Dema ku pirsgirêkên girtiyên nexweş her di rojevê de ne, herî dawî girtiyê nexweş ê 70 salî Mehmet Edîp Taşar, tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî nehat berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.
Taşar ê ku 19 caran anjiyo bibû, 8 stent di dilê wî de hebûn û kîloya wî daketibû 40’î, ji aliyê Saziya Bijîşkî a Dadî (SBD) ve rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” jê re hatibû dayîn û di 25’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di nav bi hezaran girtiyên nexweş de, herî dawî girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam, piştî ku înfaza wî 6 mehan hat taloqkirin hat berdan. Çam ê ku SBD’ê du caran rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabûyê û gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene, ji roja ku tahlîye bûye û vir ve balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweşên din ên li pey xwe hiştine.
Dema ku malbata Çam derbarê giraniya rewşa wî ya tenduristiyê de agahî didan, Hevserokê Şaxê Batmanê yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Ahmet Şiray jî diyar kir ku dema 6 mehî ya hatiye dayîn ne bes e.
Mehmet Emîn Çam ê ku di 1’ê Nîsanê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî hat tahlîyekirin, ji ber ku nedikarî bimeşe, ji aliyê parêzerên xwe ve ji girtîgehê hat derxistin. Çam ê ku ji sala 2022’an ve di girtîgehê de dihat girtin, di vê pêvajoyê de du caran krîza dil derbas kir û gelek emeliyat bû. Çam ê ku rojê 17 dermanan bi kar tîne û her hefte dibin nexweşxaneyê, gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene; herî dawî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê jê re hatiye gotin: “An tu pençeşêr î, an jî werem î.”
HÊ JÎ NIKARE BIMEŞE Û HER TIŞTÎ JÎBÎR DIKE
Hat hînbûn ku Çam di hefteya dawî ya beriya berdanê de, ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne zorî dikişand, neçar dima ku bindek bi kar bîne û bi kursiya biteker diçû û dihat.
Çam ê ku piştî berdanê li mala xwe jî heman pirsgirêkan dijî, hê jî nikare li erdê rûnê û bimeşe. Li gorî agahiyên ku endamên malbatê dane; Çam di naskirina kesên tên malê û xizmên xwe de zehmetiyê dikişîne, pir caran behsa hevalên xwe yên girtîgehê yên di qawîşa nexweşan de dike û dibêje: Divê ew jî werin berdan.
Çam ê ku her tim tîne ziman ku wekî wî gelek girtiyên nexweş hene, dê tedawiya wî li derve bi heman giraniyê berdewam bike. Çam ê ku maskeyê bi kar tîne, dema ji bo vegera tenduristiya xwe ya berê têdikoşe, di heman demê de fikar dike ku piştî 6 mehan dîsa vegere girtîgehê.
BIRYARÊN DEMKURT JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ NE BES IN
Hevserokê Şaxê Batmanê yê ÎHD’ê Ahmet Şiray diyar kir ku biryara berdanê cihê kêfxweşiyê ye, lê serlêdanên bi vî rengî çareseriyên mayînde û mirovî pêşkêş nakin. Şiray destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweşên giran, biryarên taloqkirina demkî mafê jiyanê naxe bin ewlehiyê.
Şiray anî ziman ku biryarên taloqkirina înfazê yên ji bo 6 mehan her çend di demeke kurt de erênî xuya bikin jî, ji bo girtiyên nexweş ne bes in û wiha got: Nemaze ji bo girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên giran hene, pêvajoyên tedawiyê plansaziyeke demdirêj dixwazin. Ji ber vê yekê, biryarên taloqkirina bi demê re sînorkirî, li şûna ewlekirina mafê jiyanê yê nexweş, rehetiyeke demkî peyda dikin. Biryara derbarê Mehmet Emîn Çam de, ji pêdiviyên bijîşkî bêtir, bi teqdîreke îdarî hat sînorkirin. Divê înfaza mehpûsên ku rewşa wan a tenduristiyê ji bo girtîgehê ne guncav e were rakirin û tedaviya wan li nexweşxaneyên rêkûpêk berdewam bike.
DÎSA BIRINA WAN A GIRTÎGEHÊ DÊ BIBE SEDEMA PIRSGIRÊKÊN GIRAN
Şiray diyar kir ku biryarên taloqkirina înfazê ya demkî hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê fîzîkî ve dibe sedema pirsgirêkên giran û ev nirxandin kir: Fikara ku kesekî nexweş her tim dîsa bikeve girtîgehê, rasterast bandoreke neyînî li pêvajoya tedawiyê dike. Stres û nezelalî dikare gelek nexweşiyan girantir bike. Her wiha di demeke kurt a wekî 6 mehan de ne gengaz e ku pêvajoyeke tedawiyê ya berfireh bi dawî bibe. Ji ber vê yekê, ew kes beriya ku baş bibe bi rîska şandina girtîgehê re rû bi rû dimîne. Li gel vê, ev cure biryarên demkî rê li ber berdewamiya gihîştina xizmetên tenduristiyê jî digirin. Heke mehpûsê nexweş nû dest bi tedawiyê kiribe û dîsa bikeve girtîgehê, dibe ku tedawî nîvce bimîne an jî bi tevahî qut bibe. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê yên ku vegera wan tune ye.
BÊALÎBÛN Û PÊBAWERIYA SBD’Ê BI GUMAN E
Şiray bi bîr xist ku peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî aliyekî wan e û Destûra Bingehîn, mafê jiyan û tenduristiyê diparêzin; her wiha destnîşan kir ku berpirsiyariya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan a dewletê ye.
Ahmet Şiray bal kişand ser raporên SBD’ê jî û wiha got: Mafê tenduristiyê di heman demê de rasterast bandorê li mafê jiyana kesê dike. Qewimîna van rewşan di girtîgehê de û di bin çavdêriya dewletê de, bi prensîba dewleta hiquqê re naguncî ne. Li dijî raporên Saziya Bijîşkiya Dadî, divê nêrînên nexweşxaneyên zanîngehê û bijîşkên serbixwe werin girtin. Derbarê bêalîbûn û pêbaweriya van raporan de gumanên cidî hene.
Ji bo ku taloqkirina înfazê bibe mayînde, dikare serî li dozgerî û dadgehên têkildar bibe. Lê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkê, divê qanûnên mayinde yên ku mafê jiyana girtiyên nexweş esas digirin werin çêkirin. Pir girîng e ku ev sererastkirin di bin banê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de bi lezgînî pêk werin. Wekî ÎHD, em li dijî van binpêkirinên mafan têkoşîna xwe ya hiquqî û civakî didomînin.

