Bertekên li dijî binçavkirin û girtinên li ser Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), DÎSK/Limter-İş, Polen Ekolojî û BEKSAV’ê berdewam dikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona li ser ESP’ê de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Murat Çepnî jî di nav de 47 kes hatine girtin, 42 kes jî hîn di bin çavan de ne.
Di daxuyaniya DEM Partiyê de bal hate kişandin ser vê yekê ku kesên dixwazin siyaseteke demokratîk bikin, bi polîtîkayên binçavkirin, girtin û zextê tên astengkirin û cih dan van gotinan:
“Di operasyona li ser partiya me ya pêkhate ESP’ê de, Hevserokê Giştî Murat Çepnî jî di nav de 47 hevrêyên me hatin girtin, 42 hevrêyên me jî hîn di bin çavan de tên girtin. Divê êdî dev ji nêzîkatiya astengkirina kesên ku dixwazin siyaseta demokratîk bikin bi polîtîkayên binçavkirin, girtin û zextê were berdan. Desthilat, divê dawî li van operasyonên ku bi destê darazê dimeşîne bîne; hevrêyên me divê tavilê bên serbest berdan.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku binçavkirin û girtin nayên pejirandin û banga dawîkirina li sepanên bêhiquqî hate ducarekirin.

