Gerîlaya YJA Starê Ekîn Çewlîg diyar kir ku hevrê Bêrîtan li dijî xayîn û dagirkeran têkoşîneke mezin da û giyanê xwe di vê oxirê de feda kir. Gerîla Çewlîg anî ziman ku hevrêl Bêrîtan weke jinên ku di komkujiya Dersimê de xwe bi qîrinên azadiyê ji zinaran avêtin, li dijî hevkarên ku xiyanetê ferz kirin, ji bo azadiyê xwe ji zinaran avêt û got: “Helwesta ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê derket, helwesta Bêrîtan e. Çavkaniya vê hêzê ku îro li çiyayên Kurdistanê şer dike, teslîm nabe, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dide û têdikoşe, ew bi xwe ye. Hevrê Bêrîtan hêza xwe ji dîrokê girt û em jî îro di vê çarçoveyê de li eniyên berxwedanê şer dikin. Şehîd Bêrîtan bi helwest û çalakiya xwe nîşanî me da ku em ê serketinê çawa bi dest bixin. Em jî weke gerîlayên YJA Starê heta dawî di xeta Bêrîtan de têbikoşin.”
‘EM BERXWEDANA BÊRÎTAN ESAS DIGIRIN’
Gerîlayê YJA Starê Şîlan jî destnîşan kir ku ew berxwedana şehîd Bêrîtan esas digrin û ev tişt got: “Nîşanî me da ku mirov li van çiyayan çawa şer dikin; welat, xak û welatparêziya xwe çawa hîs dikin, xeta berxwedanê divê çawa bibe. Dema qala şer tê kirin, tenê zilam, xwîn û komkujî tê bîra mirov. Şer ne tenê ev e, ji bo me şer guhertina têgihiştinekê ye, serî rakirina li dijî koletiyê ye. Hevrê Bêrîtan dema şer kir helwesteke diyar kir, nîşan da ku divê mirov çawa şer bikin. Çawa ku di salên 90’î de hevkarên xiyanetkar û dagirkeran li hemberî berxwedana Bêrîtan têk çûn, îro jî wê li hemberî gerîlayên ku di vê xetê de şer dikin têk biçin. Em weke gerîlayên YJA Starê berxwedana heval Bêrîtan esas digirin û em ê bi têkoşîna xwe bibin şopdarê wê.”