Arteşa Îsraîlê di saeten serê sibê de dest bi erîşên li ser herêmên Beyrûdê kir û piştî êrîşan banga tehliyeyê kir.
Dema ku kabîneya ewlekarî ya serokwezîr Benjamin Netanyahu piştî nîvro ji bo agirbesta bi Hîzbullahê re deng dida, artêşa Îsraîlê herî kêm 20 caran êrîşî Beyrûtê kir û li başûrê Libnanê jî 30 nuqte bombebaran kir.
Rayedarên tendursitiyê yên Libnanê diyar kirin ku bêyî ku hişyariyê bikin êrîşî ser avahiyeke li navçeya Noueiri ya ku pir qelebalixe kir û avahiyê hilweşiya. Di vê êrîşê de herî kêm 7 kes hatin kuştin û 37 birîndar bûn. Tê payîn ku hejmara miriyan zêde bibe.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku wan “êrîşek berfireh” li dijî hedefên Hîzbullahê ku di nav wan de navenda yekîneyên parastina hewayî, navenda îstîxbaratê, cihên avêtina roketan û depoyên çekan jî hene, pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîl beriya agirbesta ku tê payîn roja Çarşemê bikeve meriyetê hewl dide destkeftiyên leşkerî yên ku di şer de bi dest xistiye, xurttir bike.
Hizbullahê jî ragihand ku wan bajarê Nehariye yê li bakurê Îsraîlê, 4 yekîneyên leşkerî yên Îsraîlê û kampên artêşa Îsraîlê yên li Girên Golanê kirine hedef.