozîtîf li pêvajoyê dinihêre. Vî tiştî dibêje: Me qonaxa destpêkê temam kir; yanî çekdanîn, rewşa yên çek danîne wê çi be? Bersiveke tam ji pirsan re nehate dayin lê belê divê niha siyaset bê kirin. Ji bo siyasetê jî daxwazeke Ocalan heye: ‘Qada min a tevgerê berfireh bikin’. Ev yek wê ne tenê berfirehkirina qada wî ya tevgerê be; divê qadeke demokratîk bê afirandin. Ji bo hin daxwaz bêne ziman û bersiv ji wan re bê dayin divê ev pêvajo destpê bike. Ocalan weke qonaxa duyemîn işaret bi vê yekê kir.”
Di dawiya nirxandina xwe de Alî Bayramoglû anî ziman ku Ocalan, Erdogan, Bahçelî û partiyên din ên li meclîsê helwesteke erênî nîşan didin, lewma ne bawer e ku pêvajo bi paş bikeve û got, “Dibe ku pêşveçûna wê demê bigire.”
Bayramoglû destnîşan kir ku rewşa nediyar a ji ber şerê Îranê dibe ku bandorê li gelek pirsgirêkên li herêmê bike û got, “Şer û rageşiya li herêmê wê bandorê li gelek pirsgirêkan bike. Berxwedêriya Îranê, hewldana ketina nava liv û tevgerê, hebûna Kurdên li Îranê û şerê li herêmê wê bandorê li mercên herêmê bike. Bandora wê ya niha li ser pêvajoya çareseriyê tê dîtin. Em ê bibînin bê wê kengî biqede.”

