Pêkanînên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên li ser girtiyên siyasî berdewam dikin. Berdana Esra Soyaktaş a ku di Tîrmeha 2018’an de serdagirtina malê de hatibû binçavkirin û paşê hatibûn girtin, careke din hat paşxistin.
Berdana Esra Soyaktaş berê du caran ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû paşxistin, di meha Çileyê de dîsa hat paşxistin. Bi vê biryara dawî re berdana Esra Soyaktaş 9 mehên din hat paşxistin.
Esra Soyaktaş di sala 2018’an de piştî serdegirtina malê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hate darizandin û 7 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Tevî ku cezayê wê temam bû jî, berdana wê sê caran hat paşxistin.
Esra Soyaktaş pirtûkek bi navê “Turnalar” nivîsandiye.

