Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bêrîvan Bergareyî: Divê desthilata PDK’ê were dadgehkirin
Kurdistan

Bêrîvan Bergareyî: Divê desthilata PDK’ê were dadgehkirin

Rojnamevan û çalakvana jin Bêrîvan Bergareyiyê got: "Malbata Barzaniyan bi sedan çalakvan qetil kirine, ji ber ku her tim ji azadîxwazan ditirsin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Bêrîvan Bergareyî piştî ku beşdarî gelek çalakî û mitîngên li dijî dagirkeriya Tirk bû û her wiha banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê kir, di 13’ê Cotmeha 2020’î de ji hêla hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin û piştî salek û heft mehan di 10’ê Gulana 2022’an de hate berdan.

 

Bêrîvan Bergareyî têkildarî girtiyên Behdînanê û ew êşkence û zilma ku ji hêla hêzên PDK’ê ve li hember wan hat kirin û li ser helwesta wan a li dijî dagirkerî û bertengkirina azadiyan ji ANF’yê re axivî.

‘EM JI BER DIJAYETÎKIRINA DAGIRKERAN HATIN BINÇAVKIRIN’

Bêrîvan Bergareyiyê da xuyakirin ku ew ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê yek ji wan girtiyên doza Behdînanê ye. Di vê dozê de gelek rojnamevan, çalakvan, kesên azadîxwaz û welatparêz ku li dijî dewleta Tirk a dagirker bertek nîşan dan û ji ber helwesta wan a welatparêziyê û redkirina dagirkeriyê ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin.

‘DESTHILAT HER TIM JI AZADÎXWAZAN DITIRSE’

Rojnamevan Bêrîvan Bergareyiyê amaje bi wê pêla binçavkirina çalakvan û rojnamevanan kir ku ji hêla PDK’ê ve tê kirin û got: “Her kes dizane ku desthilatdar her tim ji kesên azadîxwaz ditirsin û ji kesên ku dixwazin rastî û sûcên desthilatê eşkere bikin, ditirsin. Bê gûman ev desthilata PDK’ê her tim bi çavtirsandin yan jî bi şêweyekî din hewl dide wan kesên azadîxwaz serkut û bêdeng bike. Ez jî di sala 2020’an de hatim girtin, wekî ku tê zanîn ji sala 2019’an ve girtina rojnamevan û çalakvanan berdewam dike. Di wê salê de 80 kesên azadîxwaz ên wekî rojnamevan, çalakvan û welatparêz ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin.”

‘LI HERÊMÊN PDK’Ê HENASEYA AZADIYÊ NEMAYE’

Bêrîvan Bergareyiyê behsa sînordarkirina azadiyan kir ku bi taybetî di dema kabîneya Mesrûr Barzanî de hatine kirin û ragihand: “Kabîneya Mesrûr Barzanî azadî sînordar kirine û hewla bêdengkirina azadiyê dide. Bi taybetî li Behdînanê bi rastî henaseya azadiyê nemaye. Ew kesên ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwest nîşan dan, hemû hatin binçavkirin. Ez jî li ser boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê hatim binçavkirin. Em bi salan e gel hişyar dikin ku kelûpelên Tirkiyeyê jehr in û dewleta Tirk dixwaze bi rêya wan Kurdan ji nav bibe.”

‘MALBATA BARZANÎ BI SEDAN ÇALAKVAN KUŞTINE’

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişande ser wan serkutkirinên ku ji hêla PDK’ê ve li ser çalakvan û rojnamevanan tên kirin û got: “Malbata Barzanî ji sala 1980’î heta niha bi sedan çalakvan û rewşenbîr qetil kirine. Di wan xwepêşandanan de ku li Şêladizê hatin kirin, me dît ku PDK’ê gelê sivîl şehîd kir, çalakvan û rojnamevan binçav kirin. Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî hewl da van rastiyan derxin holê, me jî tenê ji ber ku li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê bertek nîşan dan û me qebûl nekir ku dewleta Tirk a dagirker bê nav mala Kurd, em hatin binçavkirin.”

‘JI BER KU MIN REXNE LI DESTHILATDARIYÊ GIRT, EZ HATIM BINÇAVKIRIN’

Bêrîvan Bergareyiyê her wiha got: “Hemû girtiyên Behdînanê bi rêya çêkirina senaryoyan hatin binçavkirin, gotinên wan hatin berevajîkirin. Destpêkê ku ez hatim binçavkirin, min nezanî bê ka ji ber çi ye. Paşê min fam kir ku li ser rexnegirtina li desthilatdariyê û boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku min li dijî wê dagirkera ku rojane axa me bombebaran dike û welatiyên me şehîd dike, helwest nîşan da, ez hatim binçavkirin. Di zîndanên PDK’ê de aşkera bû ku tu nirxekî mafên mirovan tune ye û rêz li dadgehkirin û tu qanûnekê nayê girtin.”

