Piştî şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Dersimê, desteserkirina şaredariya Miksê li gelek bajaran hat şermezarkirin.
EDENE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê li Parka Înonû çalakî pêk anîn. Girse pankartên “Qeyûm derbeya li demokrasiyê ye. Ji darbeyê re na” û “Em ê bi berxwedanê li dijî desteserkirinê vînê bi ser bikevin” hilgirtin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bendan ne li pêşiya gel li pêşiya qeyûman deynin”, “Maf, hiqûq, edalet”, “Zext nikarin me bitirsînin” û “Birsen Orhan rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Piştî axaftina Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê parêzer Yakup Ataş bertek nîşanî desteserkirina vînê da. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Edeneyê Mehmet Çelîk ve hat xwendin. Çelîk banga rêzgirtina li vîna gel kir û got, “Darbeya qeyûm tê wateya rawestandina demokrasiyê. qeyûm zilm û dizî ye. Qeyûm bêçaretî, dijminatiya gelê xwe ye.”
ENQERE
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mamakê li Tuzluçayirê desteserkirina vînê şermezar kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Enqereyê Fatin Kanat, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Yên vîna me nas nakin em jî wan nas nakin” hat hilgirtin û dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Rêveberê DEM APrtiyê yê Mamakê Salih Gonultaş diyar kir ku polîtîkayên qeyûman desteserkirina îradeyê ye û got, “Em we hişyar dikin, dev ji faşîzmê berdin.”
DENÎZLÎ
Rêxistina DEM Partiyê ya Denîzliyê li ber avahiya navçeya Merkezefendi daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em desteserkirina vînê qebûl nakin” hat vekirin û dirûşma “Em xwedî li vîna xwe derkevin, qeyûman qebûl nekin”, “Bijî aştî, bimre faşîzm”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin jiyan azadî” û “Vîna gel nayê desteserkirin” hatin berzkirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Pamûkkaleyê Esma Aslan di çalakiyê de axivî û got, “Pirsgirêka bingehîn pirsgirêka Kurd e. Li şûna bi rêyên demokraîk û aştiyane çareser bikin serî li zext, zordrî, înkar û polîtîkayên qeyûman didin. Em li vir bang desthilatdariya siyasî dikin ku dev ji pêkanînên qeyûman berdin.”