Platforma Saziyên Demokratîk, bi munasebeta 77’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo, li perava deryayê ya Kanaryaya Kuçukçekmece ya Stenbolê çalakiyek li dar xist. Tevî êriş û binçavkirinên polîsan jî çalakî bi coşeke mezin berdewam kir. Di çalakiyê de ku gelek kes beşdar bûn, sifreyên xwarinê hatin danîn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Rojê li Amarayê hiltê, li Îmraliyê bilind dibe” û “Bi rêbertiya azad ber bi yekitiya neteweyî ya demokratîk” hatin hilgirtin. Beşdaran bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be Serok Apo” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kirin.
Di dema axaftinan de polîsan xwest posterê Rêber Apo ê hatibû hilgirtin desteser bike û êrişî girseyê kir. Di êrişê de 4 kesên ku aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de bû hatin binçavkirin. Piştî berteka gel, polîs neçar man ku paşve vekişin.
‘NAVENDA TÊKOŞÎNÊ AZADIYA JINÊ YE’
Sebahat Tuncel berî ku were binçavkirin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku azadiya jinê xeta esasî ya têkoşînê ye û ev tişt got: “Rêbertiyê jin xiste navenda hemû têkoşînê. Bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ jin hem di navenda azadiyê de bi cih kir. Berdelên mezin hatin dayîn, lê îro jin li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin.”
SERDEMA NÛ: TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Sabahat Tuncel anî ziman ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha got: “Êdî em di serdema nû û di pêvajoyeke nû ya têkoşînê de ne. Ev sesrdema nû li Îmraliyê dest pê kiriye. Tevî şert û mercên tecrîdê jî pergal û perspektîfa hatî pêşkêşkirin, armanca aştî û civaka demokratîk mezin kiriye. Aştî tenê bi naskirina mafên Kurdan pêkan e. Bêyî naskirina ziman, nasname û çanda Kurd aştî nabe.”
‘NE TENÊ ROJBÛNEK, MÎLADEK E’
Di dawiyê de endamê Sekreteriya Îmraliyê Veysî Aktaş axivî. Aktaş diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna kesekî ye, jidayikbûna gelên bindest û bi taybetî ya jinan e û wih axivî: “Çawa ku Girê Mirazan ji bo mirovahiyê destpêkek e, jidayikbûna Rêber Apo jî ji bo Kurdên azad destpêkek e, mîladek e. Bêtahammuliya li hemberî wêneyê aktorekî ku muzakereyan bi rêve dibe, êrişek li ser pêvajoya aştiyê ye. Çareseriya pirsgirêkan ne bi zextan, bi muzakereyê dibe. Êdî bes e, ji niha û pê ve dema aştiyê ye.”
Çalakî, piştî birîna pastayê bi zarokan re, bi stran û govendê bi dawî bû.

