Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî bûyerên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.
Ayşegul Dogan, di serî de kesên di 19’ê Kanûna 1978’an di Komkujiya Mereşê de û di “Operasyona Vegeradina Jiyanê” li girtîgehan de hatin qetilkirin bi bîr anî. Di berdewamê de Ayşegul Dogan, Dayika Taybet Înan ku di 14’ê Kanûna 2015’an di dema qedexeya derketina kolanan li Silopiyaya ya Şirnexê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 salan li kolanê mabû, bi bîr anî. Ayşegul Dogan , got: “Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wê nehatin girtin û darizandin.”
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û wiha got: “Di van rojên dawî de dema dibêjin Sûriye, li Tirkiyeyê herî zêde ser Kurdan tê axaftin. Di serî de Tirkiye, divê tu welat li ser şer xwe li ser Sûriyeyê nedin ferzkirin. Divê hemû nasname û baweriyên li Sûriyeyê wekhev û azad bijîn. Ji bo vê jî divê şer esas neyê girtin. Divê çareseriyeke siyasî ya ku îradeya hemû derdoran temsîl dike pêş bikeve. Divê Tirkiye di vê mijarê de nebe astengî, pêşiya wê veke. Divê rêzê ji îradeya gelên li wir re bigirin. Bi dûrxistina Kurdan a ji maseyê re çareserî nabe. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku rêyên eşkere, demokratîk, wekhev ên diyaloga bi Kurdan re vekin. Di vê çarçoveyê de çi gav bên avêtin em amade ne.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê xetereyeke ewlehiyê nîne. Rojava, tu gefan bi xwe re nayine. Tevî ev yek tê zanîn ku deriyên diyalogê hatine girtin. Divê deriyên diyalogê dîsa bên vekirin.
Mazlum Ebdî di banga dawî de dibêje; ‘Ji bo pejirandina agirbesteke tevahiya Sûriyeyê de digire nav xwe, em amade ne ku li Kobanê herêmeke bêçek ava bikin. Ev înîsiyatîf jî ji bo jiholêrakirina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û îstîqrara herêmê girîng e.’ Bi sala ye ji bilî diyalogê tu bang nayên kirin. Lê Tirkiye gelê xwe dixapîne û hêzên wir weke pirsgirêka ewlehiya netewî nîşan dide.
Di vê sedsala nû de li Rojhilata Navîn tu hevkêşe dê nekarin bêyî qebûlkirina rastiya gelê Kurd bi ser kevin. Bi dervehiştina Kurdan a ji pêvajoyê re dê tu ji wan bi ser nekevin. Divê îradeya kesên li Sûriyeyê bê qebûlkirin û ew bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. Her kesên di vê sedsalê de Kurdan li derveyî pêvajoyê dihêlin dê winda bikin.
Di halê hazir de tecrîd hêj didome. Wezîrê Dadê ji bo pirsên têkildarî mijarê bersiva; ‘em li benda dema guncav in’ dide. Bi domandina tercrîdê re hûn di bêhiqûqtiyê de israr dikin. Di rêbaza êşkenceyê û binpêkirina mafên mirovan de israr heye. Dema guncav, nîşaneya keyfiyetê ye. Hûn nikarin bi vî awayî nêzî mafê mirovan bibin. Nêzikatiya rast a Tirkiyeyê wê ew be ku li hundir tecrîdê rake, rêya ber bi birêz Ocalan ve diçe veke, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanan û bi Kurdên cîran re jî diyalogeke wekhev, ji dil û adilane pêş bixe.
Ji her demê bêhtir hewcehî bi aştiyê heye. Aştî tenê bi bêdengkirina çekan nabe, divê çareserî bên peydakirin û sedemên bikaranîna çekê ji holê bên rakirin. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, hêmaya sereke ya aştiya civakî û siyasî ye. Ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek tê lidarxistin. Ev meş ji bo mafê aştî û demokrasiyê ye. Ji bo piştevaniya bi daxuyaniya li Stenbolê re, dê ev dengê li Stenbolê û Amedê olan dayî dê sibe li Enqereyê bê gel hev. Em ê meşvanan pêşwazî bikin. Em ê dîsa daxwazên xwe biqîrin û hewl bidin bigihînin rêveberên vî welatî. Aştî û jiyaneke aştiyane mafê me tevan e.”