Berdana girtiya siyasî Ardil Çeşme beriya niha 2 caran her carê jî bi 6 mehan hatibû taloqkirin.
Bi hinceta “Têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike” berdana Ardil Çeşme ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve cara 3’emîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Li gorî agahiyan, berdana Nûrcan Aslan û girtiyeke din a jin a li heman girtîgehê bi heman hincetan hate taloqkirin.