Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947–1948)
Çîrokên Kurdên Koçber ên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê li Azerbaycana Sovyetê. 304(1)
Nivîsîn,wergerandin u amadekirin Dr.Kamran Emîn Awe
Kurmancî kirin:Hesen Qazî
Berevajî kirina Rastîyê
(Salên 1947-1948)
Dîrok dibe bûyera ku dûrî îrade, xwestek, nerîn û şîroveyên me qewimiye û ji bo kesên berpirs ne rewa ye ku bi dilê xwe wê çêkin û tiştekî nû û dûrî rastiyê jê derxînin.Yek ji xalên herî giring ên nivîsandina dîrokê, nîşandana bûyerên siyasî û civakî û hwd. li gorî belge û îspatkirina mantiqî ya rastiyan e. Mixabin, gelek caran nakokî an berjewendiyên takekesî û partiyê, serdestbûna kîn an evîna zêde, tew nedîtin an nezanîna hemû alî û warên bûyerekê, bandorê li nivîsîn, encamgirtin û darizandina nivîskar dike.Derbarê jiyan û çarenivîsa Kurdên penaber ên başûr û rojhilatê Kurdistanê li Yekîtiya Sovyetê piştî hilweşîna Komara Kurdistanê di sala 1946’an de, ji bilî bîranînên nemir Zirar Silêman Beg Dergelêyî, çend berhemên bi belge yên nemir Dr. Efrasiyaw Hewramî û belgeyên ku birêz Hesen Qazî di malpera Ruwange de belav kiriye, zanyariyên balkêş li ber dest de nîn e. Mixabin ligel hebûna belgeyên giring û dîrokî di arşîvên komarên Sovyetê yên berê de, bi her sedemê be, ji aliyê Kurdan ve awirek wisa jê nehatiye dayîn. Bêguman karên wusa hewceyê kesên pispor û zana di warê dîrokê de ye, herwiha hebûna piştgiriyek madî ya berçav heye.Ew babetên ku kesên wekî Dr.Nusratullah Cihanshahluyê Efshar di kitêba “Serguzashtê Ma we Bîganêgan” de, Elî Şemîde di “Jiyannameya Şemîde” de, û Dr. Qadir Mehmûdzade di kitêba “Bîranîna ya Dr.Aso – Çehreya Mehabadê” de û heta radeyekê birêz Mesûd Barzanî di cilda yekem a “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd” de derbarê serpêhatî û çarenivîsa Kurdên penaberan li Yekîtiya Sovyetê û lihevhatin û nelihevhatina wan nivîsîne, ji aliyê dîrokî û kronolojîk ve yekalî û dûrî rastiyê ne û zêdetir li gorî dengûbas û bihîstiyên filan û bêvan hatine nivîsîn, di encamê de tijî nakokî ne û wekî çavkaniyên cihê bawerîyê nayen hesbandin.Li gorî wan dengûbasan, guya Elî Gelawêj ji bo berhevkirina zanyariyan ji aliyê hukumeta Azerbaycana Sovyetê ve bi cil û bergên efserî hatiye şandin nav penaberên Barzaniyan, an bi gotina Mesûd Barzanî “kesên naskirî ji Kurdistana Îranê, bûne agêntê Baqirov û dezgehên veşartî heta bi dilê xwe wan bihejînin û bikin amûrê veqetandin û nelihevhatinê [di nav Kurdan de].” [Barzanî cilda 1 r. 236]Li vir li gorî wan faktan ku li ber dest in, awirekê didin ser dîroka hebûna Barzanî û Kurdên başûrî li Komara Azerbaycana Sovyetê, têkiliya Barzanî û Kurdên rojhilat heta dema şandina Kurdên başûr ji bo Uzbekistanê û paşê ew tometên ku dane ber Kurdên rojhilat û bi taybetî Elî Gelawêj.
Çûna nav babetê
Ji bo têgihiştineke baştir ji wan dengûbasan, pêwîst e bi kurtî awirekê bidin ser şêwaza wergirtin û awayê birêvebirina kar û jiyana penaberekî siyasî li Yekîtiya Sovyetê ya berê de.
