Ev xebata ku Rêber Apo bi awayekî berfireh li ser krîzên dîrokî yên li Rojhilata Navîn û perspektîfên çareseriyê sekiniye, weke yek ji cilda herî girîng tê nirxandin. Berhema ku beriya niha bo zimanên cuda hate wergerandin û di qada navneteweyî de gelekî deng veda, vê carê bi Fransî hate weşandin
Çapa Fransî ya berhemê, ji aliyê Editions du Croquantç ve hate weşandin û bi rêya weşanxaneyê tê temînkirin.
Di pirtûkê de bingehên dîrokî yên krîzên piral yên li Rojhilata Navîn tên analîzkirin, rexneyên li dijî modernîteya kapîtalîst tên pêşxistin û girêdayî perspektîfa civaka demokratîk çarçoveya çareseriyê tê pêşkêşkirin.
Rêber Apo, di vê cîldê de bi taybetî li bersiva pirsên ‘’divê çawa were jiyîn, çi were kirin û jiku were destpêkirin’’ digere.
Li gel weşandina çapa Fransî, tê payîn ku berhem di nava entellektuel û derdorên akademîk ên li Ewropayê de zemîneke nîqaşê ya berfirehtir bi dest bixe.
Ev geşedan, ji aliyê belavbûna parêznameyên Rêber Apo ya di qada navneteweyî de weke pêngaveke girîng tê dîtin.