‘LI ZINDANÊN PDK’Ê RÊZ JI DAÎŞ’Ê RE DIHATE GIRTIN, LÊ LI DIJÎ AZADÎXWAZAN BINPÊKIRIN DIHATIN KIRIN’

Bêrîvan Bergareyiyê behsa xerabiya mafên mirovan a li zîndanên PDK’ê kir û got: “Gelek caran behsa xerabbûna zîndanên bakurê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê tê kirin, lê belê ez dibêjim xerabtirîn zîndan zîndanên PDK’ê ne û di zîndanên PDK’ê de bi her awayî mafên mirovan tên binpêkirin. Di zîndanên PDK’ê de rêz li çeteyên DAIŞ’ê dihate girtin ku destên wan di şehîdkirina pêşmergeyan de heye, lê li hember me azadîxwazan binpêkirin dihatin kirin. Li zîndanên PDK’ê çeteyên DAIŞ’ê gelek saetan telefon bi kar dianî, lê heta şeş mehan nehiştin ku ez telefon bikim.”

‘DIVÊ DESTHILATA PDK’Ê BÊ DADGEHKIRIN’

Bergareyiyê amaje bi faşîzma PDK’ê kir û ev tişt anîn ziman: “Dewleta Tirk dijminê navê Kurd û neteweya Kurd e, lê PDK ji dewleta Tirk faşîsttir û xerabtir e li hember Kurdên azadîxwaz. Ez li ser Kurdbûnê hatim zîndanîkirin. Bi hinceta têkdana ewlehî û asayişa Herêma Kurdistanê ez hatim binçavkirin, lê divê PDK li ser têkdana asayişa Herêma Kurdistanê bê dadgehkirin ku bi salan e dijminekî Kurd tîne nav axa başûrê Kurdistanê. Ji ber referandûmê %51’ê axa başûrê Kurdistanê ji dest da. Ji niha ve herêmên PDK’ê bi leşkerên Tirk tijî bûye û rojane gundan bombebaran dikin û welatiyan şehîd dikin.”

‘ÊŞKENCEYÊN FIZÎKÎ Û DERÛNÎ LI HEMBER ME DIHATIN KIRIN’

Bêrîvan Bergareyiyê qala wan êşkenceyên li zîndanên PDK’ê kir û wiha domand: “Li zîndanên PDK’ê bi rêya heqaretkirina bi kesayetiyê û xerakirina morala me li hember me binpêkirin dihatin kirin. Her wiha êşkenceyên fizîkî û derûnî li hember me dihatin kirin. Gava ku ez hatim binçavkirin, 15 rojan ez di zîndana takekesî de bûm ku ew qas biçûk bû ku min nedikarî ez tê de nefesê bigirim. Paşê ez veguhastim nav terorîstan û ez bi DAIŞ û kujeran re hatim zîndanîkirin da ku wisa bikin ku derûniyek bi min re çêbe ku ez nikarim ji zîndanê derkevim û bi vî awayî ji tirsan “îtiraf” bikim.”           

‘JI BER ŞOPÊN ÊŞKENCEYÊ EZ JI ŞANDEYA MAFÊN MIROVAN VEŞARTIM’

Di gel vê çendê, Bêrîvan Bergareyiyê amaje bi berevajîkirinên PDK’ê jî kir û got: “Di zîndanê de heta 10 rojan ez ketim greva birçîbûnê. Ew ji greva min tirsiyan, bi taybetî gava ku doza min gihîşte çapemeniyê. Carekê greva min a birçîbûnê 40 rojan berdewam kir, wan jî li min dida û ava sar bi ser me de dikirin. Ji ber zêde kelemçekirinê rengên destên min guherîbûn û şopên êşkenceyan li ser wan hebû. Gava ku şandeyeke mafên mirovan serdana zîndanan kir, PDK’ê ez ji wan veşartim da ku şopên min ên êşkenceyê nebînin.”

