Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêwar Avdanan agirbesta demkî ya navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û bandora wê ya herêmî ji ANF’ê re nirxand.
Avdanan anî ziman ku paşeroja agirbesta ji 15 rojan ku piştî şerê giran ê 40 rojî hate ragihandin, bi muzakereyên navbera DYE û Îranê ve girêdayî ye ku tê plankirin jinûve werin destpêkirin.
‘DIBE KU AGIRBEST BIBE BÊHNDANEKE KURT’
Avdanan ev nirxandin kir: “Dewamkirin an jî bi dawîbûna agirbestê bi pêvajoya muzakereyê ve girêdayî ye ku tê plankirin di navbera DYE û Komara Îslamê ya Îranê de jinûve destpê bike. Eger alî daxwazên xwe bi dest nexin û ev hevdîtin jî weke yên beriya xwe bixitime, dibe ku şer hîn giran bibe. Eşkere ye ku DYE israr dike ku polîtîkayên xwe li ser DYE’yê ferz bike. Eger Muxafizên Şoreşê yên ku rêveberiya welêt di pratîkê de bi temamî kontrol dikin van ferzkirinan qebûl nekin, ev agirbest wê di nava şer de ji bilî bêhndaneke kurt nebe xwedî wateyeke cuda.”
‘NE ÎRAN WÊ BIBE ÎRAN A BERÊ NE JÎ HEVSENGIYÊN LI ROJHILATA NAVÎN WÊ LI REWŞA BERÊ VEGERIN’
Avdanan diyar kir ku rewşa Îran piştî şer bikeve nav wê bandoreke mezin li hevsengiyên herêmî bike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Eger di muzakereyan de zext li Komara Îslamê ay Îranê bê kirin ku di polîtîkayên xwe yên têkildarî lêgerîna hegemonyayê de guhertinên bingehîn bike, ev rewş ê hevsengiyên li Rojhilata Navîn bi rengekî cidî biguherîne. Şer ji xwe bandoreke berfireh li pey xwe hişt. Ji niha û pê ve jî ne Îran wê weke berê bimîne, ne jî hevsengiyên li Rojhilata Navîn wê li ya berê vegere.”
‘KRÎZÊN NAVXWEYÎ JI BERÊ BÊHTIR GIRAN BÛNE’
Avdanan li ser bandora agirbestê ya li Kurdan jî ev nirxandin kir:
“Eger Komara Îslamê ya Îranê vê agirbestê ji xwe re bike firsendek ku hêza xwe komî ser hev bike û zextê li netewe, bi taybetî jî Kurdên li Îranê bike, her wiha lawaziya xwe ya di şer de jî hewl bide veşêre, krîza li nava welêt wê hîn giran bibe. Divê mirov ji bîr neke; li Îranê krîzên navxweyî hemû hîn jî dewam dikin, her wiha ji berê bêhtir giran û kûr bûne. Gelê Îranê û Kurdan meha Çileyê li seranserê welêt serhildanek dabûn destpêkirin, lê belê ev tevger bi rengekî giran hatibû tepisandin. Gel ev hovîtî ji bîr nekiriye. Gelê Îranê û Kurdan demeke dirêj e rêya xwe ji vê rejîmê cuda kirine. Rêveberiya Îranê ku di şerê dawî de derbên giran xwar, ji aliyê rêvebirina welêt ve li gorî berê wê hîn lawaz û qels be. Ev rewş wê bandoreke yekser li helwesta siyasî û jiyana rojane ya civakê bike; dema ku krîz gihîştin wê astê ku gel nema karibe xwe lê rabigire û pirsgirêkên rejîmê zêdetir bûn, wê civak nerazîbûnê nîşan bide.”
‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YA KURDAN WÊ DEWAM BIKE’
Berdevkê PJAK’ê got, “Ev agirbest çi bêhndaneke di nava şer de be çi jî bi lihevkirinek navbera aliyan bi encam bibe, Kurd û civakên din ên li Îranê wê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê dewam bikin. Ji ber ku azadî, demokrasî, wekhevî û xwerêveberiya civakî ti carî nabe mijara bazariyê û dest jê nayê berdan.”
‘DI AVABÛNA ROJHILATA NAVÎN DE DIVÊ HER KES ROLA STRATEJÎK A KURDAN QEBÛL BIKE’
Avdanan işaret bi nirxandinên Serokê DYE’yê Donald Trump ên li ser Kurdan kir û ragihand ku Kurd bûyerên li herêmê bi baldarî dişopînin û wê têkiliyên xwe jî li gorî vê yekê ava bikin.
Avdanan di dawiya axaftina xwe de got, “Kurd civakeke polîtîk û zane ye ku ji bo parastina hebûna xwe, ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê têdikoşin. Ev mijar gelekî stratejîk û gigrîng e. Ji ber vê jî Kurd wê nêzîkatiya bernameyên siyasî û daxwazên aktorên din bi baldarî bişopînin û têkiliyên xwe jî li gorî wê ava bikin. Kurd di têkoşîna xwe ya azadî û demokratîk a Rojhilata Navîn de gelekî bi biryar û cidî ne. Di avakirina Rojhilata Navîn a paşerojê de rola stratejîk û dîrokî ya Kurdan nikare bê înkarkirin. Divê her kes vê rastiyê bibîne û hurmetê nîşanî wê bide. Pêwîste hêzên siyasî yên herêmî û global têkildarî Kurdan polîtîkayên rast bimeşînin û dest ji nêzîkatiyên yekalî berdin. Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guherînên erênî nabin.”