Wergirtina penaberekî li Yekîtiya Sovyetê gelek cuda bû ji welatên kapîtalîst. Gava kesek bi veşartî mînak ji Îranê digihîşte axa Yekîtiya Sovyetê, ger ji aliyê partiyek an rêxistineke cihê bawerî ya Partiya Komunîst a Sovyetê wekî Partiya Tûdeya Îranê û Firqeya Demokrat a Azerbaycanê hatiba pejirandin, wekî penaber dihat wergirtin, lê di nebûna vê razîbûnê de,ji kesên ku daxwaza pena dikirin pirsgirêk derdeket û dihatin girtin u ji aliyê hêza sersinor ve, vedigerandin Îranê, an ger guman li wan bikira ku sîxurê Îran û emperyalîstan in, dişandin zîndan û kampên Asyaya Navîn û Sîbîryayê. Mixabin ev cure bûyer kêm nebûn û gelek kes bê belge û tenê bi hesêbê gumanê, canê wan ketiye metirsiyê. Ev cure serpêhatî di bîranînên kesên wekî Dr. Eta Sefewî, Rehman Helewî, Dr. Qadir Mehmûdzade û gelek kesên din de reng daye.
Di raporekî veşartî yê Goskov de, serokê Komîteya Ewlekariya Dewletê ya Encumena Wezîran a Komara Sosyalîst a Azerbaycana Sovyetê behsa Ezîz Asefî xelkê Mehabadê wekî sîxurê Îranê hatiye kirin [Binihêre belgeya jimare 1]. Navbirî ku ji bo gihiştina jiyanekê ya aram û bextewer rû bi Yekîtiya Sovyetê kiribû, bi sedema tometeke wisa nerast, salên dirêj li kampên karê zorê yên Sovyetê ketiye çewisandin û neheqiyên zêde [Helewî 296 – 294].
Ew kesên ku penaberê wî welatî dibûn, zêdetir endam, kadr û rêberên partiyên çep û demokrat bûn û ji aliyê raman û şîroveyên xwe ve, Yekîtiya Sovyetê wekî dost û piştgirê çînên bindest ên cîhanê û tevgera karkerî û rizgarîxwaziya gelan didîtin.
Rêber û kadrên van partî û tevgeran jî li gorî baweriya xwe bi sosyalîzm û Partiya Komunîst a Sovyetê, ji bo çareserkirina piraniya pirsgirêkên navxweyî û navpartiyê, penayê dibirin ber ‘birayê mezin’.
Di nav partiyên komunîst ên eniya Sovyetê de, şêwirmendî û agahdarkirina partiya ‘birayê’ ji jiyana partiyê, guhertinên nav partiyê, pirsgirêkên navxweyî û hwd. karekî asayî bû. Ev halet heta dawiya sîstema ‘sosyalîzma hayî’ di sala 1991’ê de berdewam bû.
Di vê sîstemê de, pêkanîna xwestek û daxwazên endamekî partiya penaber an çareserkirina piraniya pirsgirêkên aborî û rojane yên penaberan bi kanala têkiliya rêberatiya û berpirsên wî partiyê bi berpirsên dewleta Yekîtiya Sovyetê re derbas dibû. Di wê haletê de, kesekî diyarkirî an komîteyeke partiyê, berpirsê gihiştina wan karan û têkiliya bi karbidestên Sovyetê re dibû.
Di nav partiyên komunîst ên eniya Sovyetê de, şêwirmendî û agahdarkirina partiya ‘birayê’ ji jiyana partiyê, guhertinên nav partiyê, pirsgirêkên navxweyî û hwd. karekî asayî bû. Ev halet heta dawiya sîstema ‘sosyalîzma heyî’ di sala 1991’ê de berdewam bû.
Di vê sîstemê de, pêkanîna xwestek û daxwazên endamekî partiya penaber an çareserkirina piraniya pirsgirêkên aborî û rojane yên penaberan bi kanala têkiliya rêberatiya û berpirsên wî partiyê bi berpirsên dewleta Yekîtiya Sovyetê re derbas dibû. Di wê haletê de, kesekî diyarkirî an komîteyeke partiyê, berpirsê gihiştina wan karan û têkiliya bi karbidestên Sovyetê re dibû.
Wisa tê xuyakirin ku penaber di serdema Stalîn de ji bo serdana bajarên din ên wekî Moskowê jî neçar bûn ku daxwaziya xwe heta astê rêberatiya Partiya Komunîst bişînin. Mînak di daxwaziyeke Rehîm Qazî û Elî Gelawêj di Sibata 1948’an de ji bo Baqirov hatiye nivîsîn:
didome…