‘LI ZÎNDANÊ MIN RUHÊ HEVALTIYÊ NAS KIR’

Bêrîvan Bergareyiyê bi girîngî behsa naskirina ruhê hevaltiyê kir û wiha got: “Li zîndanê min du kesên ji Kampa Mexmûrê nas kirin ku ji ber sedemên siyasî hatibûn zîndanîkirin. Wan hêz û moraleke zêde dan min, bi taybetî di wexta greva birçîbûnê û êşkenceyê de gelek alîkariya min kirin û hay ji tenduristiya min hebûn. Min bi rêya wan du kesan ruhê hevaltiyê nas kir. Cihê kêfxweşiyê bû ku ew berî min ji zîndanê derketin. Ji ber naskirina hesta hevaltiyê min xwezî bi wê yekê dianî ku ez li zîndanên bakurê Kurdistanê bihatima zîndanîkirin da ku zîndanîkirina min ji min re bibûya perwerdeyek.”

‘PDK HEWL JINAVBIRINA NASNAME Û ÇANDA KURDAN DIDE’

Bêrîvan Bergareyiyê amaje bi planên dewleta Tirk kir û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker li gorî planeke demdirêj hewla jinavbirina Kurdan dide. Em dibînin ku gel ji ber xwarin û kelûpelên Tirkiyeyê rojane bi nexweşiyên şêrpenceyê dikeve Her wiha bi rêya kanalên desthilatdariyê her tim fîlm û rêzefîlmên Tirkî tên weşandin. Desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi rêya bernameyên televîzyonê perwerdeya dagirkeriya Tirkiyeyê gihandiye her malê, bi vê rêyê dixwazin nasname û çanda Kurdan ji nav bibin.”

‘KANALÊN PDK’Ê XIZMETA AJANDAYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIKIN’

Bêrîvan Bergareyiyê her wiha behsa hewlên PDK’ê yên ji bo jinavbirina çand û dîroka Kurdan kir û ev tişt anîn ziman: “PDK bi rêya çapemeniya xwe gel bê hêvî kiriye, ciwan bê îrade kirine, hezkirina welêt û axê di nav gel de lawaz kiriye. Bi awayekî sîstematîk dixebite ku neteweya Kurd û dîroka Kurdan ji nav bibe. Hemû kanalên PDK’ê di xizmeta ajandaya dewleta Tirk a dagirker de ne, hewla têkdana çanda Kurdî didin. Lewma malbata Barzaniyan zerereke mezin li doza Kurd daye. Eger malbata Barzaniyan nebûya, niha Kurd li seranserê Kurdistanê gihîştibûn mafên xwe. Malbata Barzaniyan ji bo parastina berjewendiyên xwe dijayetiya Kurdan dike. Gava ku em hewl didin rastiyan derxin holê, desthilatdarî hewla berevajîkirina wan dide.”

‘DIVÊ EM LI HEMBER ZILMÊ YEKDENG BIN’

Her wiha Bêrîvan Bergareyiyê peyamek arasteyî azadîxwazan kir û got: “Em wek miletê Kurd, me pêwîstî bi yekîtiyê heye. Malbata Barzaniyan her tim hewl dide belawelabûnê di navbera azadîxwaz û çalakvanan de çêke. Tiştê ku zererê dide me azadîxwaz û çalakvanan, belawelabûn e. Girîng e ku em hemû çalakvan dest ji berjewendiyên taybet berdin û em li hember zilmê yekdeng û yekrêz û yekhelwest bin.”

‘EZ SERBILIND IM KU EZ LI SER DIJAYETÎKIRINA DAGIRKERAN HATIME BINÇAVKIRIN’

Bêrîvan Bergareyiyê di dawiya axaftinên xwe de ev tişt anîn ziman: “Di doza girtiyên Behdînanê de zêdetir xuya bû ku li vî welatî dadgeh û qanûn tune ye, dadgeh di destên partiyan de ye, bandoreke zêde ya partiyan li ser çarenûsa zîndaniyan heye. Heta roja dadgehê nehiştin ku em parêzerên xwe bibînin. Li dadgehê her tim min got ku ez xwe tawanbar nabînin û serbilind im ku ez li ser mafên miletê xwe û li ser helwesta xwe ya dijayetîkirina dagirkeran hatime binçavkirin. Di dadgehkirina me de nûnerên welatan û sazî amade bûn. Min di dadgehê de got ku çênabe ku em ji vê desthilatdariyê bitirsin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SILÊMANÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana girtiyê nexweş ê 30 salan girtî, hate taloqkirin
Nûçeya Pişt re Pêşengeha Wêneyan a li Kobanê bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fahrettin Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Fahrettin Ozhan di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şengalê gorek din a bi kom hate dîtin

Li Sîba Şêx Xidir a Şengalê piştî duristkirina rê karkeran goreke din a komî dîtin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Riza Altûn şoreşgerekî kolektîf e

Ji hevalên wî yê têkoşînê Hasan Şerîk qala Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona 2019'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?