Dewleta Tirk a dagirker li çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên xwe giran kiriye. Girseya gel ku ji bo rawestandina van êrîşan û dagirkeriyê xwe gihandiye Bendava Tişrînê 9 rojên ji çalakiya nobedê li pey xwe hişt.
Girseya gel a ji Kantona Firatê bi rê ket, ji bo bê astengkirin gelek caran hate bombekirin. Li gel vê yekê jî gel xwe gihand Bendava Tişrînê û tevlî çalakiya nobedê bû.
Dewleta ku nekariye sûdê ji exlaqê mirovahiyê werbigire, bombe li çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê barand. Di êrîşê de kesek şehîd bû, 4 rojnamevan jî di nav de 10 kes birîndar bûn.
Girseya gel bi şev li ber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana YPG’ê govend gerand û destnîşan kir ku wê bi biryardarî berxwedana xwe dewam bike.
Endamê Meclîsa Edaletê ya Kantona Firatê Îbrahîm Metîn anî ziman ku ji kantonên Cizîr, Tebqa, Reqa û Kobanê girseya gel 9 roj in di nobedê de ye û got, “Em jî weke malbatên şehîdan bi konvoyeke mezin ji Kobanê hatin. Ji bo em negihêjin Bendava Tişrînê dijmin 3 caran bi balafirên şer li pêşiya me xist. Piraniya mirovên hatin dayik û bavên şehîdan, malbatên şehîdan, dayikên şehîdan e. Ji bo şer neqewime hatin, lê belê dijmin di şer û qetilkirina zarokên me de israr dike. Her ku dijmin di qetilkirin û tinekirina me de israr bike, em şehîdan jî bidin, birîndarên me jî çêbibe em ê berxwedana xwe ya li ser Bendava Tişrînê hîn mezin bikin. Em bi israr in, em ê li vir bin û bi ser bikevin. Em piştgiriyê didin zarokên xwe. Em dayik û bav ên şehîdan e; em li dijî şer in.”