WFP’ê diyar kir ku ji ber maliyetên ku zêde dibin û ji ber krîza birçîbûnê, li Başûrê Sudanê heta sala 2025’an pêdivî bi 404 milyon dolarê heye.
Hişyarî hate dayîn ku eger fon kêm be, bi taybetî ji bo xwe gihandina herêmên îzole wê bi neçarî rêbazên veguheztina hewayî ya bi maliyet bên bikaranîn.
Ji WFP’ê rayedar Makena Walker destnîşan kir ku divê alîkarî bilez bên dayîn û got: “Fonên ku beriya dawiya salê bên dayîn, wê ji bo ku em di demsala hişk de bi rêya bejahî xurekê veguhêzin, bibe alîkar.”
WFP’ê bal kişand ku li Başûrê Sûdanê ji sedî 56’ê nifûsê bi têrker tîmar nabin û ragihand ku ji ber zêdebûna koçberan, enflasyona bilind û lehiyan dibe krîz hîn xirabtir bibe.
Li welêt ji 7,1 milyon kesî, tenê 2,7 milyon kes alîkarî werdigirin.